Tu li tecrûbeyeke navneteweyî û têr wate digerî? Tu di navbera 18 û 25 salî de yî?

Interesa te bo Kultûra Kurdistanî heye? Li ser nasnameya Kurdistanî çi difikirî?

Di navbera meha Îlona 2013 de (11/09/ 2013 – 21/09/2013) Enstituya Kurdî ya Brukselê, Pro-Humanitate ji Almanya, Navenda Êzîdiyan li Tbilîsê û Rya Teze li Êrîvanê civîneke navneteweyî di çarçeweya programa European Youth in Action de amade dikin. Ev proje ji aliyê Yekîtiya Ewropa hatiya pejirandin.

Di deh rojan de ji çar welatan (Beljîka, Almanya, Gurcistan û Ermenistan) li paytextê Êrîvanê dicivin. Di ven civînan de ewê li ser nasname, kultûr û jiyana civakî biaxivin. Herweha ewê hejmareke teybetî bi zimanê Ingilîzî ya Rya Teze û eger mimkin bibe ya kovara Zagrosê jî amade bikin. 

Eger hun di navbera 18 û 25 salî de ne kerem bikin beshdariya vê projeyê bikin. Çûn û hatin, mayin, xwarin û vexwarin tev li ser milê saziyan e. Hunê bes 100 € para xwe ji bo heqê rê bidin û beshdar bibin. (Derfetên we ji bo beshdariya 100 nîne, me agahdar bike! Dibe ku çareseriyek were dîtin.) 

Eger hun beshdar bibin civîneke di navbera beshdaran de berî ku em herin pêwîst e û divê hun beshdarî wê civînê bibin. 

Tu dixwazî? Me bi rêya [email protected] yan jî [email protected] agahdar bike.  Eger pirsên we hebin ji bo bersivan amade ne. 

 
F
E
E
D

B
A
C
K