Pirsa Kurda li Turkiyê yek ji wan pirsan e ku, demek e dirêj e didome û nayê çareserkirin. Yekîtiya Ewropa-YE û welatên Ewropayê ji bo çareseriya pirsê rolekî esasî dilîze. Lê ji bo guhertinê, di siyaseta Ewropayê de pêwîstî bi gavên wêrek/ bi cesaret heye: Navê PKK ê di lîsteya res ya terorê de ye û ev yek, bi sêweyekî cidî rê li ber çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd digre. Rakirina navê hêza “terorîst” ji ser PKK ê dê rewsê normal bike û mecalê bide deng û hêzên demokrat li Turkiyê ku dîtinên xwe bêtirs bihênin zimên, xwe îfade bikin. Astî, bi rêya çekan, pistgiriya PKK ê bikin anjî nekin, bi sucdarîkirina Kurda, pêk nayê.

Divê YE, ji bo çareseriyekî emirdirêj , astiyane û siyasî bi nûner û rêkxistinên Kurda re, li welatên ku Kurd lê dijîn û li welatên YE rûne û qonaxekî diyalogê bide destpêkirin. Li gorî dîtina me, YE bas dizane ku, histina navê PKK ê di lîsteya terorê de, qet dê nebe alîkarê peydekirina rêyên çareseriya polîtîk û pêsketina demokrasiyê li Turkiyê. Israra nederxistina navê PKK ê ji lîsteya terorê dê pirsgirêkan zêdetir bike. Lewma divê di demek pir kin de gavek bi bandor bê avêtin û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Bi vê gavê dê rê li ber argumentên Turkiyê ji bo pêkanîna siyaseta wê ya neyênî û hisk bê girtin.

Di rewsek wisa de, israra YE ji bo histina navê organîzasyonekî, ku Turkiyê pê re têkiliyan datîne û pistgiriyê ji milyonan kesên Kurd digirê, di lîsteya terorê de histin, bê wate ye û biryekî bêserûber e. Biryara histina navê PKK ê di lîsteya res ya terorê de, nedîtina cewaziya di nav “pêkanîna çalakiyên terorî” û “berxwedana lidijî metodên dewletê yê terorî” ye. Nîsanadan û binavkirina komekî “xwedî helwestên astiyane û li dijî hiskiyê” bi “teror”ê, tê wateya, îzolekirina/lidervehistina komê bi destê YE ji meydana siyasî ye.

Kordînatorê YE ya daîreya xebatên li dijî terorê birêz Gilles de Kerchove, ji bo ajansa Araratê de (2011/12/09) de wisa axifî bû: … PKK jî di nav de, tu hêzên Kurda ji bo YE û erdên welatên yekîtiyê, tehdîtên terorê pêk nahênin.
Bi milyonan kes pistgiriya PKK ê dikin, lê navê PKK ji sala 2002 de heta niha di lîsteya YE ya terorê de ye û hîna jî nehatiye derxistin.

Beyana Wezîrê Karê Derve Ahmet Davutoglu li ser hevdîtina PKK û MIT ê wisa bû: “Ji bo destpêkirina qonaxên hevdîtinên wisa, sertê yekem rewsek bi aram û bikarnehanîna hiskiyê ye. Mixabin e ku, mercên ji bo hevdîtinan pêk tên ji ber çalakiyên terorê ji holê radibin, têk diçin. Em bi kesên dixwazin biaxifin re didin û distînin, ne ku bi kesên ku hêza xwe pês dewletê dike” (Hurriyet Daily News, 2011/08/09).

Bi vê beyanê pir eskere xuyanî dike ku, Turkiyê ji bo çareseriyekî siyasî ne amade ye gavên pêwîst bavêje. Ji ber ku PKK ji sala 1990 î û heta niha çend caran ji bo hevdîtinan û çareseriyên pirsgirêkan bi rêya astiyê gavên pêwîst avêt û mercên pêwîst amade kir. Afirênerê çalakiyên terorê û kesên ku hêza xwe nîsan dide, ne PKK ye. Mezinkirina pirsgirêkan û bilindkirina serê çekdarî li herêmê, bi destê Turkiyê û Îranê, ji bo tunekirina PKK ê dest pê kiriye.

EUTCC bi vê banga xwe ya brûskî ji YE daxwaz dike ku navê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Divê YE siyaseta xwe ya reskirina PKK ê bi dawî bîne, di sûna wê de, bi nûnerê PKK re ji bo gavavêtinên erênî hevdîtinan pêk bihêne. 21 îlon 2011

Kariane Westrheim, Serokê Gistî
Michael Gunter, Sekreterê Gistî
Hans Branscheidt, Endamê Komîteya Navendî

EUTCC çi ye?

Di 17/12-2004 an de YE biryar da ku, ji bo endametiya Turkiyê ya yekîtiyê dest bi hevdîtinan bikin. Mercên YE ji bo endametiya Turkiyê, pêkanîna krîterên Kopenhagenê bû. Krîter mafê mirovan û eqaliyetan li Turkiyê garantî dike. Hejmarek bilind ji dezgehên civakî yê Ewropayê û Turkiyê xwestin ku, qonaxa endametiya Turkiyê û pêkanîna krîteran bê raçavkirin. EUTCC li ser vê bingehê ava bû. Komîsyon pistgirê endametiya Turkiyê ya YE dike û dixwaze li Trukiyê demokrasî pês bikeve…

EuroKurd News – www. http://eurokurdnews.blogspot.com/

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K