Di dema dawiya salên Sovyetê de çend caran ji bo beşdariya festîval û cejnên Newrozê hate Ewropa. Ku Sovyet ji hev hilweşiya, wî “bi gomana ku ew hew vegere Ermenîstan” hat û li Beljîka bi cî bû. Tev malbata xwe; “diya zarokên min Sîlva, qîza min Aycemîk û Hagopê lawê min” li peytextê Beljîka-Ewropa bi cî dibe. Bi dehan salan ku ew li Bruksel bû, pirraniya rojan me hev didît. Rojên ku me hev nikarîba bidîtane telefon hebûn.

Enerjîk, xurt, bi hêvî, geş, bi pirsên nûjeniyê û jiyanevîn bû. Lê dîrok û serpêhatiyên gelê xwe, zehmetiyên malbata xwe, bi teybetî jî dê û bavê wî her tim di bîra wî de bûn. Gelek caran bi xemgîniyeke mezin digot “felekê çi aniye serê me?”. Di dema ku dewleta Turk dê û bavê min li gund dane kuştin, ji Yewnanîstan ji min re telefon vekir. „Derwêş, bila Xwedê ji vê dewleta qatil re nehêle. Ji xwînê têr nabe.“ 

Li nava Bruksel mîna xortekî 25 salî diçû û dihat. Ji xeynî derenceyên (pêpelûk) Enstituya Kurdî li Brukselê qet gazinên westandinê nedikir. Sedema wê jî; li xwe mîna şahekî dinêrî. Ji çi hez dikir ew pêk tanî. Xwarinên wî, vexwarina wî, hêsabûna wî, rabûn û runiştina wî, cilên wî, gelekî rêkûpêk bûn. Ji sedema hin êşên madeya xwe jî li xwarinên xwe gelekî hişyar bû. Di nava axaftinên xwe de jî her tim digot „xwarinên Sîlva!“ Ev jî tê wateya ku qedrê xanima wî li ba wî gelekî bilind bû. Ne ji kêmbûn, ne ji zêdebûna tiştekî hez dikir. „Her tişt di ciyêxwe de“ dizanî.  

 

Herçend e hem li Sûriyê, hem li Ermenîstan û hem jî li Ewropa gelek dilêşayî bû jî qet rojekê bêhêvî nebû. Û, gelekî balkêş e, hêviyên wî ji civaka Kurd gelekî mezin bû. „Di nava civaka Kurd de dilxweşî” hebû pê re. Bê goman, ew nayê wê wateyê ku hez ji civaka xwe ya Ermenî ne dikir. Lê, „dema di nava Kurdan de me jiyan awayekî din e“ gotina wî bû.

Ji ber sedema wî ekoleke xwe ya nuh di mûzîk û sitrana Kurdî de pêkanîbû û Kurdan jî gelekî hez ji wê ekola wî dikir. Ekoleke zelal, xweş, gotin kûr û tijî ma’ne. Helbestên ku dikirin sitran bijarte bûn, eger afirandinên nuhbane jî, di kurttirîn dem de ciyê xwe yê hêja digirtin. Bi Kurdî, Ermenî, Erebî sitranên ku hew ji nava gel kêm bûn afirandin. „Pirraniya gotinên sitranên min yên bavê min in. Gelek jî ji Cegerxwîn û şaîrên Kurdên din in.“  

Her cara ku me hev didît, Aram pirsa helbestên nuh, berhemên nuh dikir. Li tiştên ku li ba min hebûn dinêrî û dîsa didan destê min. Xuya bû ku ne her helbest û berhem li gora dilê wî û. Serê wî ne digirt. Ji wan têr ne dibû. Tiştê ku jê têr nebûyane jî xwe pê re nediwestand. 

Seydayê minî hêja, Aram, ji bela dûr diçû. Qet hez ji fitne û fesadiyê nedikir. Li ciyê ku li pey merivan dihate axaftin zêde nedime. Radibû û diçû. Guhê xwe jî nedida gotinên vala. Ji hevkarî û xwesiya nav civakê pirr hez dikir. Hez nedikir ku di navbera nasên wî de nakokî û nexweşî hebe. Ji sedema nakokiyekê rojekê bangî min û çend kesên din kir. Em li mala xwe mêvan kirin û pirs danî ser masê. Heta di mala xwe de ew nakokî neda çareserkirin fersend neda kesî ku ji mal derên. Û ew yek jî bû sedema pirr tiştên xweş di salên paş de.  

Lê mala feleka xayin xira bibe û ji neçariyê berê xwe da Yewnanîstan. Li wira bi cî bû. Bû hemwelatiyê wira. Derfeta çûna wî ya Suriyê, Turkiyê û gelek welatên din vebû. Herçend e li Yewnanistan jî dima, dev ji Beljîka ber nedida. Ji Bruksel hez dikir. Malbatiyên wî li vira bûn. Birayên wî, xwişkên wî, pismamên wî, heval û hogirên wî.  

Dema li Amedê di nexweşxanê de çend caran pê re axaftim. Bi dengekî şah digot „Amed xweş e. Bêhna min li vira gelekî fereh dibe.“ Dema vegeriya Yewnanistan jî li hêviya roja vegera Amedê bû. Lê, felek xayin e û lê nekire nesîb. 

Aram ji nav me çû. Koça dawî ye. Lê ewê her û her di dilê me de bijî. Dengê wî, hunerê wî, sitranên wî, muzîka wî ku tev teybetî bûn ewê bi sedsalan ji aliyê neslên Kurd û Ermenî werin gotin. Aram, ji me re, ekola xwe ya giranbiha hişt û xatirê xwe xwest. Ciyê te bihuşt be Aram.

F
E
E
D

B
A
C
K