Shingal
Weke hûn dizanin Welat û Gelê me di merheleyek xeter re derbaz dibin. Li Rojavayê Kurdistanê ji 2 salan zêtire êrîşên giran li ser gelê me têne kirin. Ji serê vê mehê pêve, heman êrîş lî ser Başûr jî dewam dikin. Rewşa Şingalê li ber çava ye. Dijmin heta nîzingê Hevlêrê jî hatiye. Xeterî li ser hemî deskeftên Gelê me ne. Hedef hemî pêkhateyên (Kurd, Asûrî-Kildanî-Sûryanî, Ermenî, Turkmen, weke bawerî jî Êzidî, Mesîhî, Şebek, Ehlî Heq, Şîe û Elewî) Kurdistanê ne, hedef hemî Kurdistane.

Êrîş mezine. Li hember vê êrîşa mezin pêwîstî bî berxwedanekî mezin jî heye. Li hember van êrîşan berxwedaneke mezin û bê hempa jî heye. Lê ev berxwedan bi awayekî parçeyî û bi bilav nabi. Pêwîste hemî hêzên Kurdistanî dinava koordînasyonekî de cih bigrîn û bi hevre bixebitin. Teybetî HÊZÊN PARASTINÊ divê dinava xwede koordînasyonekî xurt pêkbînin bi hevre kar bikin. Niha di asta hinek herêman da (Mexmûr û Hevlêr) ev koordinasyon pêkhatîye. Daxaza me ewe di asta Kurdistanê da ev koordinasyon bê çêkirin û fermandarîyek hevbeş bê avakirin. Ev xwestina Gelê me ye. Ev îmkan îro ji hemî deman zêdetir heye.

Ji bona vê em dibêjin cihê Kom, Komîte û Endamên (Partî, Sazî û Kesayet) KNK ê lê heyîn, gor van armancên jorîn:
1-    Herkes ji xwe re weke wezîfe bibînîn û nûnerên partî, sazî û kesayetan bînin ba hev, komîteyên kar yên herêmî çêkin.
2-    Ev komîte sêrîde ji bo yek rêzîkirina mala Kurd û Kurdistanîyan bixebitin û bîr û boçûnên yekîtîya neteweyî xurt bikin. Gelên Kurdistanê rêxistin bikin û çalakîyên cûrbecûr pêkbînîn.
3-    Li her cih û deverî ciwanên Kurdistanî bêne teşwîqkirin ku biçin tevlî hêzên parastinê bibin.
4-    Kom û komîteyên li derveyî welat, li gel xebata xurtkirina yekîtîya neteweyî herweha xurtkirina xebata lobî û dîplomasîyê jî, ji xwe re bingeh bigrin.
5-    Herweha sêrîde li Şingalê, li Rojava, li Başûr, Şênîyên Kampa Mexmûr û xelkê ji dorbera Musil koçkirîn, pêwîstîya hemîyan arîkarîya xarin, vexwarin, derman û cêhkirinê heye. Ji bo vê lazime komîteyên alîkarîyê bêne avakirin û alîkarî bêne komkirin û bêne rêkirin. Li vê derêda rola Heyva Sora Kurdistanê berbiçav bê giertin û hemî sazîyên humanîter re peywendî were danîn.
6-    Her kom, komite û înîsîyatîf pêwîste bi navenda KNK ê re bi koordine bixebite û ji kar û xebatên xwe navenda KNK ê agahdar bike.

Bi hêvîya serkeftînê, silav û rêz.

Konseya Rêvebir ya KNK ê
09.08.2014

F
E
E
D

B
A
C
K