Ji bo jiyandina zimanê kurdî li hemberî polîtîkayên hilandinê yên dewletên desthilatdarên Kurdistanê, grîngiya bikaranîna zimanê zikmakî tê zanîn. Bikaranîna zimanê zikmakî erkek mirovbûn, hemwelatîbûn û xwedîderketina li nirxên xwe yên netewî ye. Lêbelê ji destê zordarî û astengiyên dewletên desthilatdar û ji sedemên penabertî, gelek kurd ji bikaranîna zimanê xwe hatine dûrxistin. Bikaranîna zimanê dijmin,  îroj di nava gelek kurdan de, wekî nesaxiyeke vegirtî, li ser giyan û jiyana wana hilweşandinan diafirîne. Ger pêşî lê neyê girtin dikare di hundirê çend deh salan de, bikaranîn û ramandina kurdî ji holê rake. Ev jî di dîrokê de, tişta herî xerab a bi serê zimanekî de were ye.Di encama lêkolînên zanyarî û perwerdehî de derketiye holê ku zarokên wekî zimanê destpêkê, zimanê dayika xwe fêr dibin û perwerdeyê pê dibînin, bêtir di warê mejî, giyanî û fêrbûnê de lipêş dikevin. Zarokên zimanekî biyanî destpêkê digrin û perwerdeya xwe bi vê dimeşînin, di salên pêş de pirsgirêkên giran ên civakî, psîkolojîkî, giyanî û mejî dijîn.Bi vê sedemê, ji bo kurdan, ji her netewê zêdetir fêrbûn, bikaranîn û ramandina bi zimanê zikmakî pêwîstiyeke vebirî ye. Zimanê kurdî zimanekî herî kevnare yê çanda şaristaniya Mezopotamya ye û xwediyê bingeh û dewlemendiyeke sereke ye. Jiyandina vî zimanî erkeke jiyandina hemû nirx û çandên Mezopotamya ye. Devjêberdana vî zimanî, devjêberdana dîrok, nirx û çanda şaristaniya Mezopotamya ye. Îroj kurd, ger dixwazin cîhanê bi sazûmanke demokratîk veguherînin ser hîmê xwe yê şaristaniya Mezopotamya, vê yekê tenê bi xwedîderketina li hemû nirx û çandên Mezopotamya dikarin pêk bînin. Bi biyanîbûnê, bi bikaranîna ziman û çanda desthilatdariyê, bi ramandina peyvên dagirkeriyê daye ser zimên, pêkanîna guhertin û veguhertina sazûmanên cîhanî ne bi derfet e. Guherîn û veguherîn qasî dayîna têkoşîneke xurt, bi xwedîderketina li cewherê xwe, parastina nirxên xwe û bikaranîna çanda xwe pêk tê. Bi vê sedemê îroj erka herî bingehîn a serkeftinê, bikaranîna zimanê kurdî ya di her warê jiyan û xebatê de ye.  Ji bo vê jî fêrbûn û fêrkirin pêwîstiyek e. Ji bo pêşerojeke ronî ya kurdan, werin em tev bi hev re li her qada kurd lê dijîn, dest bi perwerdeya zimanê kurdî bikin. Em bi giyaneke seferbertî bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsînin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî bihizirin, bi kurdî rabin û bi kurdî rûnên!Bi vê armancê, di demeke nêz de li Kanton Zurich ê Fêrgeha Perwerdeya Zimanê Kurdî Zaravayê Kurmancî tê sazkirin. Em, bê cudahiya parçe, partî û rêxistinan- wekî erkek netewî ya sazkirina ziman û giyaneke netewî, tevlêbûn û alîkariya tevahiya kurdan hêvî dikin.Silav, rêz û serkeftin. Hesen Huseyîn DenîzMamosteyê Zimanê Kurdî

F
E
E
D

B
A
C
K