“Rewşa îdareya demî ku ji sala 1963 an ve heye, didome. Îdareya demî mecalên bê sînor û mafên bêqanûnî dide hêzên ewlekariya Sûriyê ku xelkê bigirin û bavêjin zindanê. Azadiya hizirkirin û mafê komelan ji nêz ve tê şopandin û raçavkirin.

Ji ber çalakiyên polîtîk û dîtinên xwe bi sedan kes hatin girtin. û zîndanîkirin. Dadgehkirina girtiyan bi şêweyekî bêhiqûqî tê kirin. Îşkence li kesên girtî tê kirin û kesên îşkencekar nayên girtin û cezekirin. Ji ber îşkencê 6 kes hatin kûştin. 17 kes bi destê polîsên leşkerî hatin qetilkirin.

Xebatên parêzvan û çalakvanên mafê mirovan tê raçavkirin û ew di bin tehdît û heqaretê de jiyana xwe didomînin.

Kurd dîskirîmîne dibin, û bi xurtî dibin qurbana bê welatbûn / mafê bê hemwelatiyê. Ew ji mafên civakî û aborî bêpar in.

Hişkî û dîskirîmînekirina jinan didome. Jin ji awira cinsî ve dibin hedefa lêxistin û hişkiyê.

Rewşa girtiyên siyasî

Bi sedan kes ji ber sedemên polîtîk hatin girtin. Hejmarek ji wan qûrbana hizirkirin, anku dîtina xwe ne. Di nav wan de kesên mîna Ziad Ramadan û Mistefa Joughel hene ku, bi salan e nayên dadgehkirin. Dadgehên parastin, suc û leşkerî ne li gorî normên navnetewî karê xwe dikin û ji bo dadgehkirinek bi edalet, ji normên hiqûqî yên navnetewî re bê hurmet û dur in.

Meshal al Temo di 15 ê Tebaxê de ji ber rêvebirina ”Kurdish Future Current group” ê û çalakiyên xwe hate girtin. Ew bi sucê `provekirina xelkê ji bo amadekirina şerek navxweyî` 12 rojan di hucreyê de hate îzolekirin. Bi vê rêyê, çalakvanên kurd hatibûn sucdarîkirin. Ew dikarîbû bi mirinê jî bihata cezekirin.

Dîskirîmînekirina kurdan

Hejmara mînorîteta Kurd li Sûriyê ji % 10 e. Nalîna wan ji ber înkara dîskirîmenikirina nasnameya wan, û sînorkirina bikaranîna ziman û çanda kurdî didome. Bi 10.000 an kurdên Sûriyê di pratîkê de bê welat û nasname, anku mafê bêhemwelatî hatine hiştin. Ji ber vê rewşê, ew ji mafê civakî û aborî bê par dimînin.

Di 10 îlonê de qanûna 49 an ji aliyê daîreyên fermî ve hate karanîn. Qanûn mafê kirîn û tapokirina xanî û erdên li sînorê Sûriyê bisînor dike. Bi karanîna vê qanûnê, mafê kurdan li cihê wan hate sînorkirin û rê li ber wan hate girtin.”

Wergêr: EuroKurd Human Rights

F
E
E
D

B
A
C
K