Shêxmûs Dagtekin ji Bakurê Kurdistan û ji 1987 ve li Parîsê dijî û kar dike.

Li ser nivîsa xwe ewê bi bi navdarê Beljîkî Erwin Jans biaxive.  

Shêxmûs Dagtekîn beshdarî vê festîvalê dibe ku ew dikeve nava çarçeweya programa festîvala Shahredariya Bruksel ya bi navê Interlitratour.

Interlitratour çalakiyeke wêjeyî ye ku ji aliyê saziyên kultûrî û civakî hene. Nivîskar ji berhemên xwe dixwînin, konferans, tiyatro û mûzîk tê pêshkêskirin.

Di nava programa 29.11.2009 de nivîskarên navdar hene. Geert Van Istendael, Stefaan van den Bremt, Shêyhmus Dagtekin, Peter Vermeersch. Wek tê dîtin, beshdariya Shêxmûs Dagtekîn di nava van nivîslaran de ciyekî teybet ide wî bi xwe, ku hêjayî wî cî ye û wêjeya Kurdî…

Şêxmus Dagtekin (Kurdistan, 1964) helbestvan û romannivîs e. Li hêrêmeke çiyayî mezin bû ye. Pirraniya xelkê nexwende ye û di shert û mercên giran de dijîn. Shêxmûs Dagtekin yekemîn ks e ku di nava neslê xwe de dikarî bixwîne. Di zanîngeha Ankara de Rojnamevanî xwend. Di 1987 de hate Prîs. Xwendina xwe ya bilind li wira jî berdewam kir. Ji wê salê û vir de li wira dijî û kar dike. Ew bi zimanên Kurdî, Turkî û Frensizî dinivîse. Herî zêde hez dike helbestê binivîse. Yekemîn dîwana wî di sala 1992 de hate weshandin. Romanek jî bi navê A la source, la nuit, (2004). Mijara wê romanê gundê wî li Kurdistan e.

Shêxmûs Dagtekin yek ji wan nivîkarên ku di nûjeniya wêjeya (helbest) Frensizî de roleke mezin dilîze ye. Heta niha heft dîwan nivîsîne û pirraniya wan xelat stendine. Juste un pont, sans feu xelata bi nav û deng Prix Mallarmé 2007 stendiye.

Bibliografî :
Au fond de ma barque, L’Idée bleue (2008)
Juste un pont sans feu, Le Castor astral (2007)
La langue mordue, Le Castor astral – Écrits des Forges (2005)
À la source, la nuit, Robert Laffont (2004)
Couleurs démêlées du ciel, Le Castor Astral – Écrits des Forges (2003)
Le verbe temps, Le Castor Astral – Écrits des Forges (2001)
Les chemins du nocturne, Le Castor Astral (2000)
Artères-solaires, L’Harmattan (1997)

Erwin Jans (Hasselt, 1963) dramaturg, doçent li zanîngeha KULeuven û Xwendegeha bilind Artesis Hogeschool Antwerpen.

Passa Porta (Rue A. Dansaertstraat, 46 – 1000 Brussel)

13h30-14h30

Org.: Enstituya Kurdî ya Brukselê, Het beschrijf

 

F
E
E
D

B
A
C
K