Bê goman, rayedarên dadiyê gerek e bikaribin lêkolîn û lêpirsînên xwe bikin. Lê ev nayê we wateyê ku bi wî awayê zor û bi meqseda xirabkirinê herin ser Kurdan. Ji ber ku, bi teybetî li Beljîka, dezgehên Kurdî, Kurdên siyasetmedar kar û xebatên xwe di nava çarçewa zagonî, demokratîk û ashtiyane de dikin. Xebata siyasî, kultûrî, civakî di çarçewa demokratîk de mafê Kurdan e û kesek nikare êdî wê ji destê wan bistîne.
Heshkere ye ku operasyona li dijî civaka Kurdan bû berdewama êrîshên polîsiye ye kul i temamiya Ewropa û Turkiye diqewime.
Di Qanûna sala bihurî de DTP ji aliyê dewleta Turk hate qedexekirin. Rêzdar Ahmet Türk û Aysel Tugluk pênc salan xistin bin qedexeya siyasî. DTP wek partî biryara vegera malê stend. Lê rayedarên Turkiyê xwe avêtin ligê wan û ew vegerandin nava meclîsa xwe. Ne ji bo xatirê Kurdan, lê ji bo neçin bijartinan daxwaz ji Kurdan kirin ku ew xwe ji meclîsê nekshînin! Di nava partiya BDP de, parlementer û shahredarên bi rûmet ev daxwaz pejirandin û xebata xwe ya siyasî di çarçewa demokratîk de domandin. Lê mixabin, çend roj pash re dewlet dîsa li wan hate xezebê. Bi sedan kadroyên partiyê, shahredar û endam avêtin girtîgehan. Eynî ecêb li Ewropa jî dest pê kir, li Îtalya, Elmanya, Fransa û Hollanda Kurdên siyasetê dikin hatin girtin.
Li Beljîka bi sedan polîsan avêtin ser dezgehên Kurdî. ROJ TV, KNK, KON KURD bûne hedefa êrîshên hovane. Bîst hebek Kurd jî avêtin girtîgehê. Pirraniya wan hate berdan, lê çend kes hê girtî ne. Û heta niha jî rayedarên Beljîka sedema vê yekê zelal nekirine. Tishtên ku ew dibêjin bê bingeh û vê tewra wan heq nake. Bi talan û wêrankirina cîhazên weshanê yên ROJ TV, xerabkirina dergehên saziyan û girtina siyasetmedarên navdar lêkolîn bi wî awayî nabe.
Di 1996 de jî di hember MED-TV de bi eynî awayî êrîsh hatbû kirin. Dîsa talan û girtin. Navê operasyonê jî danîbûn Spoetnik. Polîsê Beljîka hînga jî studyoyên televîzyonê wêrane kiribû. Derî, komputer, cîhazên din shêkênandibûn û xebatkar û mêhvanên li wira avêtibûn girtîgehan. Dest danîbûn ser diravên televîzyonê û derî kilît kiribûn. Lê pash demek kurt, temamiya merivan hatibûn berdan, diravên wan li wan hatin vegerandin û heskere xuya bû ku ev êrîsh bi plan bû ne. Di navbera MIT a Turkiyê û hêza polîsê we demê ya Beljîka Rijkswacht de peyman hatibû îmzekirin. General De Ridder ji Beljîka û berpirsiyarê MIT a Turkiyê peyman îmze kiribûn. Lihevhatin jî ew bû ku bi teybetî MED TV were girtin. Dewleta Turk ev dixwest û De Ridder jî wek berpisiyarê dewleta Beljîka ev daxwaz pêkanî.
Chardeh salan pash re polîsê Beljîka bi eynî awayî avêt ser dezgehên Kurdî û bi teybetî ROJ TV hedef bû. Chima ROJ TV? Bersiv zelal e. Stiriyê di nava çavên dewleta Turk de. Her zor û hovîtiyên di hember Kurdan de ji gele Kurd û cîhanê re pêshan dike. Meqsed ev dezgeh were kilîtkirin!
JI tewra polîsê Beljîka weha xuya dike ku Ankara di van operasyonên dijî Kurdan de tesîreke mezin li ser wan dilîze. Hê êrîshên polîsê Beljîka didoman, wezîrê karen derve yê Turkiyê Ahmet Davudoglu spasiyên xwe ji Beljîka re pêshkêsh kir.
Di meha Qanûna bihurî de serokwezîrê Beljîka Yves Leterme li Ankara di vê çarçewê de ji rayedarên Turkiyê re soza bi cîanîna hin daxwazan dabû. Weha xuya ye ku ew soz dîsa bi teybetî girtina ROJ TV û muxalefeta Kurdî li Beljîka bû. Di 18ê meha Chile de sefîrê Turk yê nuh li Beljîka, Murat Ersavci, hevdîtinek bi wezîrê adaletê yê Beljîka Stefaan De Clerck û serokwezîrê Beljîka Yves Leterme re pêkanîbû. Mijara hevdîtina wan dîsa bi teybetî ROJ TV û dezgehên din yen Kurdî bû. Ji bo dewleta Turkiyê gerek e ev dezgehên pîroz yen Kurdan werin kilîtkirin û dewleta Beljîka jî weha xuya ye ku vê yê dixwaze bike!
Lê bê goman, her tisht jî ewê ne ji ber ku ewê bixwazin û ewê bibe. Kurd ne Kurdên berê ne.
Niha Kurd li mafê xwe dipirsin. Neheqiyê qebûl nakin û ji bo vê yekê jî di roja shemiya bihurî de li skakên Bruksel bûn. Bi zimanekî zelal ji Bekjîkiyan û Ewropiyan re dibêjin ku Kurd daxwaza mafên jiyana bi Kurdî dikin. Mafê perwrdeya bi zimanê Kurdî, mafê weshana Televîzyon û radyoyên Kurdî, mafê çapaemeniya bi Kurdî… ROJ TV û dezgehên din jî wî kar û xebatê dikin. Mafê ti kes û ti hêz jî nîne ku deriyê wan kilît bike. Kurd ji Ewropiyan hêvî dikin ku ew nebin mashika dewleta Turkiyê û bi ojdanê xwe, di nava çarçewa demokrasiya xwe de tewra xwe ji bo Kurdan zelal bikin.
Li vira dixwazim bêjim; eger hêzeke tewanbar hebe ew jî ne Kurd in. Bi van nisheyên jêr xuya dike kî tewanbar û hov e. Tewanbar divê werin girtin û cezakirin. Ne Kurdên ku di çarçewa demokratîk de li mafên xwe dipirsin.
??Di 31ê Qanûna 1994 çendsedek nîjadperestên Turk êrîsh birin ser çalakiya ashtîxwazên Kurd. Ne nîjadpêrestên Turk lê dîsa Kurd hatin cezakirin.
* Di roja 17ê Mijdara 1998 de Enstituya Kurdî ya Brukselê, Komela Kurdan û Komela Suryaniyan ji aliyê çendsed nîjadperestên Turk hate shewitandin. Bi salan me daxwaz ji adaleta Beljîka kir ku tewanbaran ceza ikin. Nexêr, kesekî Turk nehate ber dadê.
* 10ê Qanûna 2005 êrîsh çû ser buroya DEHAPê û xwestin wira jî bishewitînin. Eynî rojê xwestin bînin ser Enstituya Kurdî ya Brukselê.
* Her car kul i Kurdistan yan jî li Turkiyê tishtek diqewime em li vira dibin hedefa nijadperetstên Turkan. Û heta niha ez nebûme shahid ku polis û edaleta Beljîka li hember van hovîtiyan li çareseriyê geriya ye.
Kurdên Beljîka, yên Ewropa, dost û hevalbendên Ewropî, ashtîxwaz û demokrat van kiryarên dewleta Beljîka ku gelekî heshkere bi daxwaza Turkiyê ye dibe tewanbar dikin. Ev hovîtiya li hember saziyên Kurdî, bi teybetî li hember ROJ TV nayê qebûlkirin. Shash e. Zor e. Zilm e.
Divê rayedarên Beljîka û yen dewletên din jî ne bi daxwaza dewleta Turk herin ser Kurdan. Gerek e ew bikevin navbeyna wan û wan li hev bînin. Kurd mafên jiyana xwe bi Kurdî dixwazin. Nêta wan nîne li ti kesî li ti cî neheqiyê bikin.
Divê Ewropî dev ji shirîkatiya hovîtiya dewleta Turk li ser Kurdan berdin û bi navbeynitiya wan de bibin xwedî rûmeteke nuh.
http://www.welat.org/yazi_detay.php?id=1236&yazar=71
08/03/2010 – 09:48 Belçîka çi dixwaze?
02/03/2010 – 07:00 Koleksiyona Enstîtuya Kurdî li Navenda ADVN
22/02/2010 – 06:37 Dihoka rengîn
16/02/2010 – 06:33 Li Sêxana Êzîdiyan
08/02/2010 – 09:46 Konferansa Kurd bi dawî bû
01/02/2010 – 09:35 Swêd li cihê xwe ye, lê ronakbîrên me çûn ku?
25/01/2010 – 09:43 Li Ewropayê tenê siyaset ne bes e!