Rewsa « Bahara Ereban » û paseroja wê çi dibe bila bibe, ji bo me Kurdan pêwîstî bi «Baharekê Navxweyî » heye. Ji bo bingehekê ji baharekê rast û pêvajoyekê azad re were amade kirin, divê li welatê me û di nava gelê me de « Baharekê Navxweyî » were jiyîn. Bê ku ev bahar bijî, ne mumkun e ku gelê me bikaribe ji bêvajoya baharekê rast re pêsengî bike.

Di dîroka Kurdistanê de û heya naha bingeha hemû derd û kulan bêtifaqî û dusminatiya navxweyî ye. Hêzên dagirker herdem pîlanên xwe li ser vê qelsiya gelê me dane çê kirin. Di encama siyasetên dagirkeran de nakokî di nava Kurdan de kûrtir bûn in. Lewre, beriya ku li dijî hêzên dagirker « Baharekê Kurdan » bê jiyîn divê em bikaribin di nava xwe de bi bahar bin.

Dema ku em li 40 salên borî dinêrîn, bas tê dîtin ku bi dehan rêxistin di nava Kurdan de tenzîm bûne û bi armanca « Azadkirina Gelê Kurd » ser kirine. Ji heman rêxistinan çendê wan di nava demekê kurt de hatine pelçiqandin û ji holê wunda bûne. Ji têkçûna van rêxistinan, mixabin, qasê dusmin hin tevgerên Kurdan jî kêfxwes bûn in, destên xwe lihev danin. Mirov fedî dike ku heman nêzîkatiya Kurdan bîne ziman, binivîsîne.

Îro li Kurdistanê û li derveyê welat bi dehan rêxistin û tevgerên Kurdan hene. Ji derveyê hin rêxistinên li Basûrê Kurdistanê, mixabin di navbera piraniya rêxistin û tevgerên Kurdan de diyalogekê li ser esasê parastina mafê azadiya gelê me tine. Giraniya sedemên nakokiyên heyî berjewendiyên rêxistinîn in, her rêxistin, tevger û komele dibên « bila hindik be lê ya min be ». Bê guman bi vê mentalîteyê ne yekgirtin dikare çê bibe û ne jî hevkarî dikare li pês bikeve. Yên ku ji heman nêzîkatiyan sûd werdigirin dîsa hêzên dagirker in.

Di vê dema ku li pir welatan têkosînên azadiya gelan li pês dikevin de, pêwîstiyekê pir mezin bi «Baharekê Navxweyî ya Kurdan» heye. Pistî pêkhatina « Baharekê Navxweyî » êdî em dikarin behsa « Bahara Kurdan » bikin. Di vî derabrî de bar û kar tenê nakeve ser milên rêxistinan, divê hemû Kurd, bi taybetî jî rewsenbîr û zanyar xwe berpirsyar bibînin.
19.12.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K