Omet

Nivîskarê senaryoyan Yaro tev jina xwe Hale ji Iraqê direve Hollanda bi hêviyên ku filmekî li ser xortê bi navê Temo çêbike. Temoyê 10 salî (di jiyana xwe ya rastî de) ji komkujiyek di çolên Iraqê de xelas bû ye. Temo dijbihê Mîro, birayê Yaro yê hunda. Herçend e Yaro di duwanzdeh salên dawîn de xwestî ye filmekî çêke lê pêk nehat. Di dawî de ew li qasî Els dibe. Keçeke ciwan, di dezgeheke filman de kar dike. Ew dibe evîndarê wê û hêviyên wî ji bo çêkirina film zêde dibin. Lê ew ji aliyê jina xwe ve tûsî gelek kêseyan dibe. Ew demeke ku elaqetên wan, ji sedema ku zarokên wan çê nabin, bi hev ra ne gelekî xwes in. Hale nizane ku ew ji Yaro zarok nikarin çê bibin. Yaro bi xwe jî naxwaze li ser vê kêmasiya xwe tistekî bêje jina xwe. Di eynî demê de ew wê tewanbar dike. Hale li sedem û dermanê vê pirsê digere. Dema ew rastiyê pê dihese, ku Yaro ye sedema çênebûna zarokan, tola xwe distîne. Tenêbûna di nava jiyana wan de gelekî mezin e. Ne bi hevra û ne jî bêyî hev dikarin bijîn. Çîrokeke giran, bedew, komîk, ku bi bîrên bavê mîna siyê li ser Temo û Mîroyê hunda digere.  

Credits Omet

Filmekî Ibo Kurdo
Berhema Selman Productions
Lîstikvan:
Nadiye Baran, Nadia Poeshmann, Ibrahim Selman
Sitran Brader
Axaftinên film bi Hollandî û Kurdî ne
Film 88 deqîqe ye

 

Org. Enstituya Kurdî ya Brukselê û het Beschrijf/Passa Porta
Çarsem
24ê Îlonê, saet 9
Passa Porta – A. Dansaertstraat 46 – 1000 Brussels
Free entrance – info: Het beschrijf: 02 223 68 32

F
E
E
D

B
A
C
K