NETKURD, 2010-04-27
Hate xwestin ku Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê înîsiyatîf bigire û ji bo nêzî hev bibin bikeve hewldanan.
Konferansa bi mijara "Kerkûk û pirsgirêkên din ên neçareserkirî û perspektîfa kurdan" li Parlamentoya Ewropayê duhî dest pê kir. Gelek kurd, tirkmen, ereb û hin parlamenterên PE’yê jî beşdarê konferansê bûn.
Konferans ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, hewldana Navenda Çand, Perwerdehî û Zanistê ya Kurd a li Fransayê (KESC) ve di bin xwedantiya parlamenterê PE’yê yê ji Partiya Sosyalîst a Holendatê Dennis de Jong pêk hat. Dîrokzanê ji Iraqê Prof. Kemal Mazhar Ahmed axaft.
Di axaftina xwe de Ahmed ku li ser pirsgirêka tirkmenan rawestiya, diyar kir ku ji dêvla hin nûnerên tirkmenan bi welatên din re bikevin têkiliyan dê çêtir be ku bi gelê ku li Iraqê û Kurdistanê bi hev re dijîn re bikeve têkiliyan.
Ji ber ku Belçîkayê vîze nedayê, serokê Partiya Gel a Tirkmenan (THP) Îrhan Cemal beşdarî konferansê nebû, ji dêvla wî ve nûnerê THP’ê Kays Îbrahîm Muhammed axaft û anî ziman ku "tu pirsgirêka gelê turkmen û gelê kurd ku bi hezar sal in bi hev re dijîn, tune"
Muhammed anî ziman her du gel jî rastî polîtîkayên erebkirin û tunekirinê yên rejîma Sedam û şovenîstên ereb hatine. Siyasetmedarê turkmen got ku bi xala 140’emîn a Destûra Bingehîn ku ji hêla gel ve hatiye qebûlkirin dê pirsgirêka Kerkûkê çareser bibe.
Hikmet Muhammed Kerim ku bi ramanên xwe yên derbarê Kerkûk û hermêmên pêşeroja wan nediyarkirî hatiye nasîn, diyar kir ku "Kurdistan bi destê hêzên rojavayî hatiye parçekirin" û got, "Li ser van axan di 1932yan de cara pêşî mêtingerên îngilîz li hemberî kurdan çeka kîmyewî bi kar anî."
Ji rêveberên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Melle Bextiyar jî li gorî agahiyên îstatîstîkî anî ziman ku piştî Sedam îktîdara xwe xurt kiriye, di serî de li Kerkûkê, ereb xistine axa Kurdistanê, nêzî 4 hezar gundên kurdan vala kirine û hilweşandine û wekî enfal û Helebçeyê, 200 hezar kurdên sivîl tune kirine.
Serokê Enstîtuya Kurdî ya Brukselê Dewrêş Ferho jî di axaftina xwe de got, "Di serî de li Kerkûkê, kurdên li herêmên li benda çareseriyê dixwazin ku bi Herêma Kurdistanê ve bên girêdan. Lê mixabin ev daxwaza kurdan ji hêla dewletên li ser kurdan zordestiyê dikin ên wekî Tirkiye, Sûriye û Îranê ve bi riyên curbecur tê astengkirin."
Ferho xwest ku YE ji bo sepandina Xala 140-ê înîsiyatîf bigire, ji bo ku alî nêzî hev bibin û li herêmê çareseriyeke berdewam pêk were hewl bide."
mc AKnews
http://www.netkurd.com/?mod=news&option=view&id=4224#bg

F
E
E
D

B
A
C
K