Di peryoda 2004-2012 de 75 milyarên swêdî weke alîkarî gihiştiye Enqerê. Lêkolîna ji aliyê Radyoya Swêdê Ekot/P1 ve hatiye kirin nîşan dide ku, deverên ji awira aboriyê ve hejar mane, mîna Amed, Mêrdîn, Colmerg û hwd bêpay mane û zêde alîkarî negihiştiye wan deveran û pere mîna hercar li Enqereyê mane.

Pere bi giranî ji bo çandînî û rewşa gudan bi hêz bike hatiye şandin. Lê dewletê wezîfeya xwe bi cî nehaniye û li ser avakirina rêkxistinên pêwîst tu gav nehavêtiye. Lêkolîn nîşan dide ku, bajar û gundên turkan beşek mezin ji payê girtiye lê aliyê kurda qels hatiye hiştin.

Nûçeya di rojnameya rojane ya Swêdê Svenska Dagbladet de hatiye belavkirin dîtina Levent Korkut pisporê pirsê li welêt girtiye:

”Turkiyê ji awira dîskrîmînekirina nasname û olên cewaz ve welatek naskirî ye. Divê paykirina alîkariya EU li Tukriyê di vê çarçoveyê de bê nirxandin”.

Ji partiya sosyal demokratên Swêdê, siyasetvana nasdar Evin Çetin jî tevlî vê niqaşê bûye û dîtina xwe ji rojnameyê re wisa aniye zimên:

”Alîkariya EU yê nagihêje deverên pêwîst û pêwîst e EU li ser pirsê kur bibe û lêkolînekê bide dest pêkirin. Divê EU li ser pirsê Turkiyê rexne bike, lê pir giring e ku berê rexneyê bide xwe. Swêdê jî alîkariyek mezin pêşkêşî Turkiyê dike û divê alîkarî bê kirin. Lê tiştê ne normal û malxerakirina herî mezin ew e ku, dezgehek ku çûna van peran raçav bike tune ye û pirs nayê teqîpkirin.”

EuroKurd News – eurokurd.net

F
E
E
D

B
A
C
K