Filmê derhinêrê Kurd Mano Xelîl ê nu, bi navê „Bexçên Bihitê- çîrokê bexçên Swîsra“ “ dest bi weşana xwe kir, roja 23.1.2010 û roja 27 mehê li Festîvala Filman li Solothurna Swîsra tê temaşekirin. Ev film jo Produksîona Mano Xelîle û bi alîkariya 4 kenalên Televisîonên navnetewî, televizîona Swîsrî a zimanê almani SF, kenala Frensî TSR, kenala Îtali RSI û kenala televizîona Elmanî 3sat hatiye amade kirin.

Ev film dikeve nav beşê filmên Dokudrama de, çîrokên 5 malbatiyên beyanîne ku li Swîsra bi cî bune. Malbatîk Algîrî û Swîsrîu, malbatîk Polonî, ìtalî, Kroatî û Kurd.  Ev mirov ku qeder bi serê wan lîst, û mecbur man dev ji welatê xwe berdin û berê xwe dan penaberiye, terka welatê xwe kirin yan jî ji bo jiyanek baş ku li Swîsra bibînin, yan jî ji ber zulm û zorê li welatên wan. Roj bi roj Swîsra jibo wan mirovan bu „WELAT“, lê tucarê xewna vegerandina welatên xwe ji bî nekirine. Hinekan dixwesten zu-zu xwe deulemend bikin û vegerin welatê xwe, lê mixabin xewnên dewlemendiye roj bi roj di fabrîk û kolana tunêlên Swîsra de hat windakirin.  Û vegera welat ma xewnek bo wan. Niha her yekî ji wan ji xwe re 140 metir erd kirêkiriye û kiriye bexçe, ala welatê xwe li ser dalqandiye û windabuna welatê dayikê di 140 mitrên erdê Swîsra de dîtiye. Lê eger xwenên van mirovan ê dewlemendiye, yan jî azadia welatên wan hatibin windakirin, lê belê ev salên ku li Swîsra man, ji wan re bun tecrubên jiyane. Û weke ku Japanî dibêjin: Kêfxwesî ne di destxistina armancê de ye, kêfxwesî di riya çunê bo armancê ye.

Ev film Mikrokosmoseke ku tevaya cihanê symbolise dike, mikrokosmosek ku têde ol, milet, kultur û ziman bi aşîtî bi hev re dijîn.Her ku film bi xwe Drama ye, lê gelek sîtuasîonen komêdî tê de hene. Hêsir bi kenre tên. Film wê di dawiya meha subata 2010 de derbasî sinema bibe û mirov kare li hemu bajarên Swîsrî temaşe bike. Miletê Kurd li kurdistan û li Cihanê, piştî weşana Sînema, wê keribe vî filmî li ser Kenala Almani a Satelît 3sat temaşe bikin.

Çend lînkên Mediya: 

Rexne li ser Film: http://www.derbund.ch/bern/Im-Paradies-wird-gegrillt/story/16916240 

TV Swîsra: http://videoportal.sf.tv/video?id=7b7dff46-4588-4352-9141-bf5e576ba234&referrer=http%3A%2F%2Fwww.sf.tv%2Fsendungen%2Fschweizaktuell%2Findex.php  

Festival:

http://solothurn2.kon5.net/katalog/search_detail.php?id=1505&PHPSESSID=665b16b677114ae77e21327a909b4fc1

Nasname Fîlm:

Navê Film: Bexçên Bihiştê

Reng: Dokudrama

Dem: 97 Deqe.

Teknik: Digibeta – 35mm

Ziman: Almanî, fransî, îtali û kurdi.

Produksîon: Mano Khalil

Koproduksîon: Schweizer Fernsehen SF, TSR, RSI û 3sat.

Weşana Sînema: şubata 2010

Ji bo hê zêdetir agahdaraiyan li ser film li PDF format binêre

F
E
E
D

B
A
C
K