Dezgeha li dijî jenosîdê ya mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK ji bo azadiya zarokan, kampanya xwe ya navnetewî bi xurtî didomîne.

Di çarçoveya kampanyayê de, îro li ser navê CHAK ê nameyek taybetî ji navenda Unicefê, rêvebirên bilind û niwêneriya Turkiyê, Avusturya, Beljîka, Danîmarka, Grekê, Irlanda, Italya, Israîl, Japan, Luxemburg, Holanda, Norvec, Ispanya, Swêd, Swîsre û Brîtanya re hate şandin.

Li ser pirsê daxuyaniya Cigirê Serokê Navenda CHAK ê Gabar Çiyan wisa ye:

Îro nameya taybetî hate şandin. Du rapor hatin pêşkêşkirin. Ji Unicefê eşkere hate xwestin ku, werin Kurdistanê û rewşa zarokan bibînin. Ji ber girtin, zindanîkirina 2300 zarokên kurda, nexweşiyên fizîkî û rûhî di zindanan de, sirgonkirina wan û prosteyên dê û bavan krîzek cidî heye. Turkiye eşkere peymana mafê zarokan binpê dike. Divê hûn mudaxeleyî qonaxê bikin û alîkariya zarokên Kurda bikin.

Unicef, dezgehek navnetewî ye ku bi rêya Yekîtiya Milletan-UN mafê zarokan li cîhanê bi cîh dihêne.

CHAK-Navenda Dokumentasyonê – EuroKurd News

F
E
E
D

B
A
C
K