Patrice Emery Lumumba, 2 Hezîran 1925 – 17 Chile 1961, yekemîn serokwezîrê Komara Demokratîk ya Kongoya azad e. Bîrewerekî siyasî, wêrekekî bêhempa li dijî dagîrkariya Beljîka têkoshîn daye. 
Di sala 1958 de yek ji avakerê Tevgêra Neteweyî ya Kongo ye (Mouvement National Congolais, MNC) . Di wê navberê de li Kongo di hemberê dagîrkeriya Beljîka hêzeke berfereh heye. Ji neçariyê Beljîka biryar distîne ku projeyeke pênc salî ji bo azadiya Kongo amade bike. Lê di sala pey re bijartin dibin û Tevgêra Neteweyî ya Kongo (MNC) gelek ra distîne. Lumumba jî di girtîgehê de ye. Beljîka biryar distîne, di 30 Hezîran 1960 de azadiya Kongo bide zanîn. Lumumba ji girtîgehê azad dibe û dikeve serê hikûmeta nuh. Joseph Kasavubu jî, dost û zilamê Beljîka, dibe serokkomar. Li herêma Katanga jî serhildana dijî Kongoya nuh bi alîkariya Beljîka, dest pê dike. Rewshê li Lumumba teng dikin ku ew mecbûr dimîne alîkariya Sovyeta berê dixwaze. Ev daxwaza wî jê re dibe bela û temamiya rojava pishta xwe didiyê. Di Îlona 1960 de leshker di bin serokatiya Joseph Mobutu Sese Seko de dest dideyne ser kar. Limumba digrin û dikine girtîgehê.
Di 17ê Chile 1961 de tev du hevalên xwe ji aliyê rayedarên Kongo ve di rewsheke tarî de hate kushtin.
Sî û hesht sal pash re, di sala 2002 de, dewleta Beljîka li xwe mikur hat ku di kushtina Lumuba de berpirsiyariyeke wê mezin heye. Di heman salê de dokumentên CIA jî derketin meydanê û weha xuya dike ku Baljîka gelek hewl daye kushtina Lumumba pêk were. Sedem jî kesayetiya Lumumba ya xurt bû.
Wî di axaftina xwe ya 30ê Hezîranê 1960 de bi dengekî zelal bi kurtî weha digot “em bi têkoshîna ji bo azadiya xwe, ku me bi hêstir û xwînê pêk aniye, rûmeteke mezin dibînin. Kesekî ji Kongo nikare vê  serketinê bêyî têkoshîna bi rûmet ji bîr bike. Têkoshîneke dijwar, bi bîr û bawerî, bi jan û gelek xwîn. Lê berhema vê têkoshînê serbilindiya îro, ji koletiya berê azad e. Birînên me kûr in, dermankirina wan hê gelek dem dixwaze, lê zarokên me birçîbin, tazî û xwas jî bin ewê ji îro û pash de serbilind bijîn. Ewê bi perwerdeyeke bi rûmet mezin bibin. Me lêdan dit, em bê rûmet kirin, birçî hishtin û bi qesta rût û tazî dikirin. Hebûna welatê me jî bi zorê talan dikirin. Bi keda me hebûna xwe ava dikirin û mala me, Kongoya me, xerab dikirin. Sedem ew bû ku ew ‘sipî’ û em jî ‘resh’ bûn’. Rengê me ji me re kiribûne tewanbarî. Êdî divê dinya pê bihese: ji îro û pê de em azad in û welatê me serbixwe ye. Serxwebûna Kongo jî destpêka serxwebûn û azadiya temamiya Afrîka ye.”
Lumumba ev gotinên xwe li hember hemû Kongo, li hember Beljîka, ku bi Qral Boudewijn I, tev shandeya hikûmeta Beljîka rûnishtî digot. Ew bi van gotinên xwe kete nava dîroka bi rûmet. Navê xwe bi tîpên zêrîn di tevgera azadîxwaz de da nivîsîn.
Lê ew axaftina bi bîr û bawerî bû sedema kushtina wî. Pash çend mehan  Patrice Lumumba tev çend hevalên xwe di rewsheke tarî de hate kushtin. Kongo jî bi rayedarên xwe yên nuh û bêkêr di nava rewsheke bêxêr de mesha xwe domand.
Pêncî sal pey kushtina Lumumba, sê zarokên wî, Roland, Guy û François, bi rêya parêzerên Bekljîkî doz li dewleta Beljîka vekirin. Beljîka bi dest te de hebûne planên kushtina Patrice Lumumba tewanbar dibe.
Di aliyê din de rayedarên Beljîka, bi têkoshîneke xurt ji Kongo hatibine qewitandin, ji roja pêshin ku Kongo serxwebûna xwe ragihand heta roja îro, her sal, li her cî û di her rewshê de, di pîrozbahiyan de beshdar bû ye. Serxwebûna wê pejirandiye û li hin mercan jî alîkar e. Ji roja pêshin heta roja îro jî shashî û qismen ber bi tewanbariyên xwe tê. Gelek nivîskar û ronakbîrên Beljîkî, akademisyen, berê û pashê serxwebûna Kongo, bi ferehî li ser dagîrkeriya Beljîka nivîsîne. Dewleta xwe rexne kirine. Teref girtine.
Kongo, bi hemû êsh û kêmasiyên xwe dewleteke serbixwe ye. Bi Beljîka re jî dostaniya xwe didomîne. De di vê çarçewê de li Turkiyê û Kurdan binêrin. Ev bû çendîn sedsal ku Turk, berê Osmanî û niha jî dewleta Turkiyê, Kurd bindestkirine, welatê wan dagîrker kiriye. Kurd jî çendîn caran di hember zor û zilma vê dewletê berxwedan kiriye. Serhildan gelek caran bi xwînê hatine shkênandin. Lê Kurd di daxwaza xwe de bi biryar in û van sî salên dawîn ji her demê zêdetir nîshan kir. Heta azadiya xwe bidest bixe, di vê tevgera xwe ya bi rûmet de bi biryar e.
Pirs ew e. Gelo ewê rojek were ku rayedarên dewleta Turkiyê dersê ji dewletên mîna Beljîka bistînin û bi aqilekî mirovanebi gishtî nêzî pirsgirêka Kurdî bibin?
Gelo ewê kengî ronakbîrên Turkiyê, nivîskar, rojnamevan, akademisyen vê berpirsiyariya xwe bi ciddiyeteke mezin hilgirin ser milê xwe? Gelo kengî ewê gelê Turk dev ji shovenîzma xwe berde ?
Gelo kengî emê we rojê bibînin ku hebûna Kurd ji bo mêjiyê Turkiyê weke xeter nayê dîtin?
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K