Rêzad Prof. Dr. Ahmet Tasgin  di nameyeke xwe ya ku di 20.02, 2008 de ji min ra sandiye weha dibêje;
„ Di serê vê meha Sibata 2008 an de, ji bo ku ez bersiva van pirsên, ka Êzdiyên li Iranê hebûn li kîjan herêman diman û ka ew bikur ve çûne lêkolîn bikim çûme Îran`ê .

Min li unîversîtêta Tahran`ê û bi taybetî jî li çend lêkolînên ku di derheqê nistecîhên Kirmansah, Sehne de hebûn rihêntin. Lê, ez ne gihîstime tû encameke bas û hinek lêkolînvanên bajarê Kirmansah`ê jî di nav axaftinên hevdîtinên min yên bi wan re  tekuz kirin ku Êzdî niha li herêma Kirmansah`ê tûnin.“

Dûre rêzdar Prof. Dr. Ahmet Tasgin ev pirsên ka Êzdiyên li Iranê hebûn li kîjan herêman diman û ka ew bikur ve çûne ji min ra jî sandin.

Min jî di 02.03.08 de bi kurtasî bersivên Prof. Dr. Ahmet Tasgin bi zimanê tirkî û li goriya Êzdînasîna xwe  weha da:

Prof. û Dr.ê` hêja ,
ez cardinê jî dibêjim, metîngehkaran bawerî û welatê me bi zilma xwe dagirkirine, ewan timî kesayeta me ya fizîkî, dîrok, dokument, delîl û çavkaniyên me tûne kirine. Tistên me yên ku nikaribûne  vesêrin jî, ji bo kesayetî û desthilatdariya xwe guhastine. Ewan dîrok û bawerî li goriya desthilatdarî û berjiwendiyên xwe dane kifskirin. Ji xwe ji ber van derew û kêmasiyên wan in ku ol û gelên li rojhilata navîn heyî hew hevûdinê nasndikin û em jihevûdinê nefret dikin(acisin)…….

Vêca ezê niha bersivên pirsen we jî li goriya zanîna xwe û bi kurtasî weha bidim:

Prof. û Dr. `ê rêzdar !

Bi dîtina min, Êzdî hîna gelekî beriya wextê ku Zerdust bive pêxeber jî li Îranê hebûne. Jixwe di gelek dokumentan de jî xwanê dibe ku Zerdest Pêxember ji dê û bavekî Êzdî û li derdora bajarê Urmiy`ê hatiye dinyayê.

Di zargotina me Êzdiyan de jî xwanê dibe ku, bapîrên me Êzdiyan di nav împaratoriya Medan de li dijî desthilatdarên asurî, farsî û hwd. gelekî berxwedan kirine. Vêca, niha zêdeyî Xwedê pêve kes hewdikare bibêje, ka kîjan hukumdar, padîsah, mîr, beg, axa, sêx û hwd. buye desthilatdarê herêma Tebrîz`ê û ka çend ji wan jî Êzdî bûne ?
 
Di nav zargotina me Êzdiyan de tê gotin ku, “Mîr Birahîmê Adema” mîrekî herêma Xorasan`ê  buye û ew jî di wexta Sêx Adî de hatiye Lalisa nûranî.

Dîsa ez dizanim yek ji herema ku Êzdiyan Tawisên xwe lê digerandin jê jî herêma bajarê Tebrîz`ê buye û bawerdikim ku hingê bi hindikayî 360 gundê Êzdiyan li vê herêmê hebûne.

F
E
E
D

B
A
C
K