Rewsenbîr; ilm, zanîn û serwextiya gistiye. mirovên rewsenbîr jî, ew mirovên ku di nav me de dijîn û serwextî piraniya cûreyên ilm û zanînê ne û her dem û gav bi dûv zanîn û nûbûnê de dibezin da ku civata me bi rengekî saristanî û demokratî bi pêskeve û civata me di xwesî û sadiyê de derbas bibe.. Erê mirovê rewsenbîr; xwedî zanîneke gistî û têvele, wek: tore, bi tev cûreyên xwe ve, dîrok, bi saristaniyên mirvaniyên xwe ve, erdnîgarî, bi çiya û destên xwe ve, civat û polîtîkî, bi fen û xapên xwe ve.. Ango mirovê rewsenbîr ji her cûreyên ilm, zanîn û toreyê dizanin..Û çendî di zanîn û serwextiya xwe de kwîr û milevan bin, wiha ew ji rewsenbîrên rast û durist têne dîtin. Di vî warî de em nikarên kesên wek: Bijîjkan(Doktoran), bervedêran(Avokatan)û endezyaran ji rewsenbîran bibînin, eger ew di rewsenbîriya gistî de, bi rengekî têvel ne milevan û serwext bin.
   Li gor baweriya min, rewsenbîrê ku rast û durist xwe rewsenbîr bibîne, pêdivîye ku zanîna xwe bi rengekî hunerî, li gor ku di wê zanînê de pispore, di ber gelê xwe de xerc bike, çi di warê civatî, toreyî, siyasî an aburî de be.. û bi mêranî û cegerdarî bervedêriyê di ber civata xwe de bike.. Ronahiyê berde ser quncikên res û tarî di civata xwe de û bangke û bibêje: Ev rews xerab û sase ya rast û durist eveye.. Da ku civata ku ew têde dijî, bi pêsde here, di azadî û sadiyê de bijî.. Ango rewsenbîr wek pêxemberan e, li xwesî, gesî û pêsetina miletan digerin, bê ku cûdabûnê di nav nijadekî û njijadekî de bibînin, an miletekî di ser miletekî re bigirin, tev nijad û milet li bal wan wek hevin.
   Rewsenbîrên rast rewsenbîr bin, ewên ku her dem û gav bi dûv rastî û heqiyê de dibezin, gelek caran ji ber vî karê wan, sergêjek li wan geriyaye, di ber bîrûbaweriyên xwe de hatine girtin, sirgunkirin û kustin wek; Ismaîl Besikçî di roja îro de û Helacê Bexdadî di heymê derbasbûyî de.. Di her heyamî de rewsenbîrên wî heyamî hene û ta ku çerxa felekê li dar be û mirovanî li ser riwê zemîn hebe wê rewsenbîrên rast û durist jî hebin..
   Belê rewsenbîrên kurd kîne? Rewsenbîrê kurd di gel sert û mercên li jor me gotin; Ewên ku tûrikê wan yê ilm û zanînê ji du çandan hatibe dagirtin, yek jê, çanda fermî ye, ewa ku di dibistan û zankoyên biyaniyan de fêr bûne wek: Erebî, Farisî û tirkî.. Ya din çanda kurdî ye, ewa ku ji biçûkanî ve di civata kurdî de fêrbûne û bûye perçak ji giyanê wan.. Ango rewsenbîrên kurd evin yên ku, ji du çandan bi hev re tûrikê xwe dagirtibin û sûdeya ku ji herdu çandan dîtbin û tevî bixin xizmeta ferhenga kurdî de…
   Di baweriya min de, ev yek tistekî gelekî erêniye ji rewsenbîrên kurd re. Vêca gereke rewsenbîrên kurd, wê çanda biyaniyan a ku fêr bûne, bixine bin xizmeta ziman û çanda kurdî de..Ne ku çand û zargotina kurdî a ku ji bav û kalên xwe fêr bûne bixine bin xizmeta ferhenga biyaniyan de..
   Mirovê rewsenbîr roleke mezin di pêsketina civatê de dilîze, ji xwe rewsenbîre yê ku civatê ber bi pês ve dibe, rewsenbîre yê ku li hemberî desthilatê disekine.. Rewsenbîr û desthilat du hîmenên dijî hevin, rewsenbîr spî ye, desthilat res e. Û ta ku dinya hebe wê res û spî raserî hev bin, wê di nav wan de ser be û wiha ta dawiya dinyê.. Bi gotineke din, rastiya ku rewsenbîr lê digere tenê dêmekî wê heye, ew dêm spîye. Yê rewsenbîr her dem û gav li wî dêmê spî digere û dêmê res û tarî di hetikîne, ji cemawer re beyan dike.. û wiha da ku civata ewê rewsenbîr têde dijî, ber bi xwesî, gesî û azadiyê ve here..
   Bêguman rewsenbîrî berî her tistî hilberîn û afirandine.. Belê yê ku ne sareze, zîrek û serwext be, nikare berhevkarî û wergêriyê jî bike.. Ne her tist têne berhevkirin û wergerandin, pêwîste ew tistên ku berjewendiyên gel di wan de hebin, di xizmeta xwesiya gel de bin bêne wergerandin û berhevkirin.. Pêwîste ew berhevkarî û wergêrî di xizmeta gel de be. Berhevkarî û wergêrî jî berpirsyarî ye..
   Belê, Ji sert û mercên rewsenbîrên kurd ku bi kurdî bixwîne û binivîsîne, sûdeya ku ji tore, çand û folklorê biyabiyan dîtibe – ango dewletên dagirker-, bixwe bin xizmeta ziman u toreya kurdî de…Rewsenbîrê kurd ewe yê ku, bi zimanê dê û bavê xwe girêdayî be, di mala xwe de bi kurdî xeber bide, serwextî zargotina gelê xwe be.. Ku jê bê xwestin straneke kurdî an çîrokeke kurdî bibêje! Gereke zanibe, jiber be û bibêje, bi kêmayî yekê zanibe.. Hem jî, bi kêmayî gereke 25 pend û gotinên pêsiyan zanibe… Pediviye ku rewsenbîrê kurd çend malik ji pêsgotina Mem û Zin a sêx Ehmedê Xanî ezber kiribe, hem jî, sirûda netewî kurdî Ey Reqîb ji ber kiribe..Di gel ku serwextî dîrok, serhildan û erdnîgariya kurdistane be…
   Sertê ku giftugo li ser nabe eveye; Ku rewsenbîrê kurd bi kurdî bixwîne û binivîsîne, zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî be.. Hem jî divê ku serwextî tevgera rizgariya kurdî be, bi tev baskên wê ve, û eger sasiyan di baskekî tevgerê de an di civatê de bibîne, gereke bê tirs û bi cegerdarî wan sasiyan li ber çavê welatiyan raxîne.. Dawî ez dibêjim ku rewsenbîr paleye di civata xwe de, palevaniya sasî û nexwesiyên civata xwe dike, da ku civata wî, di xêr, xwesî û pêsketinê de bijî… Erê di baweriya min de, mirovên wiha rewsenbîrên kurd in.

Konê Res
Qamislo 13/07/2008

 

F
E
E
D

B
A
C
K