Berî sê salan me, weke netewe, zanayekî mezin hunda kir. Dirokzanê Kurd, mamosteyê hêja Sekiroyê Xudo, ji nav me koç kir. Lê gelek berhem, lêkolîn û bi teybetî evîn û girîngiya zanistiyê bo me hist.
 Hew tê bîra min çend caran min mamostanê hêja dit. Hew tê bîra min çend caran me bi hevra civata Kurdî girt û bi Kurdî keniyan, axaftin, xwar û vexwar. Pas ‘dua, orf û adedên me’ me bi hevra ‘kase’ hildan. Pas her ‘kasê’ digot ‘hun Kurdên welêt nizanin bixwin-vexwin’  û bi we rûdana xwe ya nazik, xort û tijî evîna jiyanê dest bi kenê xwe dikir. Hew tê bîra min çend caran me bi hevra li ser pirsgirêka Kurdî û Kurdistan sohbet kir.
Hevdîtinên di konferansa Parîsê de, di Navenda Kurdzaniyê de li Moskowê, li Êrîvanê, bi telefonan… Her tim peywendiyên me hebûn…  Li Moskowê me hev dit, pas çend rojan cara dawîn li Elegezê, di roja mezelan de… Me lis er mezela xanima wî ‘kaseya’ rehmê vedixwar. ‘Derwês can, koça kulfeta min pista min sikand…’ ji min re axaftina wî ya dawîn bû… Ji sedema pas çend rojan ez çûme Gurcistan, ji wira ber bi Moskowê û ew li Ermenîstan ma.
Lê her we rojê di filma dokumenter a ‘Gelê Tawusî Melek’ de hevpeyvîneke dûr û dirêj bi Bêrîvan re dikir.
 Endamê Akadêmiya Ermenîstanê ya Zanyariyê di hemû jiyana xwe ya bîreweriyê de xizmeta gele xwe bi serbilindî dikir. Ne bes Kurdan, Ermeniyan, Rûsan, Gurcan û her zanyarekî din ku ew dîtibbû jê hez dikir. Teybetmendiya wî ya zanyariyê mutexasisê dîroka Tevgera Kurdî ya Azadîxwaz li Kurdistana Basûr bû. Pas xizmeta bi slan li Ermenîstanê di salên 90 de berê xwe dide Moskow û li wira bi çend zanyarên mezin re Navenda Kurdzaniyê ava dike. Berhemên hêja diafirînin.
Çend caran jî min li wira û navenda Moskowê dit. Sohbeta her dîtinê ji ya din xwestir bû.
Mamoste Sekiro, ji nav me zû koç kir, hê pêdiviya me bi wî, bi xebata wî, bi zanyarî û tecrûbeyên wî hebû. Sedsal pêwîst in ku merivên weha peyda dibin. Lê ez çi bêjim ? Mirin, dayika te bimre…
Mamoste Sekiro ji nav me çû, lê ew bi berhemên xwe, bi xizmeta mezin di dilê me de ye, ronahiya me ye û ewê her tim mîna çirayê ber me ronak bike.
 
Derwês M. Ferho
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K