Weşan: 29 Tebax 2007

Ji nav dijminên sûndxwarî yên Kurdistanê, organîzator dijmin dewleta Turkîyeyê dîsa ve dest bi entrîka û desîseyên xwe kir. Serokwezîrê Iraqa Federal Nûrî El Malikî vexwende Ankarayê û "Mutabeqeta antî Kurd" pê da îmza kirin!. Turkîye heta gewrîya xwe di nav planekî xwûnî û qirêj da ye beramberî xelkê Kurd û Kurdistanê. Ji milekî Îran û Sûrîyeyê dijî xelkê Kurd organîze dike, li milekî agirê terora li nav Iraqê gur dike, terorîstan organîze dike, bi çek dike û bi sedan xelkê sivîl pê dide kuþtin, li milekî operasyonên herî xeddar pêktîne li bakura Kurdistanê, li milekî jî hemû kartên xwe yên polîtîk, dîplomatîk û leþkerî li ser prosesa referandûma Kerkûkê bi kar tîne ku referandûmê bide betal kirin. Ji bo vê armancê digel hemû kan û serkanîyên qirêj di nav têkilîyê da ye. Daku projeya Kurdistana Federal bi serkevtî pêþnekeve, çi dek û dolab hene dike. Heta îro çend kiryarên terorîstî li nav tixûbên Kurdistana Federal pêkhatibin, li paþ van hemû karên terorîstî destê qirêj yê dewleta Turkîyeyê, herweha Îran û Sûriye jî, heye.

Dewleta Turkîyeyê bi vê armanca xwe ya antî Kurd û antî Kurdistan, dixwaze hukûmeta Iraqa Federal jî bikêþe nav vî planê xwe yê dijî mirovî. Malikî vexwende Ankarayê û xwest ku peymaneke wekî ya demê rejima Seddam digel îmza bike û ji bo êriþkarî û dagîrkerîya xwe ya li baþûra Kurdistanê û pêk ve Kurdistana Federal zemînê "huqûqî" amade bike. Belêm nikarî çarçoveyeke hinde berfireh bi Malikî bide îmza kirin, vêca rabû "Mutabaqata antî terorê" digel Malikî îmza kir. Turkîye ji dîroka xwe ya totalîter û dîktatorîyal elimtîye ku li ser herkesê "emir û fermanan" bibarîne!. Reftar û polîtîkên Turkîyeyê yên antî Kurd baþ têne zanîn. Lê belê, hukûmeta El Malikî vê gavê li Iraqê digel partîyên Kurdistanê di nav koalîsyonekê da ye û bi desteka parlementerên Kurdistanê li ser pêya ye û baþ dizane ku terora li nav tixûbên Iraqa Federal û li Kurdistana Federal bi destê dewleta Turkîyeyê ve tête kirin. Digel hindê, Malikî jî hemû normên etîka polîtîk binpê dike û digel hukûmeta Teyîb Erdoganî "Muhtiraya Mutabaqatê" ya antî Kurd îmza dike. Kakilê naveroka vê peymanê bi giþtî antî Kurd e, spesîfîken jî dijî bizava neteweyî û demokratîk ya bakura Kurdistanê ye. Malikî bi vê peymana digel Erdogan îmza kirî, xwe êxistîye nav dava dewleta Turkîyeyê. Malikîyê ku oksîjena xwe ya polîtîk ji çadira oksîjenê ya Kurdistanê werdigire, xuya ye ku, dixwaze dawîyê li jîyana xwe ya polîtîk bîne.

Em Kurdên ji hemû parçeyan û meydanên dîasporayê, vê "Muhtiraya Mutabaqata Erdogan û Malikî", red dikin, didirîninê û diavêjin. Organîzasyonên neteweyî û demokratîk yên xelkê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê, dijî terora dewletên dagîrker û kolonyalîst, têkoþîna dozeke heq didin û aladarên azadîyê, dad û dadyarîyê, wekhevî û demokrasîyê ne. "Mutabeqete xelkê Kurd" li ser van bihayên mirovî û heq û demokratîk pêkhatîye. Yêkitîya neteweyî ya xelkê Kurd û pêk ve xelkên Kurdistanê rê nade û divêt nede van plan û peymanên dewletên dagîrker û kolonyalîst yên Kurdistanê.

Em bi vê "Mutabeqete neteweyî ya Kurd û Kurdistanê", dijî "Muhtiraya Mutabaqata Erdogan û Malikî" ya 7ê Tebaxa 2007ê ya Ankarayê, dengê xwe yê yêkgirtî bi bîr û rehîya giþtî ra digihînin û "Muhtiraya Mutabaqata Erdogan û Malikî" protesto dikin.

23 Tebax 2007

Kesên ku bixwazin beshdariya vê bangê bibibin dikarin bi rêya e-mailê Enstituya Kurdî ya Brukselê agahdar bikin.

Pêşniyar: Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

Îmza:

Abbas Abbas(nivîskar), Ahmed Dere (rojnamevan,nivîskar), Binevsha Bêrîvan (cineast), Derwêsh Ferho (serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê), Haydar Isik (nivîskar), Heso Osman (rojnamevan), Kanî Muradî (helbestvan), Kazim Baba (siyasetmedar), Mecîd Mellek (siyasetmedar), Medenî Ferho (nivîskar), Mehdî Aldur (xebatkarê Enst. Kurdî ya Brukselê), Memo Sahin (nivîskar), Mîrhem Egîd (rojnamevan), Necîb Balayî (nîskar), Rojan Hazim (nivîskar), Sherwan Hesen (siyasetmedar), Zuhat Kobanî (nivîskar)
 

F
E
E
D

B
A
C
K