Gelê Kurd ji salên 1970 vir ve têkoşînekê bêhempa dimeşîne. Heya niha bi dehan hezaran cîwan, kal û zarokên kurd jiyana xwe jidest dane. Pir kêm malbat hene ku zarokên xwe nedabin vê têkoşînê. Bi sedan hezaran Kurdan bi dehan salên emrê xwe dane ji bo pêşxistina vê têkoşînê. Her ku diçe hejmara xebatkarên Gelê Kurd zêdetir dibe. Her mirovê dilxwaz û welatparêz, li kû dibe bila bie, bi çi rêbazî dibe bila bibe, divê keda xwe tevlî vê têkoşînê bike. 

Min di pir nivîsên xwe de jî aniye ziman, Gelê Kurd tim ji bo aştî û biratiya gelan qêriyaye. Bi taybetî ji meha Gulanê vir ve bi armanca heman daxwazê ew di nava pêvajoya çalakiyan de ye. Heya niha bi dehan çalakiyên mezin ên girseyî Kurdan daxwaza xwe aniye ziman. Birêz Abdullah Ocalan jî, di çarçoveya derfetên xwe de tevlî heman pêvajoyê dibe. Bi banga Öcalan îro Komên Aştiyê ji Maxmûrê û Qendîlê vedigerin Bakûrê Kurdistanê. 

Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê raya giştî libenda encamên hatina Komên Aştiyê ne. Dema ku ez van hevokan dinivisînim hê nêzîkatiya dewleta tirk diyar nebûye. Lêbelê helwesta rayedarên dewleta tirk çi dibe bila bibe, çawa dibe bila bibe, ev jesta birêz Öcalan û ya KCK xwediyê wateyeke dîrokî ye. Her kesê ku mêjiyê wî dixebite nikare bêje ev hatina Komên Aştiyê teslîmkarî ye. Divê ev hatina Koman weke şanseke mezin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê were dîtin û pejirandin. 

Ji destpêka sedsala 21. vir ve ne konjonktûra cîhanê û ne jî ya Tirkiyeyê weke a sedsala borî nîn e. Ne tenê li Tirkiyeyê, her wiha  di tevahiya cîhanê de rewşeke nû derketiye holê. Dengê aştiyê ku ji sala 2000’î vir ve derdikeve ne weke ên dema borî nin. Çi li Tirkiyeyê û çi jî li Kurdistanê atmosfereke cuda û erênî heye. Digel hin gumanên min, ez bixwe jî vê atmosferê erênî dibînim. 

Weke tê zanîn, ji meha Gulanê vir ve, bi awayeke fermî wezîrê tirk ê hindir Beşir Atalay weke berdevkê hikûmetê ê ku pêvajoya « Vekirina Demokratîk » dimeşîne hatiye wezîfedarkirin. Ji 4 mehan vir ve wî bi cur be cur saziyan re hevdîtinan pêkanî. Lêbelê digel pir daxûyanî û hewldanên hikûmeta tirk heya niha me ti rewşeke erênî nedîtiye. Ez hêvîdarim ji îro bi şûn de wê ev pêvajo bikeve asteke nû, ya çareseriyeke rast û mayîn de. 

Mixabin her tişt li gorî daxwaza me a xweşbîn nameşe. Dîsa li Tirkiyeyê hemû derdor di nava helwesteke erênî de nîn e. Bi taybetî partiyên weke CHP û MHP di kemînê de ne ku vê pêvajoyê sabote bikin. Ev du partî, bi taybetî jî MHP ketiye nava hewldaneke pir bilez daku pêvajoya aştiyê pêşnekeve. 

Li hemberî bûyerên ku diqewimin, divê derdorên aştîxwaz û demokrat hewlbidin ku ev pêvajo berbi astekê hê xweşbîntir ve biçe. Heke ev fersend jî were windakirin, mixabin wê dîsa pêvajoyekê reş û tarî dest pê bike. Ev jî ji bo gelê Kurd û her wiha jî ji bo tevahiya Tirkiyeyê dibe sedemê zêdetir êş û kederan.  

19.10.2009

F
E
E
D

B
A
C
K