Belê mamoste..!
Em çûn Wan û Miksê û zîvirîn..
Me qurtek ji (Ava) Feqîyê Teyran vexwar..
Tu dibêjî, qey tiştek nayê guhertin..
Ne piştî hezar kul û derdî û
Ne sibe û dusibe..
Ne berî nûçeyên sibehî û ne piştî nûçeyên êvarî û
Ne piştî hezar rondkê kevokên ji wêraniyê revyayî..!
Tu dibêjî, qey tiştek nehatiye guhertin;
Ne berî hezar rêkên agirî,
Ne piştî hezar helbestên qetometo û
Di kolanan de avêtî..
Tu dibêjî, qey esman bi darê Beriwên piroz
Hatiye reşandin û
Ewir, cangoriyên taze belav dike..
Û ev kelek..
Ey Xwedan..!
Ev keleka ku bi termê dîroka zilm û
Zorê hatiye dagirtin, berê wê li kû ye?!
Tu dibêjî, qey me war derbas nekirine û
Dîrok di warên me re derbas nebûye..?!
Em kîne?!
Em kîne Rustemê Zal?
Em kîne Edrîs û Şerefxanê Bedlîsî?
Em kîne Mem û Zîn, Ferhad û Şêrîn?
*          *          *
Gelî ûcaxên Xwedê!
Qey keleka me di orta deryayê de winda bûye?
Pêlek wê dispêre pêlekê?!
Şev li me gerya ye..?!
Dara mirovahiyê şewitîye?!
Ta ku sikak û kolan bi zilm û zorê di warên me re
Derbas dibin;
Bêyî ku guh li me bikin,
Bêyî ku tiştek bê guhertin.. û
Em çîrokên axîn û hisretan bidarvedikin?!!
Gelo wê êşa me ta dawiya elfabeyê dirêj bike..?!
*         *          *
Mamoste!
Gotin di dawiya şevê de digrîn..!
Bêdengiya me bi çûkên mirî yên vî heyamî re
Dilewite..!
Ev heyamê ku em ji bo wî distirên û
Ew serê xwe ji bo me dihejîne..
Digirî û di ber xwe de dibêje pepûk..
Waweylê…
Em ê çawa wêneyê bav û kalên xwe
Winda bikin,
Kum û kolosê wan li ber ba bifelişînin?!!
Çendî dayikên me gazinan bikin, çendî mîr Bedirxan,
Şêx Nehrî, Şêx Seîd ji me bi lome bin;
Em, di çayxaneyên bîranînan de
Qerebalixê dikin,
Bi dirêjbûn li ber dergehên bajarên giryayî
Radiwestin,
Lêborîn û pexşanê dixwazin û
Ji darên xûz û tewyayî dipirsin;
Gelo, em bi derengî ketine?!
Tu dibêjî, qey em bi derengî ketine..
Tu çi dixwazî mamoste Derwêş!
Em çi dixwazin;
Penaberiyê em di nav baskên xwe de
Hilanîne..
Rêkên çûn û nehatinê ji çûna me
Westiyane.
Wî li wî yê ku karibe bireve û
kî berê kerwan didî kû, bela ew be..!!!
Em bi bêdengî û şerê xwebixweyî
Di berxwedanê de ne..!!!
Bi zimanê biyaniyan dinivîsînin û şerê hev dikin..!
Çi şevek dirêj e, gelo dawî jêre nîn e?!
Kolanên rojhilata navîn ji hejariya zarokên me
Têr xwarin..
Werin, em bi pêş de herin da ku
Nifşên li paş me bi pêş ve bilivin.
Ax, çendî ev heyam bi kul û derd e..
Bila em ardiwê ronahiyê bin
Ne ardiwê tirava temirandî bin.
Kelek di orta deryayê de westyayî ye..
Li hêviya we ye.

Qamişlo, 01/07/2010

F
E
E
D

B
A
C
K