Weha xuya ye ku Beljîka ev êrîsh ne bi sere xwe kiriye. Êrîshên hember Kurdan li Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollanda û çapemeniya negative li ser Roj Tv li Danîmarka vê rastiyê shanî me dike. Lê tishtê herî balkêsh heta niha biqasî serê derziyê sebebek nehatiye dîtin, gotin û nîshankirin ku Kurd tewanbar in! Her roja dice hê zelaltir xuya dike ku ne Kurd, lê dewletên Ewropa bi emrê dewleta Turk û YDA ketine dewrê û ji ber vê jî ew xwe tewanbar dikin. Pê li prensîbên xwe dikin.

Ji destpêkê ve Enstituya Kurdî ya Brukselê li kêleka KNK, Buroya BDP, federasyon û Roj Tv bû. Interparlementaire Werkgroep Koerden (Koma Xebatê ya Interparlementeran bo Kurdan) ji saeta pêshin ve bi Kurdan re bû.  Saziyên Civakî (NGO) bi awayekî zelal xwe li derdorê Kurdan dane hev. Di aliyê çapemeniyê de li Beljîka du bere hebûn. Aliyê Frensizî bi awayekî negatîf, aliyê Flaman bi awayekî pozîtîf nêzî pirsgirêkê dibû. Aliyê Frensizî ev operasyon di rê de, aliyê Flaman ne di rê de shîrove dikir.

Di 16ê Adarê de endamên  Interparlementaire Werkgroep Koerden, bi nûnerên hemû partiyên siyasî ve, çapemeniya Beljîkî û Kurdî vexwende Roj Tv û li Roj Tv bi xwe nerazîbûna xwe dane zanîn. Nûnerên partiyên cida, ji Parlementoya Ewropa, Senatoya Beljîka, Meclîsa Beljîka û ya Flanderen beshdar bûn. Ev êrishên ku hember Kurdan hatine pêkanîn shermezar kirin. Parlementeran û çapemeniya Beljîka studyoyên Roj Tv dîtin. Li zerara ku hatiye kirin pirsîn û bi çavên xwe tespît kirin.
Li gora wan kar û bare polis û ewlekariya dewletê dive karê xwe bike. Lê tishtê ku jê fehm ne dikir ev bû: ji bo çi bi vî awayî êrîsh hate ser Kurdan? Deriyên saziyên Kurdan, malên wan ji bo her pirsgirêkê vekirî ne. Tishtekî ku Kurd jê sherm bikin û jê bitirsin nine. Her dema Polîs û ewlekarî bixwaze dikare pirs bike û bersiveke maqûl jî bistîne. Divê wezîrê dadê, karên hindirû û serokwezîr bersiva van pirsan bidin. Eger bersiv ne tetmînkar be destê YDA û Turkiyê di vî karî de heye û sherem ji bo Beljîka ye!

Parlementer û kesayetiyên li derdorê Interparlementaire Werkgroep Koerden di nav xwe de ev êrîsha hovane diaxivîn û biryara li ser rawestanê distandin. Pêdiviya zelalkirina vê êrîshê li dijî Kurdan hebû. Di nav xwe de biryar stendin ku her serê çend rojan çend kes ji wan siyasetmedarên Kurd di girtîgehê de ziyaret bikin. Û di roja 24 meha Adarê de du parlementer, Frieda Brepoels, Willy Kuijpers û avukat bi hevra rêzdar Remzî Kartal û Zubeyir Aydar di girtîgehê de zîyaret kirin. Her du parlementer jî çendîn caran çûbûne Kurdistan. Cara dawîn Frieda Brepoels beshdariya Newroza vê sale li Amedê kiribû. Willy Kuijpers jî yek ji kesên ku pirsgirêka Kurdî bash dizane û jib o wê jî çend caran ketiye zîndanên Turkiyê.  Dûr û dirêj axaftin. 

Hedef ew bû ku sere her du rojan çend parlementerên din herin dîtina wan. Lê, roja din, di 21 roja girtina siyasetmaedarên me de, biryara serbestberdanê hate dayin. Niha ew serbest in. Lê kar neqediya ye.  Hê zêdetir kar, hê zêdetir kiryar pêdive. Bi çi awa yî dibe pirseke navxweyî ye. Lê dive bibe.
Pash hevdîtina wan Frieda Brepoels ji aliyê xwe ve û Willy Kuijpers ji aliyê din ve dest bi xebatê kirin. Kêm be jî hin encam dide. Îro, bersiva niviskî ya hin mercên Beljîkî ji van parlementeran re hat. Herweha di van bersivan de jî xuya dike, Beljîka ne ji pêdiviyê û bi biryara xwe ev êrîsh birine ser Kurdan. Û Beljîka bi kiryarên xwe ve di ware siyasî û çapemeniyê de shermezar e.

Li ser van tishtan di pasherojê de hê zêdetir dinivîsin.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1372&yazar=71

F
E
E
D

B
A
C
K