Xelat ji aliyê ”Navenda Çanda Aşûriyan li Stockholm”ê ve hatibû dayin. Xelata taybetî, plaketek e ku bi neqşên klasîk yê Aşûriyan rengê xwe girtiye û mesajek bi çar zimanan li ser hatiye kolandin ji niha û nêzîk dişînin Amedê.

Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş bi rêya xanima Romanîvîsarê navdar Mehmed Uzun, Parêzvana Mafê Mirovan Zozan Uzun spasiya xwe gihand navenda Aşûriyan li Stockholmê.

Zozan Uzun bi kûlîlkên taybetî ku rengên xwe ji alên herdu çandan, Kurd û Aşûriyan digirin çû serdana Navenda Çanda Aşûriyan li Stockholmê. Bi Uzun re, li ser navê organîzasyona mafê mirovan ya li dijî jenosîdê, cîgirê Serokê Giştî yê CHAK ê Gabar Çiyan jî hebû.

Li devê deriyê Navenda Aşûriyan, rêvebiriya navendê bi xêr hatina Uzun û Çiyan kirin. Ronakbîr û nivîskarê bi salan yê gelê Aşûrî Feyyaz Kerimo, ji rêvebiriya navendê George Baryawno, berpirsa xebata jinan Yildiz Kerîmo di dema sohbetê de amade bûn.

Nivîskar Feyyaz Kerîmo bi dirêjî qala xebatên şaredariya SUR ê kir. Her wisa taybetmendiya Abdullah Demirbaş ji bo nêzîkbûna wî li çand û zimanê herêmê kir. Yildiz Kerimo û George Baryawno jî di demek wisa ku Demirbaş hatiye girtin û nexweş e, li ser giringiya dana xelatê û helwêsta navendê rawestiya.

Zozan Uzun li ser navê Abdullah Demirbaş çîçekên rengîn di gel silav û spasiyên Demirbaş pêşkêşî Navenda Aşûriyan kir. Li ser navê navendê, Xanim Yildiz kûlîlkên rengîn û silavên Demirbaş qebûl kir û spasiyên xwe pêşkêş kir, hêviyên xwe ji bo azadî û başbûna siheta wî anî zimên.

Rojnamevan Gabar Çiyan jî qala xebatên CHAK ê kir û anî zimên ku, ew weke dezgeh dixwazin li ser pirsê mafê mirovan bi Aşûriyan jî kar û xebatê bikin. Piştî niqaşê herdû aliyan biryar dan ku, li ser pirsê kur bibin û di pêşerojê de gavên pêwîst bi hev re bavêjin.

Navenda Dokumentasyonê ya CHAK ê hevpeyvînek kurt bi George re pêk anî. Em bi we re pay dikin.

– Ji kerema xwe re xwe hinekî bide nasîn. George Baryawno kî ye?
G. Baryawno: 35 sal in di nava organîzasyonên Aşûriyan li Swêdê de xebatê dikim. Ji sala 1997, bi avakirina Navenda Çanda Aşûriyan li Stockholmê (Botkryka) bêhtir li vir im û xebatên danûstandin û têkiliyan bi navendê re mijûl im.

– Çima Şaredarê SUR ê Abdullah Demirbaş layiqî xelata we hate dîtin?
G. Baryawno: Endamên me demek e xebatên şaredariya SUR a Amedê û Demirbaş ji nêz ve dişopînin. Demirbaş di dema xebata xwe de bi erênî nêzî mafê Aşûriyan yê çandî û mirovan bû. Du (2) biryarên wan yê giring bandorek mezin li me kir ku, Demirbaş layiqî xelatê bê dîtin. Ya yekek ew e ku danasîna bajarê Amed ê bi Aşûrî jî hate kirin. Ev bi xwe helwêstek dîrokî bû. Ya duwê jî ew e ku, rojnamevan û lehengê Aşûriyan Naum Faîk nehat jibîrkirin, navê wî li kolanek Amedê, ku Fauk li wir hatiye dinyê, hate kirin. Berî bi çend salan, xeyalkirina tiştek wisa ne mûmkûn bû. Ji bilî van, Demirbaş herdem rewşa Aşûriyan li herêmên cewaz raçav dikir. Belê, ev sedem bûn kû Demirbaş layiqî xelatê hate dîtin.

– Demirbaş nexweş e. Ji bo azadiya wî kampanyek hatiye destpêkirin. Dîtina we li ser pirsê çi ye?
G. Baryawno: Bi rastî em gelekî bi girtin û zindanîkirina wî êşiyan û li ser rewşa siheta wî xemgîn in. Em dixwazin beşdarî kampanya azadiya Demirbaş bibin. Em dixwazin bihênin zimên ku, dana xelatê di demek wisa tê wê wateyê ku, ew jibîr nebûye û tiştê ji Aşûriyan re kiriye nayê jibîrkirin.
Em ji rêvebiriyên Turkiyê dixwazin ku, Abdullah Demirbaş yekser bê berdan, da ku siheta wî baş bibe.

CHAK-Navenda Dokumentasyonê & EuroKurd News

 

F
E
E
D

B
A
C
K