Bi vê minasbetê li ser pirsa zimanê Kurdî li Kurdistanê û Turkiyê jî sekinîn. Siyaseta Turkiyeyê, Îranê û Suriyeyê bona hundakirina gelê kurd, ziman û çanda wî, bingeha nekokiya û xemgîniya mezin e. Giring dibînin, bi taybetî destnîşan dikin ku dewleta Turkiyê ji not salî û vir de siyaseteke dijwar ya asîmîlasyonê li ser Kurdan dimeshîne. Di vê pêvajoyê de bi milyonan kes ji Kurdbûnê dûr xist û ev siyaset hê jî berdewam e.
Bi milyonan zarokên Kurd her sal bi zimanekî din, Turkî, tên “perwerdekirin”, kovar, rojname, weshanên din tên qedexekirin, nivîskar, rojnamevan û ronakbîrên Kurd tên zîndankirin.
Her çar sazî, pishtgiriya xwe li ser xebata gelê Kurd bo fermîbûna zimanê Kurdî di perwerdê û hemû aliyên jiyna civakî de diyar dikin.
Em gazî Kurdên li Ewropa dikin, bi teybetî dezgehên Kurdî, ku bi awayekî xurt, hevgirtî û yekdengî pishtgiriya xwe bidin xuyakirin û girîngiya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di nav kar û xebata xwe de bikin zimanê bingehî û hemû chalakiyên xwe bi zimanê kurdî pêkbînin.
Herweha pêwîst e Yekîtiya Ewropa, UNESCO û dezgehên din yên navneteweyî li vî mafê Kurdan yê bingehîn xwedî derkevin û dijî vê asîmîlasyonê dengê xwe bilind bikin.
Wien, 18.01.2011
Hosein Khalighi, Instituta Kurdî ya Stockholmê
Prof. Dr. Jalilê Jalil, Instituta Kurdolojî li Wien
Memo Shahin, Pro-Humanitate Köln
Derwêsh M. Ferho, Enstituya Kurdî ya Brukselê