Endamên Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK)’ê jî di nav de rewsenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên kurd bi nameya hevbes a amade kirin xwestin bala cîhanê bikisînin ser xedeya kurdî.
Nameya hevbes ji Ban Ki-Moon (Sekreterê Gistî yê NY), Carol Bellamy (Dîrektora UNICEF’ê). José Manuel Barosso (Serokê Komisyona YE’yê), Nicolas Paul Stéphane Sarkozy (Serokkomarê Fransayê û Serokê Demî yê YE), Nancy Patricia D’Alesandro Pelosî (Seroka Kongreya DYA’yê) re hate sandin. Di nameya xwe de got ku 25 milyon kurd li Tirkiyeyê ji perwerdeya bi makzimanê xwe mehrûm in û pirsa ‘ma ev ne serma mirovahiyê ye?’ ji wan kir. Name wiha domiya: "Em wisa hizir dikin ku hûn li Tirkiyeyê, rewsa bi gistî ya polîtîk ya ku xelkê kurd tê de dizanin û ji nêzîk ve teqîbdikin. Nêzîkî 25 milyon kurd hene li Tirkiyeyê. Wekî tê dîtin nifûs qederekê bilind e û kurd ne xwedî maf in." Nameya vekirî wiha didome: "Xelkê me, da ku mafê xwe bi dest bixe û bistîne, dijî reftara zordest û asîmîlasyonîst ya dewleta tirk têkosînê dide û li hêviya destek û pistevaniya we ye."
Di nameya bi sernivîsa, "Em we gazê pistevaniyê dikin" a ji aliyê gelek navdarên kurd îmzeya xwe avêtine binê wê de hate xwestin ji bo kurd karibin bi zimanê zikmakî perwerdeyê bidest bixin hewldan bên nîsan dan: "Di serî da Kurdî axivtin û nivisîna kurdî û pêkve jiyana kulturî û hunerî di çarçoveya aktîvîteya polîtîka qedexe da tête mana kirin û lêpirsînên cizayî têne kirin û cizayên giran têne dan. Li Tirkîyeyê di hemû qanûnan da, maddeyên ku kurdî qedexe dikin û bi karanîna kurdî asteng dikin hene. Cizakirin û muameleya xirab ya ji teref lesker û polîs ve tête kirin û gelek pratîkên dî yên neqanûnî adeta kiryarên rûtîn yên dewletê ne. Tirkîye ji bo YEyê welatê namzet e û wekî di ‘Krîterên Kopenhage’ da tê dîtin, di "Beyannameya Mafê Mirov ya Unîversal" da, herwisa di "Peymana Mafên Ekonomîk, Sosyal û Kulturî" da, di belgeya Organîzasyona Asayis û Hevkarîya Ewrûpayê da, di "Peymana Navneteweyî ya Rakirina Her Reng Diskrîmînasyona Nijadî" û UNICEF û hemû belge û peymanên rêxistinên navneteweyî da, maddeyên li ser "perwerdeya makzimanî" cihekî gelek giring digirin. Û Tirkîye wekî dewlet, bi îmzakirina van peyman û belgeyên navneteweyî bûye teref. Tirkîye berî hertistî, bi îmzakirina van peyman û belgeyên navneteweyî gelek vekirî xwe kirîye binê berpirsiyarîyê, belêm dîsa ve di nav sîstemê perwerdeya xwe ya fermî da rê nade Kurdî.
Xelkê me, daku mafê xwe bi dest bêxe û bistîne, dijî reftara zordest û asîmîlasyonîst ya dewleta Tirk têkosînê dide û li hêvîya destek û pistevanîya we ye. Em vê ji we dixwazin: Li Tirkîyeyê, li tenista Tirkî, Kurdî jî bila di nav sîstemê perwerdeya fermî ya dewletê da bête bi cih kirin û Kurdî wekî zimanê duyê yê fermî bi makqanûnê bête garantî kirin. Ji bo bidestxistina vê yêkê, em li hêvîyê ne ku hûn giranahîya xwe li ser Tirkîyeyê bi kar bînin."
Îmzevanên nameyê
Zubeyir Aydar (Serokê KONGRA GEL), Ali Yigit (Serokê KNK’ê), Rojan Hazim (Serokê Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNK), Derwês Ferho (Serokê Înstîtuya Kurdî ya Brukselê), Fehmi Balayî (Serokê Înstîtuta Kurdî li Elmanya), Huseyin Khelîqî (Serokê Înstîtuya Kurdî ya Stockholmê), Dr. Zaradachet Hajo (Serokê Pen a Kurd), Nizamettin Toguç (Serokê KON-KURD’ê), Yêkitiya Mamostayên Kurd, Federasyona Komeleyên Elewîyên Kurd, Federasyona Komeleyên Êzidîyan, Civaka Îslamî ya Kurdistanê. Ahmet Kahraman (Nivîskar), Amed Tigrîs (Nivîskar), Evdila Dirêj (Nivîskar), Feleknas Uca (Endama PE), Haydar Isik (Nivîskar), Hêlîn Evrîm Baba (Parlementera Eyaleta Berlînê), Huseyin Kartal (Nivîskar), Kazim Baba (Mamoste), Medenî Ferho (Nivîskar), Mehmet Sahîn (Nivîskar), Mîrhem Yigit (Nivîskar), Nesîmî Yaman (Ozan), Dr. Remzi Kartal (Parlementerê berê yê DEP’ê), Serhat Bucak (Hiqûqnas- Nivîskar), Semsettin Ahmet Aktas (Nivîskar), Sores Resî (Nivîskar) Prof. Dr. Seyhmus Guzel (Nivîskar).
BRUKSEL