Lê bergê wê gelek tistan ji xwendevanan re dibêje. Bi sînor be jî, bandora wê li xwendin û nexwendina pirtûkê heye. Lewma ne bi qasî naveroka berhemê bi nirx be jî, divê reng û bedewiya teknîkî jî cidî bê girtin.
Nivîskarê ‘Pirtûka Dersên Kurdî’, B. Welatevîn bi qasî naveroka pirtûkê, karê bergê wê jî pir cidî girtiye. Bi taybetî wêneyê bergê pêsî bala min pir kisand. Nivîskarên Kurd gelek caran di bergên pêsî yên pirtûkên xwe de wêneyên siyasî, hunerî anjî dîrokî bikar dihênin. Lê Welatevîn, ji bo bergê pêsî wêneyê ‘Pisîka Wan’ê hilbijartiye. Nirxek netewî ku bi hemu kesan sêrîn e bibîr dihêne. Hezkirina heywanan û helwêsta parastina pisîkên Wan ê li cem me xurtir dike.
Pirtûk, di nav wesanên ‘Navenda Pedagojiyê ya Kurdî (Kurdiska Pedagogiska Centrum) li Swêdê’ derketiye û ji bo pêngava bilind 6, 7, 8, 9 an hatiye amadekirin.
Pirtûk li gorî programa dersdayîna pêngava bilind hatiye nivîsîn. Afirandina kitêbên dersê ji bo pêngava bilind cesaret, hevkarî, lêkolîn û ji awira wext ve sebir û fedekariyê dixwaze. Lewma, nivîsîna berhemek wisa, bi bilindbûn û bikaranîna zimên di dereca perwerdeya bilind de û li ser esasê pedagojî, hizirkirina bi Kurdî û bi Zimanê Kurdî, gavekî wêrek e. Xizmetek giranbuha ye.
Giraniya naveroka berhemê ji rêziman û Edebiyata Kurdî pêk tê. Lê taybetiyên civaka sivîl û çend rûpelên dîrokî jî cihê xwe di berhemê de girtine. Di besê edebiyatê de, jiyana besek ji nivîskarên berê û yên dema me weke Ehmedê Xanî û Mehmed Uzun, bi nimûneyên nivîsên wan hene. Sagirdên Kurdî bi saya vê pirtûkê dê karîbin li ser edebiyata xwe bibin xwedî dîtin. Di pirtûkê de, bi kurtasî jî be, çend rûpel ji edebiyata cîhanê, ji jiyana nivîskarên weke John Steinbeck û August Strindberg hatine bicîkirin. Agehdariya li ser taybetiyên civaka sivîl de, cî, rol û awayê xebata Netewên Yekbûyî, Unicef û rola Peymana Mafê Mirovan dibin mijarên giring.
Di besê dîrokê de buyerên giring, mîna Serhildana Sêx Mahmûd Berzencî, Sêx Saîd û Dêrsimê derdikevin pês. Hebûna besek ji nirxên netewî, mîna marsa netewî Ey Reqîp û jiyana nivîskarê wê Dildar û agehdariya li ser Pisîka Wanê ûhwd cî û rola pirtûkê bilind dike.
Pir hindik be jî, bi çend rûpelan qala coxrafya Kurdistanê hatiye kirin. Li ser çend bajaran agehdarî hatiye dayîn. Hinek ji hunermendên Kurd weke Eyse San û Tara Caf hatine danasîn. Dîroka tîpan û çapxaneyên destpêkê, pêsketina çapxane û belavkirina pirtûkan besek balkês e.
Zimanê pirtûkê têra xwe bi kêser û sade ye. Pir rengîbûna wêneyên pirtûkê balkês e. Metodê pirsûbersiv û xwestina xebata kolektîf girêdana mirov bi xwendina pirtûkê zêdetir dike. Taybetiyên wisa dê sagirtan li xwendina Kurdî teswîk û sortir bike.
Di dawiya kitêbê de, ferhengokek bi çar zimanan hatiye amadekirin. Ferhengoka duwê ya cureyên bêjeyan, dewlemendiyek din yê pirtûkê ye.
Berhem ji 198 rûpelan pêk tê û di dawiya 2013 de ketiye ber çapê. Nivîskarê pirtûkê, mamoste B. Welatevîn (M. Hakki Balta) e. Nivîskar di pêsgotina xwe diyar dike ku, di dema amadekirina pirtûkê de, Amed Tigrîs, Nizamettin Akkurt, Dersim Tekkes, Gabar Çiyan û Yusef Erdem bi alîkarî û pêsniyazên xwe pirtûk rengîntir kirine.
Pirtûk ji bo sagirtên Kurdî navgînek bas e. Ji bo dersdayîna Kurdî bisûd e. Navnîsana têkiliyê ev e: [email protected]
EuroKurd News & Cîhana Wesana