Ev mes bi organîzekirineka gelek profesyonel, gelek hêmin, li ser navê Encumena ÊziD hatibû qeydkirin û ji aliyê EziD û  "Komîta sopandin û lêpêstgirtina peymana Sûriyê-Elmanyayê" hatibû amade kirin.

Di destpêkê de nûnerê komêteya Êzidiyên basûrêrojava, "Komita sopandin û lêpêstgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê" û moderatorê mesê rêzdar Dilgesh Îsa li ser rewsa Êzidiyên basûrêrojava (Sûriyê) axivî û rexne li peymana Sûriyê û Elmanyayê kir.

Herweha di çarçova Xwepêsandanê de gelek dost û hevalên miletên bindest amade bûn.
Xanim Pea Beate Zimmermann, endama partiya PDS,  û xanim Filiz Polat ji Partiya Keskan (Bundes 90, die Gruenen) û herweha rêzdar Sigmar Walbrecht ji encumena penaberiya Niedersachsen (Flûchtlingsrat Niedersachsen) di axiftinên xwe de pistgiriya xwe ji bo doza penaberan diyar kirin û destxwesî dane besdarvanên Xwepêsandanê.

Hêjayî gotinê ye ku hêja Feleknas Uca, endama Parlamentoya Ewropayê ku bi eslê xwe Êzidî ye, wek hercar cihê xwe di nava gelê xwe de girt û di axiftineke bi heyacan fikir û dîtinên xwe derbarê vê peymanê anî zimên.

Her weha serokê encumena EziD birêz Loqman Baris di axaftina xwe ya pir balkês de bal kisand ser giringî û pêwistiya tifaq û yekîtiya navxweyî, û got ku îro roj di van rojên dîrokî de, di van kêlîkên pir hestedar de em bêtir ji hemî demê bi hewcedarê yekîtiyê ne.
Di heman demê de, berê xwe da wan kesayetên ku li dijî tifaqa Êzdiyan kar dikin û got ku em ê qet bi tu awayî rê nedin ewan kesan kî bin bila bibin, û em ê her demî li her ciyekî ku em tê de bin riwê wan yê res rayî milet bikin.
Ji layekî din ve birêz Baris Êzdiyên basûrêrojava (Sûriyê) rexne kirin û got ku eger hun li xwe nebin xwedî eger hun tifaqa xwe bi destên xwe ?ênekin, wê kesek jî wê ?axê nikaribe alîkaria we bike, û li pirs û pirsgirêkên we xwedî derkeve.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo serîlêdana hindek ciyên fermî yên Elmanya, di mesê de du sand hatin destnîsankirin û berê xwe dane avahiya perlemana herêmê û avahiya wezareta hundir, li wir herdu sandan daxwaznameyek firehî radestî Hukumeta Herêmê û hemî partiyên Elmanî yên Herêmê kirin, û hêviya xwedîderketina li Êzdiyên basûrêrojava li wan kirin.

Di 14.07.2008 an de Dewleta Sûriyê û Elmanya peymana vegerandina penaberên ji Sûriyêyê hatîn yan jî yên di rêya Sûriyê re hatîn Elmanya, îmze kirin. Di 03.01.2009 Hikûmeta Sûriyê ev peyman bi rengekî fermî pejrand.
Dewleta Elmanya hewl dide nêzîkî 7000 Penaberan vegerîne Sûriyê. Ev Penaber ji salan ve li Elmaniya dijîn bêyî ku Elmaniya mafê Penaberiyê bide wan. Piraniya van penaberan Kurdên parêzgeha Hasaka ne û hijmara bihtir ji wan  ne Hemwelatiyên Sûriyê ne.
 
Demjimêr li 14.00 an pistî nîvro bi dilxwesî û serkeftinek pir mezin mes bi dawî hat, û besekî mezin ji xwepêsinderan berê xwe dane mala Êzdiyan Celle.
Li mala Êzdiyan Celle civînek li ser heman babetê bi besdarbûna nûnerên Bundesamt, seroka saredariya Celle, birêz Felek Naz Uca, gelek parêzvan û bêtir ji 300 kesî hate li darxistin.
Di wê civînê de ku bêtirê wê sîrove û pirs û bersiv bûn piskdaran bal kisandin ser rewsa Êzdiyan li Turkiyê, Sûriyê, Elmaniya û xetera peymana di navbera Sûriyê û Elmanyayê de.

Têklî bi: Komita Hildesheim ya sopandin û lêpêstgirtina peyamana Sûriyê-Elmanyayê
www.yeziden-syrien.de[email protected]

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K