Di sala 1960’î de li Almanya dora 2700 Kurd û Tirk dijiyan. Hêjmara wan di sala 1973an de gîhîst dora 900 hezarî û niha jî ji sê milyonan zêdetir e. Di salên 1980î û 1990î de di kerwanê kocberiyê de dor tê penaberên Kurd ku ji ber ser ji welatê xwe reviyane û hatine Almanyê. Ji sala 1980î pê ve her sal dora 20-30 hezar Kurd ji Bakûrê Kurdistan, ji Rojhilat, ji Basûr, ji Rojevayê Kurdistan û Libnanê reviyan û xwe gîhandin Almanyê. Pasê bi rûxandina sistema sosyalist dor hat Kurdên Rusya, Ermenistan, Azarbeycan, Gurcistan, Kazakistan, Kirgizîstan û yên din.

Di sala 2011an de bi kêmasî ji 10 dewletên cûda ji zêdeyî 1 milyon Kurd li Almanya dijîn. Kurd li vir ji 3-4 genarasyon (nifsan) pêktên û hinek ji wan misilman, hinek alewî û hinek jî êzîdî ne. Hinek ji wan kurmancî, hinek kirdkî/dimilkî û hinek jî soranî diaxivin. Hinek wek karker û hinek jî wek penaber hatine. Li Almanyê jî dû nifsên nû hatine dine û gîhane. Hinek karker in, hinek akademisyen û hinek jî esnaf in. Bi kemasî sê zimanan dizanin û civatek pirrengî û pirolî ne.

Ev potansiyel hem bo civata Kurd hem jî bo Almanya qezenc e. Lê em Kurd hên negîhistine vê qad û astê ku em qedra vê potansiyalê bizanin. Lobiya Tirk me li ser navê xwe bikartîne. Em bê xwedî, bêkes û sêwî ne. Pêwîste em vê rewsê bigûhurin. Ev jî bi avakirina dezgeh û rêxistinek Kurd û Kurdistanî dibe. Ger em di bin siya Konseyek Kurdên Almanya bên cem hev û bo raya gistî bi hevre bixebitin û lobiyek xurt derxin holê, kes nikare ev potansiyela han bo berjewendiyên xwe bikarbîne.

Aliyê din de nifsa yekan ku di salên 1960î û 1970î de hatine Almanya niha dora 70 salî ne; kal û pîr in. Lê arsivek me nîn e ku em belge û dokumentên wan deman top kin û destê me de bimînin. Çi resm û sûret, çi pasaport û belgeyên kar û nameyên daireyên resmî di destê me de ne. Gazî, daxwaz û tikayek min heye. Em ev belge û dokumentan berhevkin. Min dest bi vî karî kiriye. Herkesêkî bixwaze dikare wêneyek, kopyayek wan belgeyan ji navnîsana jêrin re rêke. Bo vî karî gelek rê û îmkan hene. Hinek dikarin fotokopî bikarbînin, hinek dikarin wan belgeya scannen bikin. Ger orjînal hebin, wê hên bas be.

Rêyek din jî heye. Ev jî nivîsandina serpêhatinan in. Bona ku resmek rêkûpêk ya civata Kurd li çend welatên Ewropa derkeve holê û wenda nebe, ev çen meh in ku projeyek dimese, hevpeyvîn û roportaj tên kirin. Serpêhatî û roportaj bi foto/sûret û belgeyan dewlemendtir dibin û bi çîrok an jî destan û stranên Kurdî tên xemilandin.

Encama wan roportajan bi riya malper, dosya, dokumentasyon û pirtûkan wê bi dû zimanî, bi almanî û Kurdî, bên wesandin. Ev proje ji alî Yekitiya Ewropê (YE) ve hatiye pejirandin û qebûlkirin.

Proje bo 2 salan e û çarçove û hacma malî/darayî ya projeyê 22 hezar Euro ye. Bona ku ev 22.000 Euro ji YE bên girtin, pêwist e 24 mobilitaet, yanê seyahat di navbêra çar welatên Ewropê de pêk bên. Wek minak Pro Humanitate divê 24 seyahatan pêk bîne.

Yên ku ev 24 seyahatan pêktînîn bi kemasî 16 kes bin. Yanê 16 kes di nav dû salan de 24 seyahatan di navbera çar welatan de pêkbînin. Her civîn jî bi kemasî 4-5 roj diksîne. Heqê rê û balafiran, otel û xwarin jî di nav wan 22 hezaran de ye. Lê Yekitiya Ewropê bo tercûme û nivîsandinê, bo çapkirin û belavkirinê kirûsek nade. Ew xercên han li ser Pro Humanitate ne.

Her wekî din pêwîste bi kemasî 16 roportaj bên kirin, wan bi zimanê Kurdî û almanî biwesînin, çend seminer û civîn amade bikin. Ev kesên ku roportaj bi wan re tên kirin hemû ne li bajarekî ne. Almanya welatek mezin e û Kurd jî ne tenê li bajarekî an jî eyaletekî dijîn; li dehan bajar û 16 eyaletan de belav bûne. Bo roportajekî pêwiste car caran herin Hambûrg û Berlîn, an jî Mûnixê. Ev her yek bajar jî wek mînak ji Kolnê 600 km dûr in.

Dema meriv wan mesrefan bîne ser hev têra hatin û çûyinan jî nake. Lê ev bû wesîle ku em bi berhevkirina serpêhatî û belgeyên koçberên Kurd bikin. Dibe ku hinek ji nifsên nû fêde û sûdê jê bigrin û ev wenda nebin.

Tika me ji we ev e ku çi belge û dokumentasyonên kevn li cem we hene, sûret, kopyayek wan bo me rêkin, serpêhtatinên xwe binivîsînin. Bo alikarî û pistgiriya we niha de hezar car spas.

M. Sahin, Postfach 90 31 70, 51124 Köln,
e-mail: [email protected]

YENI ÖZGÜR POLITIKA
http://www.yeniozgurpolitika.org/?bolum=haber&hid=67452

03 Subat 2011

F
E
E
D

B
A
C
K