Derwich M. Ferho, Serokê Enstituya Kurdî pirtûka ‘In de Bres voor de Koerden’ dide nasîn.
Ludo De Brabander (Saziya ashtiyê, vzw Vrede) hevpeyvînê bi senator û wezîrê berê yê kultûrê Bert Anciaux û cîgirê serokê Parlementoya Bukselê Jan Béghin re li ser xebata wan, siyaseta wan û bîr û baweriya wan li ser pirsgirêka Kurdî dike. Mijar Pasheroja Kurdan û çi divê bieb?
e Vlaams-Brabant
Li ser In de bres voor de Koerden
“In de Bres voor de Koerden” (Ji bo Kurdan di meydana xebatê de)
Nivîskar: Marlies Casier, ziman: Holandî, 17 €,

Chend siyasetmedarên Flaman di salên 60 de dest bi nasîna pirsgirêka Kurdan kir. Ev mijara ku çend kes pê radibûn çil sal pash re ne tishtekî nenaskirî ye. Keda gelek siyasetmedarên Flaman di vê yekê de mezin e. Pirsgirêka Kurdan li Beljîka êdî ne ‘serê min jê çi diêshê’ ye.
Bi teybetî pash bomberanên gazê li ser Helebce û derdorê wê û bi sedhezaran penaberên ku di shertên giran de li hawîrdor belav bûn. Ji wan penaberan beshek jî xwe gihandin Ewropa.
Rojhilatê Kurdistan û Rojava/bashûrê Kurdistan demên zor jiyan. Her roja diçe zêdetir penaber têne ber bi Ewropa de.
Ewropiyan Kurd û pirsgirêka wan roj bi roj, rû bi rû didît.
In de Bres voor de Koerden (Ji bo Kurdan di meydana xebatê de) li ser xebat, çalakî, peywendî û mafên bingehîn ji bo Kurdan ji aliyê siyasemedarên Flaman hatiye nivîsîn.
Bi rêya hevpeyvîn bi kesên ev xebat kiriye, amanca wan, peywendiyên wan bi rayedarên Ewropî, Turkiyê, Iraq, Îran, Suriye, welatên din û bi Kurdan re, li ser esasê dokumentên wan di vî warî de hatiye nivîsîn. Wan ji bo vê xebatê çi kiriye, çawa kar domandine, çi jiyane, çi hunda kirine û çi bidest xistine tev hatiye nivîsîn. 
Bi vê pirtûkê em dîtinên wan siyasetmedaran li ser dîroka xebata wan ji bo Kurdan guhdarî dikin û bîr û baweriya wan li ser pasheroja Kurdan jî dibînin.

Turkiye li ber deriyê YE ye. Pirsgirêka Kurdan û giraniya xebata Kurdan ji bo wî welatî çiqasî mezin e ku tesîrê li erê-na kirina vê daxwazê bike? Ewropî di vê mijarê de çiqasî xwedî prensîb in?  

Hevpeyvîn bi kesên mîna Willy Kuijpers, Jaak Vandemeulebroucke, Frieda Brepoels, Bart Staes, Jan Béghin, Bert Anciaux, Lionel Vandenberghe, Nelly Maes, Hugo Van Rompaey, Jan Loones, Hugo Van Dienderen, Jef Sleeckx û gelek kesên din re, ji bo vê pirtûkê çêbûn. Xabat, bîr û baweriya wan bingeha vê pitûkê pêk tîne.

Marlies Casier di zanîngeha Gent (Universiteit van Gent) de li ser pirsgirêka Kurdan li Turkiyê û peywendiyên bi Ewropa re lêkolînvan e. Heta niha gelek nivîsên we li ser vê mijarê di kovarên cida de hatine weshandin.
Li ser daxwaza Ensituya Kurdî ya Brukselê Marlies Casier ev pirtûka giranbiha amade kiriye.

Ji bo hê zêdetir agahdarî û peywendî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Bonneelsstraat 16-1210 Brussel, Bank BE 36 001-2068530-81
T.: +32/(0)2 230 89 30 – F.: +32/(0)2 231 00 97 – [email protected]
de Provincie Vlaams-Brabant
In de Bres voor de Koerden, Marlies Casier
165 r. | buha: € 17.00, Enstituya Kurdî ya Brukselê 

Buhayê pirtûkê ‘In de Bres voor de Koerden’: € 12.00

Agahdarî?
Enstituya Kurdî ya Brukselê – Rue Bonneelsstraat 16- 1210 Brussel/Bruxelles
T.: +32 (0)2 230 89 30 – F.: +32 (0)2 231 00 97 – E-mail: [email protected]www.kurdishinstitute.be, IBAN BE 36 001-2068530-81

Lieve Driesen

Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rue Bonneelsstraat 16
1210 Brussel/Bruxelles
T.: +32 (0)2 230 89 30
F.: +32 (0)2 231 00 97
[email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K