20 Tebax 2007

Daxuyanî Kuştina bi sedan Kurdên Êzîdî karekî hovane ye!

Ev bû du sal in ku Kurdên Êzîdî bûne hedefeke teybetî yên hêzên îslamî û xwefiroþên navçê. Heþkere xuya ye ku ev hêz ji aliyê dewletên dijminên Kurdan alîkariyeke mezin distinin. Amanc ew e ku ji du aliyan derbê li Kurdan bixin: Hikûmeta Herêma Kurdistan bêzar bikin û navçeyên Kurdên Êzîdî bi rêya tirs, talan û kuþtinê bidin vala kirin. Sedema ku di van demên dawî de tewanbariyên terorîstî di navçeyên Kerkûkê, Musulê, Diyala û Þengalê de dibin ev e.

Peywendiya van êrîþan bi referandum û bi qedera paşeroja Baþûrê Kurdistan ve heye. Ji bo vê yêkê jî hewceye ku Hikûmata Herêma Kurdistanê tedbîrên tund li hember kuþtina Kurdên Êzîdî bi teybetî û Kurdan bi giþtî, bigre û bandorekî giran li ser Hîkumata Iraqê bike ku ew jî li hember plana tevkuþtinan tedbîrên hêja werin girtin.

Tewana dawîn li Şengalê bi sedan Kurdên Êzîdî þehîd kir û bi sedan jî birîndar hene. Hovîtî hewqas dikare bibe. Dijmin dijmin e, lê meriv çi ji wan xwefiroþên ku rê ji wan re pêþan dikin re bêje! Gelo çawa paþ kuþtin û birîndarkirina xuþk û birayên wan yên bê sûc û sebeb xew bi çavên wan dikeve?

Gelê Kurd li her cî û di her şertî de bi hawara xuþk û birayên xwe ve diçe. Li hemû bajar û gundên Baþûrê Kurdistan xelk dikeve rêzê ku xwîn û alîkariya din bike. Serokê Herêmê û Hikûmeta Kurdistan alîkariyeke bê sînor dikin. Li Bakur, Rojhilat û Rojava Kurd hem xemgîn in û hem amadeyê alîkariyê ne. Li Ewropa her Kurdekî dilsoz xemgîniya xwe pêþan da û amade ye bi hawara xuþk û birayên xwe ve here. Ev serbilindiyeke û pîrozî ye.

Bi hawarê ve çûn baþ e. Lê hêviyên min ew in ku di serî de Hikûmeta Herêma Kurdistan û serokê wê, paþ re jî sazî û gel bi xwe, di paþerojê de zêde hiþyar bin ku rê hew bidin tewanbariyên bi vî awayî. Rast e navçeyên Musul, Kerkûk, Diyala, Þengal, u hwd… hê ne di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistan de ne, lê belê gerek e hin rê û çare hebin ku ev hovîtî dûr bimîne. Roja referendumê nêzîk dibe. Heta hingê agahdariyeke teybetî pêwîst e. Laleþa pîroz, Þengala rengîn dive di hember hovîtiyê de were paraztin. Ëzdayetî dive were paraztin. Laleþ hêlîna bîr û baweriya Kurdî ya herî pîroz e. Kurdî ye. Ev bi sere xwe têra paraztineke mezin dike. Her êrîþeke dijî vê hebûna Kurdî dijî esl û bingehê Kurd û Kurdistanê ye!

Ez vê kiryara terorîstî li Þengalê bi tundî gunehkar dikim û êþa xuþk û birayên xwe ya mezin par ve dikim. Serxweþiyê didim xelkê me yê Êzidî, sebr û bînferehiyê ji wan re hêvî dikim û herweha ji bo birîndaran jî þîfaya xêrê daxwaz dikim.

Derwêþ M. FERHO Serokê Enstituya Kurdî Ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K