Enstituy Kurdî ya Brukselê ji mexdûrên erdhêja li herêmê bûye sîfa dixwaze. Ji kesên jiyana xwe destdayî rehmetê û ji birîndaran re şifa xêrê dixwaze. Jibo mexdûrên herêmê Heyva Sora a Kurdistanê kampanya alîkariyê destpêkiriye.

Heyva Sor a Kurdistanê e.V., Wilhelmstr. 12 – 53840 Troisdorf

Kreissparkasse Köln
IBAN: DE49 3705 0299 0004 0104 81, BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Armanc (referans) : ALÎKARIYA ERDHEJÊ

Bangewaziya KNK belav dikin.

Banga seferberîyê jibo Erdheja li bakur û rojavaya Kurdistanê!

Erhej karesateke mirovahîyê ye!

Erdheja navenda wê li bakûra Kurdistanê, bajarê Mereşê û dîlokê de bi pileya 7.8 çêbûye de, bi sedan mirovan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne û hîn metirsîdarîya mirin û birîndarî zêde bibe heye. Di encamê de bi hezaran avahî rûxîyan û karesateke mezin li welatê me çêbû. Bi vê munasbetê em sêrîde ji kesên jiyana xwe destdayî re rehmetê û ji birîndaran re şifa xêrê dixwazin.

Di serî de em bang li gelê xwe dikin ku jibo alîkarîyê bi rûhê seferberîyê tevbigerin û li hevdû xwedî derkevin, pêwîste herkes çi ji destên wan were alîkarîyê bikin, ev erkê mirovahîyê û welatparêzîyê ye.

Raxmî erdhej bûyerek xwezayî be jî, lê encamên polîtîkayên rejîma AKP-MHPê ye, jiber bi salane pispor di vê mijarê de pêşbîniyek bi vî rengî li ser heman herêmê dikirin. Lê, rejîma AKP-MHP ti tedbîr di warê teknîkî de û ne warê ewlekarîyê de negirtin. Polîtîka wan, li herêm bû sebeba karesateke bi vî rengî. Sucdarên wê karesatê hûkumet û polîtikaya Erdogane.

Careke din em bangewazîye di serîde li gelê xwe û sazîyên navdewletî yên bi alîkarîya mirovahî dikin ku bi erkên xwe rabin demildest bo alîkarîya mexdûran tevbigerin û destê alîkarîye di her warî de dirêjî mexduran bikin.

Konseya Revebir ya KNKê

Rue Jean Stas 41, 1060 Bruxelles Tel: 00 32 2 647 30 84 Homepage: www.kongrakurdistan.net E-Mail: [email protected]

06.02.2023 Bruksel

F
E
E
D

B
A
C
K