CHAK ê, li ser pirsê ji partiya Kurda ya legal li Bakurê Kurdistanê û Turkiyê ”Barış ve Demokrasi Partisi-BDP” ê re nameyek şand. CHAK, bi raporekî, rewşa li Rojhilatê Kurdistanê, zexta rejîma Îranê li ser Kurda û pirsa îdamên li Îranê ji BDP ê re zelal kir. Ji BDP ê hate xwestin ku beşdarî kampanya CHAK ê bibin û mumkûn be weke partî gavên pêwîst bavêjin. 
”Nûnertiya BDP ya Ewropayê” bi nameyekî, piştgiriya xwe nîşan dan û rapora me gihand navenda BDP ê. Îro nameya BDP ê gihişt navenda CHAK ê. BDP di nameyê de dîtina partiyê wisa dihêne zimên:
”Partiya me, bi şêweyekî fermî beşdarî kampanya CHAK ê dibe û pitgiriya kampanyayê dike. Her wisa me bi nameyekî ji konsolosê Îranê li Enqerayê xwest ku, li Îranê dawî li Îdamê were û îdamên hene bêne rawestandin. Xebata me li ser pirsê didome.”

Kampanya CHAK ê bi xurtî didome. Li ser pêşketinên dawiyê, ji navenda CHAK ê Gabar Çiyan wisa axifî: ”Beşdarbûna BDP ê cihê kêfxweşiyê ye. Gelek spas. Em li benda tevayê partî û dezgehên netewî ne ku di kampanya me de cî bigirin. Dûhî partiyên di meclîsa Swêdê de li ser pirsê hatin agehdarkirin. Xebata me li 11 welatên Ewropayê didome. Her wisa bi insiyatifa ”Stoppt Hinrichtungen im Iran” jî hevkariya me didome. Emê bi rêya dost, endam û dilxwazên xwe, bi şêweyekî fermî xwe bighêjînin Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekgirtî û dezgehên mafê mirovan. Divê Îran zextê ji ser gelê Kurd rake û bi rêya diyalogê pirsa Kurda ya netewî çareser bike. Ji bo çareseriyê raya giştî rola xwe bilîze. Kampanya me ya ya îmzeyan didome. Kesên bixwazin dikarin bi rêya e-maîla [email protected] anjî [email protected] ê beşdar bibin. Kampanya dikare bi rêya www.kurdocidewatch.net ê bê şopandin.”

EuroKurd News-http://eurokurdnews.blogspot.com/

F
E
E
D

B
A
C
K