Deklarasyona Konferansa Zanistî ya Zimanê Kurdî
19-20-21-22 Îlon [September] 2011 – Hewlêr [Erbîl], Herêma Kurdistanê
1. Konferans daxwaz dike ku hemû dem û dezgehên peywendîdar projeya qanûna zimanî amade bikin û pêşkêşi parlementa Kurdistanê bikin ku bibe qanûn û bête bi cih înan.
2. Civata Bilind ya Zimanê Kurdî li Herêma Kurdistanê, ji diyalektên zimane Kurdî yên parçeyên Kurdistanê û Kurdên dîasporayê ku ji 20 (bîst) endaman pêkhatî, çar sala carekê endam bêne guhorîn û sebixwetîya wê hebe. Eve jî bi hevkarîya Wezareta Roşinbîrî û Lawan, Unîversîteyên Kurdistanê, Akademîya Kurdî û Instîtuyên zimanê Kurdî pêkbêt.
3. Ferhenga Kurdî Kurdî ya ji hemû zaravayên Kurdî pêkhatî bi du alfabeyên Erebî-Latînî bête danan û hukûmeta Herêma Kurdistanê piştevanîya vê projeyê bike.
4. Kar û xebatên zanistî, ronakbîri, perwerdeyî û ragihandinê heta ku çareyeke yêkgirtina alfabeya Kurdî tête dîtin bi herdu alfabeyan bêne kirin.
5. Dem û dezgehên zanistî, akademîkî û ronakbîrî yên Kurdistanê rê li ber lêkolînên zanistî yên diyalektên zimanê Kurdî xweş bike.
6. Zimanê Kurdî di hemû karûbarên bazirganî, reklam û turîzmê da bi serekeyî bi kar bêt û hewil bidin ku lewha û tabloyên cadeyan bi herdu alfabeyên Kurdî bin.
7. Zimanê Kurdî di destûra Iraqa Federal da digel zimanê Erebî fermî ye û divêt li nav Iraqê û têkilîyên derveyî Iraqê da bi kar bêt.
8. Daxwaz dikin, dewleta Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê zimanê Kurdî di destûrên xwe da fermî bikin û perwerdeya bi zimanê Kurdî bikine nav sîstemê perwederya dewletê.
9. Kar bête kirin ku zimanê Kurdî wekî zimanên dî bikeve nav tora internetê û teknolojîyê.
10. Medya Kurdî programên taybetî yên zimanî bi herdu alfabeyan amade bikin û biweşînin, bi şertê ku îmlaya wan yêk be.
11. Komîteyek bête hilbijartin ku pêşniyar û tewsîyeyên konferansê bêne bi cih kirin û pêşniyar dikin ev komîte ji van kesan pêkbêt:
I. Prof. Dr. Yusuf Şerîf Seîd
II. Prof. Hevkarîdar Dr. Bekir Umer Elî
III. Mmst. Rojan Hazim
IV. Prof. Hevkarîdar Dr. Abdulwehab Xalid
V. Mmst. Newzad Ebdulezîz Salih
VI. Nûnerê Wezareta Roşinbîrî û Lawan
12. Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî bi çavdêrîya Wezareta Roşinbîrî û Lawan salane pêkbêt.
13. Konferansa zanistî ya zimanê Kurdî xwazyar e ku Konferansa yêkitîya neteweyî ya Kurdistane pêkbêt.
14. Zemîn bête amade kirin ku ji parçeyên Kurdistanê xwandekarên unîversîteyê li beşên bisporîya edebîyat û zimanê Kurdî yên li unîversîteyên Kurdistanê bêne qebûl kirin.
Konferansa Zanistî ya zimanê Kurdî
19-20-21-22 Îlon [Sept.] 2011 – Hewlêr [Erbîl]