Ji bo ragihandin, siyaset û zanistiyê cîhaneke nuh vebûbû. Em jî bi hesreta rews û dîtina ‘Kurdên li wî aliyê sînor’ ketin rê. Ji wira jî bi hezaran kes bi hêviyên jiyaneke azad û rehet berê xwe da ber bi rojava. Hin li azadiyê, hin li abora xwe, li jiyaneke nuh digeriyan.
Yek ji wan kesên ku di wê dema hêrivandina dîwarên di navbera du cîhanan de ber bi Ewropa hatibû Aramê Tigran e (1989?).  Tenha bû. Xanima xwe, Sîlva û zarok li Ermenîstanê histibû. Lê dîsa dilê wî di mayina Ewropa de hebû. Wî dixwest bimîne û malbatiyên xwe jî bide anîn. Ji sedemên helwesta siyasî, saziya ku ew vexwendibû ev daxwaz ne pejirand û bû sedema vegera wî. Cara yekem ku min ew dît weha gazin dikir: “Ez naxwazim vegerim wê cehnemê. Sibe çi dibe kes nizane. Sovyet xira dibe, ava dibe ne xuya ye. Lê min  mecbûr dikin vegerim.”  Û pîrê mûzîka Kurdî pas çend rojan vegeriya Êrîvane. Pas demeke kurt dîsa hat çend çalakiyên kultûrî de besdar bû û bi nêta tev malbata xwe zû vegere Ewropa çû Ermenîstan.
Pey wî bi demekê ez û çend hevalên xwe çûne Kafkasê. Gurcistan û Ermenîstan. Dîtina Aramê Tigran nebû qismetê me. Lê di serlêdana Rya Teze, Radyo ya Dengê Êrîvanê besa Kurdî û meqamên Fermi yên wezaret û zanîngehên Êrîvanê de behsa wî gelekî hate kirin. Gundên Elegezê, Rya Teze, Cumbusvan, Senger, Samîran, … her Kurdê me dit ji nêz jî nebe bi nav nas dikir. Bi teybetî li gundê Elegezê, apê Hiseyn Cindoyan, yekemîn mamosteyê Kurd li Herêmê, bi saetan behsa Aramê Tigran dikir.  
Û demeke kurt pey re Aram dîsa hate Ewropa(1990). Bi hatina xwe ya Beljîka re, yekemîn telefona vekir ya min bû. Bi wî deng û awayê xwe yê teybetî, bê silav û bê vir de wê de, dipirse “çi dikî?” Ez hinekî sas mam. Pirsa din jî dike, “li ku yî?” Bi meraq dipirsim. “Kek Aram, li karê xwe me. Hun li ku ne?” Dema dibêje “ez li Bruksel im” ji kêfa difirim. Saetek di nav de nebihurî, li deriyê Enstituyê xist. Êdî bi temamî, tev malbata xwe, xusk û brayên xwe koçî Beljîka kiribû. “Ez, bi bavê xwe re ji Surî çûme welatê xwe Ermenîstan. Xuya ye pas hewqas sal Ermenîstan jî ji me re nebû welatê ku di xewnên me de bû! Em hatin û eger qismet be  li vira bi cî dibin.”
Lê pas demeke dirêj, hemû malbata xwe li vira û Hollanda li pey xwe hist û tev xanim û lawê xwe çû Yewnanîstan (1994). Heta roja dawiya jiyana xwe li wira jî ma. Li wira dijî, lê dilê wî li Bruksel mabû. Her tim dixwest rêyekê bibîne û dîsa were li Bruksel bi cî bibe. Derfetan rê neda pîrê hêja, Aramê Tigran.
Mamoste, xwediyê nasîneke mezin ya civaka Kurdî bû. Wî pirr bas dizanî li ku çawa rabe rûne û li ku çi bêje. Wî hez ji axaftinên zêde ne dikir. Guhdarîkirinê zêdetir hez dikir. Roj û sevên sahiyan ne tê de, li derdorê xwe jî hez ji qerebalixê ne dikir. Merovekî bi wezin, bi terbiye, xwedî sexsiyet bû. Vê jî mezinbûna wî dida xuyan.
Bi vê minasebtê dixwazim aliyekî din yê Aramê Tigran bidim naskirin. Em pirr bi hevra man. Me pirr caran bi hevra xwar û vexwar. Wî ji vexwarinê hez ne dikir. Lê gelekî hez ji xwarinên Kurmancî dikir. Lê ji bo wî ‘ti xwarin naghine yên dayika Agop, Sîlva’, xanima mamoste. Ev jî dide xuyakirin ku pirr hez ji diya Agop dikir. Sedema wê hezkirinê jî weha digot ‘ew bû sitûna avayiya mala min.’
Hoste bû. Di pîseyê xwe de xurt bû. Hem serdestê dengê xwe, hem yê cumbûsa xwe bû. Hewqasî hoste bû ku di nava çend deqîqeyan de bi dengbêj, muzîsyen û hozanan re dikete nava cîhana sitranê. Di nava deqîqê de awazê sitranê digirt. Hewqasî hoste bû ku rojekê em bi hevra nan dixwin, di ber xwarinekê de navê Lorîn dibihîze û hez ji wî navî dike. Heta xwarin qediya, ser textê xwarinê hate paqijkirin û qehwe hate ber me, melodiya sitrana bi navê “Lorîna min” afirand. Di eynî sevê de ji mal ji min re telefon dike û temamiya sitranê bi gotinan re di telephone de ji min re dibêje. Ew sitran di yek ji kasetên wî de hatiya tomarkirin.
Dema Aramê Tigran hate Ewropa, li temamiya Ewropa, mîna welêt, civaka Kurdî jî di nava siyasetê de bûbû çend reng. Ev çend rengînî hêdî hêdî guherî û nuka ber bi hev çûye. Wê demê Aramê Tigran ji vê rewsê bas agahdar bû. Pê ne xwes bû. Xwe yek ji civaka me dihesiband û gazinên xwe dikir. Lewma jî rojekê ber bi êvarî hate Enstituyê û ji min re weha got.  ‘ïsev em li ba me nanekî dixwin.’ Min bi meraq pirsî, ‘em kîne kek Arama’? Bersiva wî weke her car bû. Kurt. ‘Tê bibînî!’
Dema ez çûma mala mamostanê hêja dibînim Medenî Ferho û hevalekî din, berpirsiyarê partiyeke me jî rûnishtine. Aram dev bi ken weha got ‘kî çi difikire û kî ji kîjan partiyê ye nabe sedema ku em ne bi hevra bin !’ Gotina wî ya ‘em’ ji min re gelekî maneyeke mezin bû. Bi sohbeteke xwes me civata xwe qedand.
Her dema fersend dibû û me ew daxwaz kiriba, di nava programên çalakiyên kultûrî de, Aram hebû. Qet rojekê, qet carekê bêdiliya me nekir. Amade bû. Bi dil û can besdar dibû. Dema besdar dibû jî rengekî teybetî dida çalakiyê. Kurd, Suryanî, Kildanî û Ermenî, hez ji mûzîka wî dikir. Ew hez jî ji ekola wî ya teybetî dihat.
Sal û meh nayê bîra min. Lê di destpêka salên 90 de bû. Me ew pêsniyazî festîvaleke navneteweyî li bajarê Ieper kir. Festîvala Astiyê salane dibû û bi nav û deng bû. Ji pirraniya welatan komên muzîkê besdar dibûn. Navdarên dengbêjên Turk û yên Ereb jî hebûn. Pësniyaza me hate qebûlkirin û Aramê Tigran kete nava programê. Roja festîvalê, tev koma wî me berê xwe da Ieper. Li ber meydana festîvalê me cîhazên koma muzîkê vala dikir. Neh-deh kes ber bi me hatin, nîjadperest bûn. Bi gotinên ne xwes û tehdîd êrîs anîn ser me. Eger me xwe weke wan kiriba û weke wan xwîngermî bersiv bidane, tistên ne xwes rû didan. Lê me ev rê neda wan û wan jî dûvê xwe li hev da hev û vegeriyan.
Dema Aramê Tigran tev koma xwe derkete ser dîkê û dest bi sitrana xwe kir ji çil hezar kes zêdetir kes rabû sahiyê. Pas sitrana xwe ya pêsî qedand bangî min ser dîkê kir, bi Kurdiya xwe ya paqij weha got. “Em ji welatê xwe ji bo van sitranên xwe, ji bo vî zimanê ku em pê dijîn, ji bo vê mûzîka xwe revîn hatin vira. Nûka em penaber in û em hêvî dikin di nava azadiyê de weke ku em hene, bi hurmeta ji kultûra we re, bijîn. Lê li devê deriyê meydanê em tûsî çend kesan hatin ku heqaret li me kir. Em hêvî dikin ku ev awayên heqaretan li hember ti kesî neyên kirin. Kes ji kesî ne bastir û ne jî xirabir e. Ev dinya têra me gisan heye. Ez û koma min ya mûzîkê Ermenî ne. Lê ez bi Kurdî, Ermenî, Erebî û Yewnanî sitranên xwe dibêjim. Ji we re, ji bo xatirê we, nuka sitraneke bi zimanê we jî distirînim. Helbest ya Lieve Dewijver e. Ew jî hemwelatiyê we ye. Ji roja ez hunermendiyê dikim û heta îro ji ashtiyê û ramana azad re xizmetê dikim. Ev xebata min jî ewê weha dewam bike. Silav ji astiyê re, silav ji we tevan re.” Û programa xwe ya din bi sitranên bi wan zimanên cuda temam kir. Meydana festîvalê bi hêza hunerê xwe xiste nava coseke mezin. Çil hezar kes li ser piyan jê re li çepka xist.
Aramê Tigran, pîrê sitrana Kurdî, di salên dawî de her tim behsa Amedê dikir. Dema diçû û dihat, bi saetan behsa wira dikir. Xuya bû tîniyê wê axê bû. Xuya bû ji jiyana wira, av û xwarina wira hez dikir. Xuya bû ji exlaqê civaka wira zêde hez dikir ku digot û digot. Û çawa çûne gunde malbavê Sîlva, xanima wî, hevala wî ya jiyanê. “Dema Sîlva kete gund, li ber xaniyekî sekinî. Sekinî û sekinî. Çavê xwe jê nediguhert. Pîremêrek hat û li ba me rawesta. Xuya bû wî jî meraq kir ev hermet çima li wira bêdeng maye û li wî xanî dinêre. Pîremêr got ‘ev mala filankesê Ermenî bû. Di salên fermanê de ew ji vira rabûn û çûne ber binya xetê ve. Çûn ew çûn. Heta niha jî kes nizane çi bi wan hat.’ Û derket ew filankes bavê Silva bû, ew mal jî ya mala bav û kalên wê bû. Çi tesadûf, ne?”
Aramê Tigran, dostê hêja, ji roja pêsin ku me hev naskir, heta roja dawî, min rojekê ew nedît ku ji paserojê bêhêvî be. Di xwesî û nexwesiyan de, di tengasî û neçariyan de wî hêviyên xwe xwedî dikir. Tistê ku min li ba Aramê Tigran didît jî ew bû, di dema ew di nava civaka Kurd de bû, dilsah bû. “Wexta ez li derdorê xwe zimanê Kurdî dibihîzim, mîna li nav sahiyê me. Ji civaka Kurdî hez dikim. Xwe di sitarê de dibînim. Û ji zimanê Kurdî jî zêde zêde hez dikim. Bavê min jî weha bû. Ji Kurdî pirr hez dikir.”
Aramê Tigran, pîrê muzîka Kurdî, qedr û qîmetê hevaltiyê, girîngiya dostaniyê pirr bas dizanî. Dilnazik, dil bi rehm, serbilind, xwedî kesayetiyeke mezin bû. Ewê mîna hunermendê mezin, pîrê muzîka Kurdî jî di dilê me de bimîne.

F
E
E
D

B
A
C
K