Dewletên ku Kurdistan dagîr kirin bi her awayekî hebe dixwazin zimanê kurdî nemîne yan jî pirr lawaz be. Bo nimûne, sala 1970 di dema rêkkeftina Kurdan li gel Bexdad ji bo ragehandina otonomî li Başûrê Kurdistanê, dewleta Turkiya ne razîbûna xwe li dor çespandina zimanê kurdî bi zaravê kurmancî (badînî) diyar kirin û gotin bila soranî be û bi alfabeya Erebî be baştir e. Zêdebarî astengên di rêka zimanê Kurdî de li Turkiye, Suriye, Iraq û Îranê derxistin. Ew qedexe kirin, eger li Iraqê û Îranê qedexe jî nebû perwerdeya bi zimanê Kurdî pirr zehmet kirin.

Lê bila em jî ji bîra nekin ku Kurd bixwe jî çi bi zanebûn yan bi xapandin tevî rêgirtina pêşdeçûna zimanê Kurdî dibin û bi teybetî standardkirina zimanê kurdî dixine bazinê gomanê. Cespandina zaravakî li  ser zaravên din ne bi şêweyekî zanistiyane û bi xorayî karekî kujek û pir xirab e. Bandora vê proseyê a negatîf wê li ser me zor û mezin be.

Bi rastî ez ne pisporê zimanê kurdî me. Lê wek xemxurekî ziman û rojnamevanekî Kurd dibêjim dem hatiye ku em li ser  durustkirina zimanekî fermî (standard) ji bo nivîsîn, xwendin û perwerdeyê peyda bikin. Berî demekê bi seredanekê çûme Rusya,  Ermenistan û Gurcistanê. Li wir di nav Kurdan da pirsgirêka Alfabeya Kurdî hebû. Kirilî û latînî. Her mîna latînî û Aramî (Erebî). Li Başûr jî pirsgirêka Soranî û Badînî (kurmancî) û Alfabeya Kurdî a latînî û Aramî (Erebî) heye.

Hebûna zimanekî standard yê hevbişk ku di bin sîwana xwe de tev zarav û herêmên Kurdistanê kom bike pêwistiyeke giring û dîrokî ye. Dakû bibe zimanê têgihiştinê û axaftinê. Herweha dibe faktorekî rêkxweşker ji yekgirtina kurdan re. Bi cihanîna vê xwenê ne karekî asan e lê viya her tim hewildan jê re bêne kirin.

Bi baweriya min çare bê biryareke siyasî a wêrane nabe. Medya û xelkê Kurd jî gerek e vê yekê di rojevê de deyne û li ser biaxive, binivîse, …

Ez bi hêvî me ev konferansa di 05/06.11.2009 li Parlementoya Flaman li Brukselê li ser ziman û perwerdeya Kurdî  ji alyê KNK û Enstituya Kurdî ya Brukselê ve tê li darxistin, bi hinek biryar û amojgarî û pêşniyazên piraktîkî  derkeve. Konferans dibe ne tenê ji bo konferans çêkirinê be. Divê ev bibe mijareke girîng ji bo medya. Civaka Kurd jî gerek e vê pirsê kûr û hûr lêbikole ku encamek jê derê.

Da ku zimanê hevbişk bibe sembola nasnama netewa kurd, fere bi çend gav bêne havêtin:

  1. Ferhengên Kurdî – Kurdî  bêne çapkirin
  2. Mifa wergirtin ji gel û dewletên xwedî serbûr di vî warî da
  3. Kar û xebata lezgînkirin ji Gramer û rastnivîsa kurdi a hevbişk re bê encamdan
  4. Alfebeyeke yekgirtî bê bikaranîn, bi ditîna min Alfebeya latînî ji Alfebeya Erebî û kirîlî ji kurmancî re nêzîktir û guncayîtir e
  5. Zimanê perwedeyê li hemû qonaxên xwendinê bi kurdî be
  6. Ragehandina kurdî bi yek zimanê standard, hevbişk bê kirin
  7. Tev partiyên siyasî yên Kurdistanî xebata xwe bi zimanê Kurdî bidomînin.

Li dawî Ziman jî wek  giyanewerkî zîndî di werar û pêşkeftineke berdewamda ye û xwe di guncîne li gel pêşdeaçonên serdemî,lewra em vê cendê pêwiste xweşk nasbiken.

Tê zanîn ku li seranserê Kurdistanê 75 % bi kurmançi dixvin, 25 bi kurmanciya jêrî (soranî, erdelanî, mokiryanî…) bikar diînin. Gelo eger em zimanekî nivîsînê yê hevpişk ji xwe re dest nîşankin, wê çawa be? Paşeroj û xebat wê bersiva me bide.

 

F
E
E
D

B
A
C
K