Sores keko,
eger wextê te hebe û tû karibî ji min hinekî qala cîh, êl û êsîrên Êzdiyan yên di nava kurdên Xorasanê û tevaya Îranê de hebûn anjî hene bikî û ji min re bi taybeti bisînî kêfa minê wê dîsa gelekî bê.

– Mamostê, li Xorasanê niha tenê Åzîîa hene, yani seranserî Xorasanê ji Sîîan bêtir min kes nedîne. Lê, hinek êl hene ku heta dema dereng wek Êzidî mane û jiyanê. Yek ji wana jî êla Hewêdî ye. Hewêdî li nava Xorasanê bela dijîn. Hinek ji wan min li bajarê Bojnûrdê li gundê Kasimabad ê dîtin. Lê mezinên wan jî niha xwe wek Sîîa dibînin, yanî Êzdatî ne li bîra wan e. Lê ew kesên xandawan û zana dizanin ku ew heta dereng Êzidî bûne. Ji vê êlê besa herî mezinê li Hindistanê bajarê Nû Delhîyê ne bi qasî min bihîstî ew hîna jî Êzidîne. Lê, min tenê bihîstiyê û neçûmê cem wan. Ew na di dema Nadir Åzah de çûnê wir. Bi wan re bereber êla Hemzikî jî çûyê û ew jî Êzidî ne. Nufûsa wan bi qasî min bihîstî 50 000 kese. dibê ku ew serhêjmara kevn be û niha hina jî zêde bin. Yanî piranîya êlên Êzidî li Hindistanê mane. Ew ji bo ku li ser navê Åzah bacê kombikin çûne.

Kurdên Xorasanê dibêjin: " Em berê di ola Îsmaîlî de bûnî" ew yeka ji alî mezinên Kurdên Anadolê vê jî dihatê ziman. Yanê ew giredayî Sîî tîya radikal bûnê û gor bawerîya wan tu tekîlîya wan bi islame û îmam Elî re nîne… Ew niqte gelek giringe û ew jî dide xûyakirin ku ew ji kanîya Zerdestî belav dibin. Li ser we gelek ispat jî hene…
 
Wekî berê jî min nivîsî Kurdên li Belûcîstanê Êzidî ne û ew giredayî êla Zerikî ne. Heta dibêjin navênda wane. Zerikî li gelek cîhan hene: Yên li Sewas+Qoçgirîyê hîna jî sibe li ber rojê dia dikin û cîhên roê lêxistî maç-paç dikin. Li dora Îmranli ye wan deran yanî… Yên li Polatli ye gundê Zirqan (15 km ji Poltliyê û nêzikî Sakarya) xwe wek sunnî nisan didin. Bê guman ew ji ber tirsa ye.
 
Lê, bi gîstî ew êl û Kurdana berê hemî Êzdî ne. Gelek îsaretên vê yekê hene. Li cem wan roj pîrozê, agir pîrozê…Lê di roja îro de ew bi piranî bune sunnî û Sîîa. Ji bo wê jî Êzdatî û Zerdestîye nizanin. Lê dema tu civaka wan kur analîz diki û çavderekî bas dibîne ku ew di pratîkê de hîna jî giredayî ola xwe kevnin. Wek mînak : Pîrka min çerm-postê mara dikirê bin Sîr û digot:"Bereketa tekevê!". Bavê min digot:" Tu caran li hember rojê mîz mekin!" hîna jî em dibêjin: "Bi vî arî-agirî be!" "Bi vê rojê-roê be!" Çanda "Ocax" li cem me gelek girîng û berbi çavê…

Birê Sores, dibe ku wateya navê “Xorrî” anjî “Horrî” ji baweriya hebûna horî û cin perestiyê zêde bûbe, anjî li gor dîtina We çi têkiliya navê “Xorrî” anjî “Horrî”  û  horî – cin perestiyê bihevûdinê re heye?

– Mamostê TOLAN, gelek lêkolîner li ser navê Xorasanê yek dengin ku tê wata ”cîhê rojê”. Bi dîtina min, ew cîh û roj ne tenê di watayeka cografik yan jî dîrokîyê. Di vê peyv û watê de; rola dîn, Zerdêstîyê û pîrozbûna rojê heye. Gelek îsaret hene ku Zerdest Pêxember li wir jîyayê. Navê Xorrî bi dîtina min tê wata kesên di rîya roje de ye. Xor di Kurdî te rojê. Rî jî rîyê. Xorrî di hema demê de nave Zenda Kurdayê. Bi taybet jî Kurmanca. Li ser peyva “Horî-cin perestîye” jî ez gelek caran fikirîm. Lê min bersîveka bas hîna jî nedîtîyê. Di nava Kurdên Xorasan û Anadola Navîn de horî tê wata mirov (bi taybetî jî jin) ên xwesik, çeleng û bedew. Wek mînak, dibejin: Ewê mîna horîkê bedewê, fodilê, xwesikê! Giredana xwe Xorrî û Xorasanê jî li vir derdikevê. Gor bawerîya wan mirovên di rîyê rojê de xirab nabin û mirovê xwesik û rindin! Gereg di vir de pevendîyek hebe…Lê ”cin” li cem me tirs û xofê temsil dike; yanê jîndarê ne xwesik û ne fodil…
 
Birê Sores, li goriya dîtina te,  dibe ku girêdaneke baweriya bi ava “Kaniya Miradan”, ya ku “li herêma Xoresanê di kontara çiyayên Hezar Mecîdê “ de ye û ya baweriya bi Dara Miradan ku vêga hêjî li herêma Kurdisatan a azad de û di nava parizgeha Lilis`ê de ji bo me Êzdiyan gelekî  pîroz e bi hevûdinê re hebe?

– Mamoste Hêja, bi dîtina min giredanek heye! Yanê di roja îro de jihev ne hayadarin lê bele di labîranta dîrokê de herdû raman û nav ji ola Zerdestî tên. Agahîya min li ser Dara Miradan nîne. Lê ya li Xorasanê, gor mezinen wir: ”Di demên pir bere de xelk ji Hindistan, Afganistan, Îran,Kurdistanê dihatine wir û festîvalen mezine pêktanîne. Ji bo çi? Heta xelke digot wana cilên spî lixwe dikirine…Dîsa gor agahîyên dîrokî Pêxemberek li wir jîyayê û hîn jî ew cîha pîroz tê dîtin…Xelkê teyî cem pexembere pîroz di hema demê de li miradê xwe digere…Dîsa gor lêkolînê min kirinî gereg xelkê me yî li dora Lalîs yan jî xwedî bawerîya Êzdatî jî navênd Xorasanê hatiyê. Dibê kanîya vî navî ji hema bîr bawerîyê derketibê. Kurdên Xorasanê û yên li Anadolê jî bere Êzdî bûn. Besek ji kurdên Xorasanê(Hevêdî) li Hindistanê ne hîna jî Êzdî ne. Kurdên Zerikî yê li dora Belûcîstanê hîn jî Zerdestî-Êzdî ne… Dîsa Zerikîyên îro li Qocgîrî hîna jî li ber rojê dia dikin…
 
Birayê Delal, niha dikarim weqes tistan binîvîsîm. Hevîdarim hebek bê jî alîkariya te kiribe.
 
Kekê te Sores.

Gelek spas keko , rêz û silav –   Kemal Tolan

 

F
E
E
D

B
A
C
K