Di dema ku li seranserê Kurdistan jiyana çapemeniyê ji Kurdan re qedexe bû ew bi hêviyên mezin di nava Kurdên Kafkasê de belav dibû. Ji bo Kurdan bi gishtî mîna çirayê hate dîtin. Ev çira heshtê salî dewam kir.

BI hilweshandina Sovyetê re, mîna her kesî Kurd jî ketin bin pek û pêlên aborî, siyasî û civakî…

Di 1992 de pirsigirêkên Riya dest pêkir û heta niha jî berdewam e. Pirraniya xebatkarên ji sedemên cida dest ji kar berda û ketin bin derdê jiyanê. Bes du-sê kes li ser karê xwe man. Salên dawîn ew jî ji hev belavbûn û bes û bes Grishayê Memê li ser karê xwe ma. Deriyê Riya Teze ne xwest bigre. Gelek dijwarî dîtin… Gelek tengasî dîtin… Birçî ma… Tazî ma… Lê Riya Teze weshand… Heta roja qederê li bin guhê wî jî da û ew ji nav me bir. Ew ji nav me bir û hebûn û berdewamiya Riya Teze jî xiste bin xeterê…

Roja bîranîna Grishayê Memê di 26ê mehê de ji du aliyan ve girîng e. Grîshayê Memê û xizmeta wî… Riya Teze çi pê tê?  

Rojev
1. Peyva dînî – Merwan Babîrî (qewlbêj)
2. Sahap Dag – Serokê Mala Êzdîyan
3. Derwêsh Ferho – têkîlyên Enstitûya Kurdî ya Brukselê tevî  Rîya Teze
3. Eskerê Boyîk – nasandina rehmetiyê Grîsayê Memê

Navber 10 het 15 deqîqe hebe bash dibe.

4: Rêportaja Kurdistan tv li gel Grîshayê Memê
5: Newzad Shêxanî. – 9 roj li gel Grîshayê Memê
6: Kakshar Oremar – cîyê Rîya Teze di rojnamegerîya Kurdî de
7. Bangewazî, pirs û caw li dor rewsa rojnameya Riya Teze – Sadîq Basî

Rêvabirîya çalakîyê:  Heso Hurmî,  Sadîq Basî

Roj:  26. 12. 2010, Dem :14:00 
Adrês: Mala Êzdiyan li Oldenburg
Yezidisches Forum e. V, Eidechsenstrasse 19 – 26133 Oldenburg
Têl: 0049 441 4850555 – 0049 (0)17628093933
î[email protected][email protected]

Amadekarî:
Mala Êzdiyan ya bajarê Oldênbûrgê
Enstituya Kurdî  ya  Bruksêlê

 

F
E
E
D

B
A
C
K