”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, di rojên 5-6ê meha 11an [Teşrîn-Mijdar

2009] da, li salona Parlementa Flaman-Bruksel kombû. Ji seranserê Kurdistanê û

dîasporayê zana, bispor û mamostayên Kurdî beşdar bûn. Pirs û pirsgirêkên di

warê ziman û perwerdeya Kurdî da bi berfirehî hatin axivtin. Danezanên zanyarî

yên li ser ziman û perwerdeyê hatin pêşkêş kirin.

Di encam da li ser tesbîtên zanyarî ev biryar hatin standin:1. Li Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê polîtîkên asîmîlasyonîst yên dijî Kurdî bi reng,metod û teknîkên cuda têne domandin û li van dewletan fermîyen jîperwerdeya bi Kurdî nîne û eve rê li ber asîmîlasyonê fireh dike. ”Şûra”lezînen û bi giringî bangî van dewletan dike ku Kurdî bibe zimanê duyê yêfermî yê dewletê û ji bexçeyê zarokan heta unîversîteyê perwerde bi Kurdîbête kirin. Bi vê xalê ve girêdayî, ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”bangî rêvebirîya polîtîk ya Kurdistanê li bakur dike ku li cografyaya

Kurdistanê ”de facto” ”du zimanî”yê bi kar bîne. Ji şehridarîyan heta

sendîka, baro û organîzasyonên dî yên sosyopolîtîk, sosyokulturel û

sosyoekonomîk divêt di hemû kar, xebat, kombûn, konferans, sempozyûm û

kongreyên xwe da Kurdî û Tirkî bi kar bînin û vê yêkê wekî wacibekî

neteweyî qebûl bikin.

2. Di realîteya îro da Kurdî bi du alfabeyan bi kar têt: Alfabeya bi tîpên Latînî

û alfabeya bi tîpên Aramî-Erebî. Li Kurdistana Federal û li rojhilataKurdistanê alfabeya fermî ya bi tîpên Aramî-Erebî ye. Li bakur, rojava ûdiasporayê jî alfabeya bi tîpên Latînî bi kar têt. Du alfabetî dibe binasê ji hevdûrketina zaravayên Kurdî û her diçe ji hev têgihiştinê bi zehmet têxe ûdîwarên destkir yên di navbeyna zaravayên bakur û başûr da xurt û stûr dikeku eve rewşeke negatîv e. ”Şûra” di wê bawerîyê da ye ku ji bo parastin ûpêşvebirina zimanê Kurdî yêkkirina alfabeyê pêdivî ye. Lewma ”Şûra”bangî rêvebir û otorîteyên desthilata polîtîk û herweha cîhana zanyarî yaKurd dike ku yêkkirina alfabeyê danin serê rojeva xwe û di nav prosesekemaqûl da û bi planekî zanyarî û pedagojîk rê li ber yêkkirina alfabeyêvekin.3. Di bi kar înana Kurdî da pirs û pirsgirêkên gramatîkî û rastnivisînî jî hene ku

eve li ber standartbûna zimanî asteng in. Zimanzan û zimannasên Kurdî

divêt bi organîze û bi norm, metod û teknîkên zanyarî, van kêm û kasîyên

zimanî tesbît bikin û rêyên çareserîyê peyda bikin û bidine xizmetê.

4. Di perwerdeya Kurdî ya îro heyî da; ji alîyê materyal, naverok, form û

metodîk ve paşvetîyeke konkret tête dîtin ku divêt ev probleme bi planekî

modern û pedagojîyeke zanyarî û pêşkevtî bête çareser kirin.

1

5. Kêm û kasî û problemên zimanî yêkser tesîreke negatîv li ser weşangerîya

Kurdî jî dikin û her dezgehekî ragihandina Kurdî di warê bi kar înana Kurdî

da lokal û otonom hereket dikin ku eve jî di pratîkê da kaoseke zimanî

derdêxe meydanê.

6. Ji ber van hemû problemên zimanî û perwerdeyî, pêdivî bi ”organeke

şewirî” ya ku ji bisporên zimanî û perwerdeyê pêkhatî heye, ku berbelavîya

di van waran da bête rakirin û sentraleke kolektîv, organîzatîv û tewsîyekar

bête pêkînan. Ji ber vê hewcehîyê, bi biryara ”Şûraya Ziman û Perwerdeya

Kurdî”, ya 5-6ê Teşrîn-Mijdar [November] 2009ê li salona ParlementaFlaman ya Brukselê kombûyî, ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî”hate damezrandin. Ji alîyê navên bispor ve ji bo pêkînana ”Organa ŞêwiraZiman û Perwerdeya Kurdî”, ”Komisyona Ziman û Perwerdeyê ya KNKyê”wekî organîzator û amadekar hate wezîfedar kirin ku piştî danûstandin ûlêkolîneke berfireh, organê ji 20 [bîst] heta 25 [bîst û pênc] kesan pêkhatîteşkîl bike. Herweha ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdî”, prosesadanîna ”Akademîya Zimanê Kurdî” li Amedê, ku berê biryar hatibû standin,dê bi leztir bêxe.7. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, rêzê nîşanî dem û dezgehên ji boziman û perwerdeya Kurdî xebat kirine û hêj jî dikin dide û wan pîroz dike.8. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî” her du salan carekê ji teref ”OrganaŞêwira Ziman û Perwerdeya Kurdi” ve dê bête kom kirin.9. Ji bo destekdan û motîvasyona kar û xebatên zimanê Kurdî, hersal ”XelatêZimanê Kurdî” di roja dawîyê ya ”Cejna Zimanê Kurdî, 14-15-16ê Gulanê”da ji alîyê ”Organa Şêwira Ziman û Perwerdeya Kurdi” ve dê bête dan.10. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, zordarîya li ser weşangerîya Kurdî yali Tirkîye, Îran û Sûrîyeyê şermizar dike û destekê dide Azadîya Welat kudîsa ve ji alîyê dewleta Tirk ve hatîye qedexe kirin.11. ”Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî”, pêşniyara wezîrê berê yê kulture yêKurdistan Federal, Felakedîn Kakeyî ya li ser komkirina ”KonferansaZimanê Kurdî li Kurdistan Federal” bi dilşahî pêşwazi kir û piştevanîya xurtlê dike ku di demekî kurt da li Kurdistana Federal kombûneke fireh yaziman û perwerdeya Kurdî bête kirin.

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî

5-6 Teşrîn-Mijdar [November] 2009, Bruksel

Parlementa Flaman

F
E
E
D

B
A
C
K