An qedera wî ye, ku çapemenîya wî di sirgûnê de avisbûye û di sirgûnê de zaye ? !
   Wek ku diyare, destpêka rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) destpê dike.
   Ev rojname jî, li Stenbolê, di sirgûnîyê de, avis bûye û di sirgûnîyê de li Misrê bajarê Qahîre zaye.
   Wiha jî, çapxaneya Kurdî. Ewa ku rehmetî Hisîn Hiznî Mukeryanî di sala 1915 an de ji Almanya anî û li bajarê Helebê danî û pê kovar çapkirin. Ew jî di sirgûnê hat dîtin.
   Doza çapemeniya Kurdî, ( kovar, rojname, pirtûk û radyo…) hisyarkirin û belavkirina zanînê ye di nav gelê Kurd de. Hem jî rizgarkirina zimanê kurdî û rizgarkirina gelê Kurd e..
   Roja îro, ji bo vê armancê; hisyarkirin, zanîn û azadiya gelê Kurd, bi dehan kovar û rojnameyên Kurdan li dervî sînorê Kurdistanê, di sirgûniyê de têne wesandin.
   Gava em li dîroka Kurdan ya kevin û nû mêze bikin emê bibînin ku, ew kesên ku doza mafê gelê Kurd kirine û dikin, ji neçarî dûrî welatê xwe ketine, di welatê biyanîyan de jiyane û di wê biyanîyê de kar û xebat kirine. Rojname, kovar û pirtûk wesandine, ji ber ku di welat de ew delîve nedîtine ku bi zimanê dê û bavê xwe kovar û rojnameyan biwesînin; gava ku em basûrî Kurdistanê ji vê mijara xwe bidin alîkî. Ji ber ku dewletên welat dagir kirine tu carî ew delîve nedane Kurdan ku Kurd bi rengekî berfireh û azad çapemeniya xwe biwesînin.
   Ji ber vê yekê jî çapemeniya Kurdî di welat de maye pasketî û ya heyî jî di sirgûnê de piskivîye û mezin bûye.
   Di vir de ez dixwazim navê çend kovarên ku di sirgûnê de derketine û derdikevin ji xwendevanan re raxînim:
– Kurdistan a mak / Qahîre.
– Rojî Kurd, Jîn / Stenbol.
– Hawar, Ronahî / Sam.
– Stêr, Roja Nû / Beyrût.
Ji sala 1991 ê û bi vir de, careke din Stenbol bûye wek sala 1908 an û heyamê mesrûtiyetê ji çapkirina kovar, rojname û pirtûkên kurdî re. Ji wan wesanan:
– Welat, Welatê Me, Azadiya Welat, Dengê Azadî, Ronahî, Medya Gunesî, Newroz, Deng, Rewsen, Zend, Nûbihar…
Belê, li ewrûpa jî bi taybetî pistî derbeya 1980 ê, çapemeniya Kurdî li wê hêlê gelekî  gesbûye, ji wê çapemeniyê :
– Kurdistan Press, Armanc, Hêlîn, Wan, Berbang, Nûdem, Çira, Dugir, Roja nû, Bîrnebûn li Swêdê.
– Hêvî û Kurmancî, li Fransa .
– Axîna Welat, li Rûsya .
– Riya Taze, li Yekîtiya Sovyêta berê û îro li Ermenistanê, Yerîvanê, rojnameya Riya Taze heye, Ji sala 1930 î ve û heta 1937an û pistre jî ji sala 1955an û heta roja îro.
– Têkoser, Li Beljîka, kovara kurdî a sê mehî, 1979-1995 (Komela Têkoser, Yekîtiya Karker û Xwendekarên Kurd li Beljîka )
– Bultena sêmehî ya bi Kurdî, fransî, hollandî û ingilîzî: 1989 – 1995 ( Enstitutya Kurdî ya Bruksêlê ) ya ku dewama Têkoser e, di wesîne.
– Bultena sêmehî ya van her çar zimanan: Kurdî, fransî, îngilîzî û hollendî, Buroya Kurdî ya Pêwendî û Agahdariyê Li Bruksêlê, Beljîka, di wesîne..
– Havîbûn, Hîwa û Avesta Kurd, li Almanya.
– Ala, li Holenda Û hwd.
Her weha gelek kovar û rojnameyên Kurdî yên din li seranserî ewrûpa û Amerîka derdikevin. Hem jî, li Kurdistanê û dervî Kurdistanê bêtir ji 2000 malperên enternêtî hene…
   Mirov dikare bibêje, ku ji 80-90 % ji çapemeniya Kurd li dervî welat derdikeve, gava em basûrî Kurdistanê jê derînin. Ew jî bi saya ronakbr, rewsenbîr û siyasetmedarên Kurd e; ewên ku ji neçarî derketine – wek ku me li jor jî nîsan kir – û di welatê biyanîyan de bi cî û war bûne, lê tu carî pêwendiyên wan ji welat û welatiyên wan nehatiye birîn; û wan lehengan di mercên çetîn û dijwar de çapemeniya xwe gihandiye hundirê welat, xelkên welat jî xwendiye û dixwîne, hem jî pesdarî tê de kiriye ji rojnameya ( Kurdistan ) a dayik bigre û ta roja îro.
   Lê li ser rola wê çapemeniyê, di hisyarbûna gelê Kurd de mirov dikare van xalan raxîne:
1- Bi saya rojnameya ( Kurdistan: 1898 ) ê, zimanê Kurdî bû zimanê xwendin û nivîsandinê, tevî ku Cizîrî, Xanî û Feqê Teyran helbestên xwe bi zimanê Kurdî danîbûn, lê ta wê hingê zimanê Kurdî nebibû zimanê nivîsandinê.
2- Bi saya kovara ( Hawar: 1932 )ê, alfabêya Kurdî ya latînî ji zimanê Kurdî re hat berhevkirin, roja îro piraniya Kurdan pê dinîvîsin.
3- Bi saya kovara ( Roja Kurd: 1913 ) ê, pexsana Kurdî serê xwe hilda û yekemîn çîroka Kurdî di vê kovarê de hat wesadin, ew jî bi pênûsa rehmetî Fûat Temo bû .
4- Çapemeniya sirgûnê wek çirayeke ges bû, Kurdan xwe li dor danhev û bi rêka wê, gelê Kurd ji gelek nexwesî û nezanîyan rizgarbûn.
5- Çapemeniya sirgûnê, besekî mezin ji zargotin û dîroka Kurdan parast, ku ew çapemenî nebûya, dibe ku gelek bûyerên dîrokî û zargotina gelêrî winda bûba û sas bihata nivîsandin.
   Bi wateyeke din çapemeniya Kurdî gelek belge û dukoment ji wendabûnê parastin.
6- Bi saya çapemeniya Kurdî û kesên ku xwe di ber de westandin. dengê gelê Kurd û bindestiya gelê Kurd di Ewrûpa û Emerîka de belav bû.
7- Çapemeniya sirgûnê gaziyek bû ji gelê Kurd re, ku çavê xwe li cîhana zanyarî veke, li dûv zanînên nû di cîhanê de bilive û serwext be.
   Nexasim ji aliyê teknolojî ve û dawî ku gelê Kurd jî tevî karwanê gelan bibe, di saristanîya mirovahîyê de.
8- Bi saya çapemeniya sirgûnê gelê Kurd di welatê xwe, de li berxwe da û ji desthilanîn neket.
   Tevî ku dagirkeran divîbûn Kurdan asîmîlesyon bikin û wan di nav xwe de bi hilînin û nema bikin.. Her û her wê çapemeniyê hewil dida ku gelê Kurd dostaniyê bi gelên cîran re bike, nemaze yên bindest û azadîxwaz.
9- Çapemeniya sirgûnê dijî rêjîmên pasverû sekinî, çi Ereb, çi Faris û çi Tirk. Û doza biratiyê bi gelên van netewan re kir dijî desthilatderên stemkar û rêjîmên xwînmij û kedxwar.
10- Çapemeniya sirgûnê roleke giring dilîze di askerkirina zilm û zor û hovîtiya ku li ser gelê Kurd tête mesandin…
   Di dawiya vê kurtegotarê de dixwazim bibêjim ku kovar û rojnameyên Kurdî yên sirgûnê roleke mezin di hisyarkirina hestên netewî de lîstine, û ne tenê li dervî welat, belê di hundirê welat de jî ew rol lîstine, ji ber ku rojnamevan û nivîskarên Kurd ta bi siyasetmedarên Kurd nikarîbû û nikarin xwe ji welat bi dûr bixin.
   Tevî ku li dervî welat dijîn jî, lê hus û ramanên wan bi ser welat û welatiyên wan ve ye, ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku ew ji welatê xwe nehatine cudakirin û ji ber ku nehatine cudakirin, tev nivîsandin û afirandinên wan li ser welat û welatiyên wan in.
   Ma wê çilo rola wan di hisyarkirina gelê wan de ne berz û mezin be û karê wan ne cihê pesin û sipasîyê be ?
   Sed silav li giyanê wan rojnamevanên Kurd be, ewên ku ji sifir destpêkirin û bingehê rojnamevaniya Kurdî ji me re danîn ku îro bi saya wê xebat û bizava wan em jî wek gelê cîhanê xwedî çapemenîn e .

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K