20 Tebax 2007
Kollektîva Ronakbîrên Kurd
Ramana Kolektîva Ronakbîrên Kurd: VI

Jana dil ya mezin ya Kurdistanê: Komkujîya birayên Êzidî li Þengalê

Berbînîyek e giþtî ye ku sedsala 21an dê sedsala Kurdan be, sedsala Kurdistanê be. Nîþan û doneyên konkret hene û di serî da jî avabûna Kurdistana Federal li ber çavan e. Dîsa bilindbûna bizava neteweyî û demokratîk ya xelkê Kurd li bakur, rojhilat û rojavayabaþûr û hebûna berxwedana gerîlla nîþaneyên geþbînîya paþeroja Kurdistanê ne û ev yêke xewa dijminan direvîne. Belêm digel hemû dek û dolab û entrîkayên kolonyalîstan jî, sedsala 21an dê sedsala Kurd û Kurdistanê be û der û pencereyên ronahîyê jî vebûne. Bo dijminan rik ev prosese dê bi serkevtina mezin ya Kurdan bi tac bikeve!

Di rêya azadîyê da helbet her destpêk bi jan e, bi êþ e û neteweyê Kurd ji hemû neteweyên bindest zêdetir ev jan û êþ kêþa û mixabin ku hêj jî dikêþe. Di nav van þertên gelek dijwar û giriftar yên rojhilatanavîn û bi giþtî cîhanê da xuya ye ku dê hêj jî bikêþe. Digel hindê jî gihiþtina vê qonaxa îro yêk ji armancên neteweyê Kurd bû ku li parçeyekê jî be, hem dewleta xwe ava bike, hem jî jîyaneke azad û bextewar gav bi gav vehûne û pêþve bibe. Belêm rastîyek jî li ber çavan e ku neteweyê Kurd hêj di pêcûneya ewil ya avakirina jîyana nû da ye. Gihiþtina vê qonaxê piþtî gelek niþîvî û evrazî, ket û rab û sedan astengan bi dest ve hat. Di vê prosesê da toka mirinê li dor Kurdan hate teng kirin, car hat bêhna xelkê Kurd hema bêjin hate çik kirin. Neyarên xelkê Kurd û Kurdistanê kiryarên xwe yên kujer û sojer bi metodên gelek xeddar pêkînan. Bi taybetî sedsala 20an bi kiryarên gelek trajîk yên li ser Kurdan ve tijî ye. Cografyaya Kurdistanê bi hemû parçeyên xwe ve, bû nîþangeha dewletên kolonyalîst û dagîrker. Neteweyê Kurd bi hemû çîn, bask, grûb û kategorîyên xwe ve, bi hemû dîn, mezheb û bawerîyên xwe ve bû armanca êriþên herî hovane yên dewletên dagîrker.

Ev tabloya reþ û tarî, jîyana dramatîk û hetta trajîk mixabin ku bela xwe ji neteweyê Kurd venake!. Yêk ji van bûyerên trajîk jî 14ê Tebaxê li Þengalê pêkhat û nezîkî 500 [pênc sed] Kurdên Êzidî hatin kuþtin, nêzîkî vê hejmarê jî birîndar. Reng û metodê kiryarê kivþ e û detay e. Esasê kiryarê ew e ku, dijî neteweyê Kurd, dijî destkevtên neteweyê Kurd, dijî avabûna Kurdistana Federal, dijî pêþkevtina bi giþtî ya bizava neteweyî ya xelkê Kurd, kiryareke gelek hovane ji teref dewletên dagîrker yên Kurdistanê ve hatîye kirin. Kakilê armanca neyaran neteweyê Kurd e, Kurdistan e. Di destpêka avabûna Kurdistana Federal da, li 1995ê li Zaxo, piþtî hilweþandina rejima Seddam ya li 2003yê jî bi rêzê ve li Hewlêrê, li Kerkûkê, li Mûsilê, li Mexmûrê êriþên mezin hatin kirin û bi sedan Kurd hatin kuþtin. Armanc kivþ e, zelal e; mirandin û têkbirina neteweyê Kurd û welatê wan Kurdistan e!. Di nav vê armanca mezin ya neyaran da þik têda nîne ku ev kiryara dawîyê ya li Þengalê pêkhatî, spesîfîken li ser Kurdên Êzidî hatîye kirin û di vê êriþê da motîfên dînî yên îslamî jî bi zanahî hatine bi kar înan. Di vî planê neyaran da, bi zelalî kivþ dibe û tête xwastin ku di nav neteweyê mezin yê Kurd da, kêmanîya dînî ya Kurdên Êzidî bi taybetî terorîze bikin û hem ji erdê xwe bidine bar kirin, hem jî tovên xisûmeta dînî di nav Kurdan da jî biçînin û þîn bikin.

Li paþ vê kiryarê, di çarçoveya kolonyalîzma li ser Kurdistanê da, planekî navneteweyî heye û elementên vî planî jî Tirkîye, Îran û Sûrîye ne û helbet xeleka nasyonalîstên Ereb yên Iraqê jî pêve ye. Tiþtekî veþartî nîne ku Tirkîye, Îran û Sûrîye hemû mekanîzmayên xwe gelek koordîne dijî Kurdistana Federal bi kar tînin ku goya nebe nimûne ji bo parçeyên Kurdistanê yên di bin dagîrîya wan da!. Ajawe, provakasyon û têkvedana ku ji serî were dikin baþ tête zanîn. Heta nihe çend kiryarên terorî bi destê ajanên van dewletan ve hatine kirin. Ev êriþa Þengalê jî di çarçoveya konsepta vî cepheyî bêyûm yê antî Kurd û Kurdistanê da, di demekî gelek nazik da hatîye kirin. Di çapemenîya cîhanê da herçend cihekî balkêþ negirtibe jî, organîzasyona bi navê "Yêkîneya Tolhildana Tirk" [TIB], ku bi Teþkîlata Istixbarata Millî [MIT] ya Tirk û Serfermandarîya Ertêþa Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya e-mailê belav kir û ev kiryara Þengalê aþkera hilgirte ser xwe. Di "e-mail belavok"ê da wisa tête gotin: "… Berxwedêrên Tirk yên girêdayî Yêkîneya Tolhildana Tirk, ji bo ku ewlehîya can û axa Tirkmenên Iraqê biparêze, heta axirîn dilopa xwûna xwe dê þer bikin û ji bo damezrandina Dewleta Tirkmenelî dê her reng kiryara çekdarî pêkbînin! Tola Tirkmenên ku li Tuzxurmatu û navçeya Emirli, ku piþtî êriþeke bombeyî hatibûn kuþtin, hatîye standin! Beramberî êriþa bêbext ya ku dijî Tirkmenan hatîye kirin, Yêkîneya Tolhildana Tirk li bakura Iraqê, dijî Kurdên ku paþê li Þengala navçeya Tirkmen hatine bi cih kirin, ji alîyê 4 komandoyên Tirkîst ve êriþek hatîye kirin û ji 250yan zêdetir Kurdên çepel hatine mehû kirin!.."

Hûn dibînin, vî zimanê, -gotina "kirêt" sivik dimîne-, qirêj!. Ev çi kîn, xerez û nefret e beramberî neteweyê Kurd!. Dewleta Tirk bi timamî bi vê zihnîyetê hereket dike û timamî konsepta xwe ya dijî neteweyê Kurd û projeya Kurdistanê li ser vî mejîyê nijadperês ava kirîye û di rê dibe. Ev grûba terorîst ya ku bi navê "miletê Tirk" fermana kuþtina Kurdan dayî, aþkera ye ku ji Ankarayê tête kumanda û îdare kirin, belêm desteka lojîstik jî ji dewletên Îran û Sûrîye û Cepheyê Millî yê Tirkmen li Kerkûkê werdigire. Eve ji alîyê Kurdan ve ji xwe dihate zanîn, lê divêt bîr û rehîya giþtî ya cîhanê jî ji van kiryarên Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê bête agahdar kirin û cîhana demokratîk û humanîter li ser karên terorîstî yên van dewletan bête serwext kirin û destek û hevkarîya cîhana demokratîk bête wergirtin. Referandûma Kerkûkê û navçeyên dî yên Kurdistanê yên hêj bi îdareya Kurdistana Federal ve nehatine girêdan, -ku Þengal jî yêk ji wan navçeyan e-, binasekî [sebebekî] aktuel e ji bo van dewletên êriþkar yên cîran, lê di esasî da armanca vî cepheyê antî Kurd, hindî ji wan bêt tehrîbkirina Kurdistanê ye, rê li ber avabûna Kurdistanê girtine.

Di encam da, divêt bête qebûl kirin ku neyaran derbekî bi dilê xwe li neteweyê Kurd dane û dînen Êzidî jî bin, nêzîkî 500 Kurd kuþtine, bi sedan kes jî birîndar kirine. Ji alîyê hemû neteweyê Kurd ve rewþeke trajîk e, belêm helbet bi taybetî ji alîyê Kurdên Êzidî ve encameke trajîktir e. Nifusa Kurdên Êzidî ji xwe kêm e û li gelek navçeyan belav bûne. Kurdên Êzidî, di nav tevnê sosyolojîk yê neteweyê Kurd da, ji alîyê dînî ve kêmanî ne, lê ji alîyê kultur, folklor û jîyana sosyotradisyonel ve qedîm in û temsîla jîyana otantîk ya neteweyê Kurd dikin. Belavbûn û kêmbûna nifûsa Êzidîyan û di ser hemûyan da jî felaketên ku bi serê wan têne înan, ji alîyê jîyandina heyîyên neteweyî yên xelkê Kurd ve berzebûnên mezin in. Li ber vê rastîyê, parastin û lê xwudan derketina Kurdên Êzidî erkekî sereke yê neteweyî ye.

Piþtî ku ev bûyera Þengalê ya dilsoj pêkhatî, cihê þahîyê ye ku reflekseke neteweyî ya xelkê Kurd derkete meydanê û dûr nêzîk hemû Kurd çûne hawara birayên xwe yên Êzidî û di hemû parçeyên Kurdistanê û meydanên dîasporayê da jî xemxwarîyeke ji dil hate nîþandan, komkujî û kirdar hatin protesto kirin. Belêm eve têra nake û ev reftara neteweyî divêt di dereceyeke bilindtir da bête domandin û ewlehî û asayiþa Kurdên Êzidî divêt bête garantî kirin. Navçeya Þengalê li goreyî sîstemê federal yê Iraqê herçend ne di nav rêvebirîya îdareya Kurdistana Federal da be jî, hukûmeta Kurdistan Federal divêt "de facto" vê berpirsiyarîya parastina navçeya Þengalê hilgire ser xwe û her çi karê hewce hebe bike. Herweha Hêzên Parastina Gel [HPG] jî, di çarçoveya erkên neteweyî da û bi koordînasyoneke rêkûpêk dikarin desteka lojîstîk bidine hêzên asayiþê yên Kurdistana Federal ku çeper û tedbîrên parastinê bêne xurt kirin.

Hissîyata "dilpêveman"ê helbet hisseke mirovî ye û di dilê her Kurdekê da ev kiryara hovane ya li ser birayên Êzidî li Þengalê hatîye kirin, dibe, jan, êþ û kul û kesera bi giþtî ya neteweyî. Belêm ji vê zêdetir erk hene li pêþîya her Kurdekê. Di nav Kurdan da dînê domînant "Îslam" e û bivê nevê gelek tengbînî û teessûbîyên ji dînê îslamê derdikevin jî, hevkarî û piþtgirîya neteweyî ya di navbeyna Kurdên Musulman û Êzidî da tehrîb dike û zerarê digihîne yêkitîya neteweyî û rê li ber cudabûn û ji hev dûr ketinê xweþ dike ku encama vê çûyînê bi kêrî neyaran têt. Esasen hemû Kurdên ji dîn û mezhebên cuda, divêt ji bo ragirtina yêkitîya neteweyî xwe ji ekstremîya dînî û mezhebî dûr bikin. Ji ber vê yêkê, her Kurd, divêt di serî da elementên neteweyî jînde bike û di serê her tiþtî û karî da bigire. Mirovê Kurd ji kîjan dîn, mezheb an bawerîyê be, pêþîyê Kurd e û divêt vê bawerîyê bike çîmentoya yêkitîya neteweyî. Li ser vê bîr û bawerî û hizirîna neteweyî, Kurd divêt beramberî her reng bawerîyên xwe yên ramanî, dînî û mezhebî, di maksîmûm dereceyê da toleransê [xweþbînî] nîþanî hev bidin, ji bo azadîya cudabûnên xwe hevkarîya hevdu bikin. Kurd dikarin bi vî rengî rê li ber ajawe, provakasyon û êriþên neyaran bigirin. Garantîya hebûn û parastina hemû çîn, bask, grûb û kategorîyên neteweyê Kurd, tifaqa navxweyî ye.

Þengal û Þengalî ji ber Kurdistanîbûn û Kurdbûyîna xwe bûyne armanca êriþkaran û vê terorê û kuþtîyên Þengalê jî þehîdên doza Kurdistanê ne. Bi vê bîr û ramanê, em komkujîya 14ê Tebaxê ya li ser birayên xwe yên Êzidî li Þengalê, þermizar dikin, kirdaran rûreþ û qehir dikin. Bila serê neteweyê Kurd sax be. Hêvîya me ew e ku birîndar zûtirîn dem bi sax û silametî rabine ser xwe. Dîsa hêvîya me ew e ku hukûmeta Kurdistana Federal hêz û dewletên li paþ vê kiryarê peyda bike û ji bo bîr û rehîya giþtî ya navxwe û derve aþkera bike. Hukûmeta Kurdistana Federal divêt hevkarîyeke mezin jî bide Þengalê ku cih, tax, xanî û malên hatine kavil û wêran kirin ji nû ve bêne ava kirin û herweha ji bo ji bîr nekirina vê roja komkujîyê û bîrînana þehîdên Þengalê jî karekî konkret bête kirin.

17 Tebax 2007

Bi navê Kolektîva Ronakbîrên Kurd:

HAYDAR IÞIK, nivîskar DERWÊÞ FERHO, þair, serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê MÎRHEM EGÎD, rojnamevan MEDENÎ FERHO, nivîskar ROJAN HAZIM, nivîskar

F
E
E
D

B
A
C
K