Derdorên ku bi siyasetê ve elaqadar dibin bas dizanin ku AKP partiyekî koalîsyonê ye. Di nava rêveberên wê de kesên ji cur be cur nêzîkatiyên siyasî, civakî û olî hene. Hevkariya wan li ser esasê parastina berjewendiyan dimese.  Lê belê ji 2009an vir ve hêdî hêdî hîmê vê koalîsyonê dilerize. Ji bo ku di hilbijartinên 2011an de heman koalîsyon zerarê nebîne Erdogan û hevalên wî pir bi dîqet tevgeriyan. Lê ji sala par vir ve asta lerizandina koalîsyona AKPê zêdetir dibe. Daxwaza Erdogan ya qedexekirina dersxaneyan bûye sedemê ku Cemaat nerazîbûnên xwe askere bike. (Tê zanîn ku dersxane cihê tenzîmbûn û hêzbûna Cemaata Fetullah Gülen in)

Di aliyekê de Tayip Erdogan dixwaze bibe Serokkomar di aliyê din de jî naxwaze AKP bikeve bin bandora Cemaatê, an jî ya derdorên din. Digel ku Tayip Erdogan hê berendametiya xwe ya ji bo Serokkomartiyê askere nekiribe jî, raya gistî ya Tirkiyê di ferqiyeta daxwaza wî de ye. Di aliyê din de Abdullah Gül jî hê negotiye « ez nabim berendam ». Çendî Abdullah Gül yek ji kesên Cemaatê nebe jî ew ji aliyê heman hêzê ve tê hez kirin. Ev nêzîkatiya Cemaatê û bêdengiya Abdullah Gül  Tayip Erdogan ditirsîne. Lewma ew xwe neçar dibîne ku hin taktîkan lipês bixe.

Weke her demên borî, kengê rayedarên dewleta tirk û herwuha yên cur be cur partiyên siyasî dikevin tengasiyê tista ku dixwazin bikar bînin Pirsgirêka Kurd e. Di vê dema wuha bialoz de Tayip Erdogan dixwaze Kurdan ji xwe re bike hêz. Lê belê ew naxwaze dev ji dengên derdorên nijadperest jî berde. Lewre di aliyekê de ew dixwaze serê lidijî PKKê tûndtir bike, di aliyê din de jî mesajên di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de bide.

Daxûyaniyên dawî yên Tayip Erdogan ku di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de dibê « wê hin pêsketin çê bibin » bi tevahî di xizmeta armanca wî ya taktîkî de ne. Dema ku operasyonên leskerî firehtir dimesin û di zîndanan de bi sedan dîlên ser çalakiya gireva birçîbûnê didomînin kes nikare hêviyên xwe bi heman daxûyaniyan girê bide, bi taybetî ez bixwe tu tistekê erênî hêvî nakim.

Dema ku ez li rewsa Tirkiyê û ya derdorên siyasî dinêrim, mixabin ji derveyê nêzîkatiyên taktîkî tu tistekê din nabînim. Wusa diyar e ku heya 2015an, ku di vê navberê de 3 hilbijartin çê dibin, wê cur be cur daxûyaniyên wuha taktîkî werin dayîn, dibe ku di vê demê de pêvajoyekê din weke ya Oslo jî bê dest pê kirin, lê belê dîsa jî divê ev neyê wateya daxwaza ji bo çareseriyê.

Ahmet DERE  /  23.10.2012

F
E
E
D

B
A
C
K