Wek ku diyar e, îro 15/05/2010, 78 saliya derketina kovara Hawarê ye û ji bo roja zimanê Kurdî li bajarê Cizîra Botan, ji bo Festîvala 4’emîn a Rojên Ziman, Çand Û Hunerê em kom bûne û di bin durişma (Zimanê Me Stêrka Esmanê Welatê Me Ye) hev dibînin û ked û westandina Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî Hawarê bibîr tînin.
Ji dil ez spasiya şaredariya bajarê Cizîra Botan yê kevin û nû dikim, spasiya amadekarên festîvalê dikim.
Berî her tiştî, dixwazim bi gotineke Mîr Celadet Bedirxan dest pêbikim:
   (Malxerabo! ma we ew çend wext nîne, ko hûn  ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin..)
Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) Şam,1941
 
   Belê, îro (15 ê gulana 2010 ), 78 sal di ser derçûna kovara HAWAR ê re derbas dibe û wek ku diyare ev roj hatiye bi nav kirin roja zimanê Kurdî. Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim…
   Wek ku nase, mîr Celadet Alî Bedirxan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û di gel re jî hewldaye ku turikê xwe ji rewşenbîriya giştî dagire.
   Wî, ev herdu bar bi hevre hilgirtine û şopandine. Jixwe siyaset bê rewşenbîrî û rewşenbîrî bê siyaset tekûz nabe. Ango hûnandinek di navbera herdiuan de heye.
   Mîr Celadet Alî Bedirxan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye. Di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû.. Di sala 1909´an de, li ber destê Mewlan Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya "Serbestî" li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana "Bîra Qederê" de çi dibêje:
(Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku? Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
   Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Min da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
   Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedirxan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî ?  Min hedefê xwe hilbijart…
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg. Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim (Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir…
   Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina…)

   Ji hingê ve Mîr Celadet Bedirxan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913´an de li Stenbolê çap û belav dibû. Di sala 1910´an de, dema ku hêj xwendina xwe dikir, bi kar û barê weşandina kovareke dibistanî rabûye û berpirsiyara wê kiriye.
    Di sala 1912´an de, bi şagirt û qutabiyên Kurdên Stenbolê re beşdarî avakirina (Komela Xwendevanên kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê "Hêvî"… Û wiha bi rewşenbîrên kurd yên sereke re li Stenbolê beşdarî û alîkarî di weşan û belavkirina kovar û rojnameyên wan de kiriye, wek:
– Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin
–  Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî de dihat çap û belavkirin.
– Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin.
– Di sala 1918´an de, alîkarî di weşan û belavkirina kovara "Jîn" de kiriye, ewa ku bi navê (Komela Tealî Kurdistan) li Stenbolê dihat weşandin û di bin berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de bû…
   Û weha ta ku wî, kovara xwe "HAWAR" li Şamê, bi tîpên latînî çap û belav kir û di rûpelê pêşîn de got:
  (Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tiştek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê…)
Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn,15 ê gulana 1932)

    HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:
  (Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide naskirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e. Hawar jû (ji îro û) pêve bi her tiştê koKurdanî û Kurdîtî pê bendewar e, dê mijûl bibe tinê siyaset jê dûr e, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye, bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinehetê de dê bixebitin.
*          *          *
Awayê xebatê:
1 – Belavkirina Alfabêya Kurdî di nav Kurdan û hînkirina wê.
2 – Sehîtiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehîtî ser mirovatiya zimanê Kurdî digel zimanên din ên arî. Sehîtî ser bingehên zimanê Kurdî, ser dîrok û awayê rabûna û pêşveketina wî.
3 – Ber hevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlît laje û stranên Kurdî û birêve belavkirina wan.
4 – Senifandin û belavkirina dîwanên Kurdî. Bi van ve jînenîgariyên şaîr û mirovên bijarte jî dê bên belav kirin.
5  –  Sehîtî ser reqs û qeydeyên stranên Kurdî.
6 – Sehîtî ser her texlît rêzikên Kurdî û Kurdistanê, yên zemanê borî û yên îro û senifandina wan û sehîtî ser pîş û sinhetên Kurdî.
7 – Sehîtî ser tevayiya dîrok û erdnîgariya Kurdistanê û ser dîroka eşîran, berî, paşî û di wextê Mîr –Şeref de.

     Cih û warê HAWARê li Şam / Taxa Kurdan bî û di çapaxana Tereqî de dihat çapkirin.
    Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bû. Beşê fransî 2-4 rûpel bû. Beşê kurdî ji hejmara 1- 23 an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşîn ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî diyar û eşkere kir.
   Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zorê reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî latînî bibûn.. Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqişandine û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşîn de bi wan re beşdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê.
   Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Başûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, Hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Rewşen Bedirxan, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa.. Hwd. Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd, Ebdulxaliq Esiri..hwd.
   Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû.. Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî ew beş dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot. 
   Belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê û paşê jî hatîye rawestandin.
    57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de hatine weşandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (Sê tarîxên Hawarê) de, hejmara 27/1941, mîr Celadet wiha dibêje:
     (Tarîxa pêşîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdan ji dil û devê wan ketine nav rêz û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..)
Temenê Hawarê yê aktiv sê sal e, lê ji ber rewşa abûrî, ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye.
   Hejmara pêşîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawî ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin
   Hawar, ji hejmara 1- 23, ku ta roja 25 tîrmeha 1933, bi dûv hev de hatiye weşandin, bi du elfabeya; latînî û erebî dihat nivîsandin û tîpa (Q) li şûna (K) bû.. Ji hejmara 24 an a ku di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye û pêve xurû bi kurdiya latînî hatiye nivîsandin, hem jî tîpên (Q) û (K), li ser daxaza Elî Seydo Goranî bi hev hatine guhertin.
   Hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.
    Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala 1942 an de, bi navê (Ronahî) li Şamê çap û belav kirîye. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû.  28 hejmar ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêşîn (1) di yekê nîsana 1942 an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (28), di meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin û êdî Ronahî jî, wek xwişka xwe Hawarê  hatiye rawestandin. Dibêjin ku ev kovar wek zêdeya kovara (Hawar)ê bû. Di heyamê Hawarê de û tevî ku mîr Celadet bi tena xwe Hawar derdixist, kovara wî, ji çêtirîn kovar bû di nav kovarên Erebî û Farisî de yên wê hingê li Şamê.
   Bi xêra ekola mîr Bedirxanê Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye..Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamevaniya kurdî ji me re hatiye danîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hatiye danîn, zimanê me bûye xwedî alfabeyek xweser û zimanê me ji axaftinê bûye zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin. Û dikarim bibêjim ku bi xêra Ekola HAWARê:
– Pexşana Kurdî a nivîskî bi tîpên latînî destpêkiriye.
– Bingehê gramêra kurdî hatiye danîn..
– Edebiyata kurdî a nûjen destpêkiriye..
– Bingehê Ferhenga kurdî hatiye danîn
– Wergera bo zimanê kurdî destpêkiriye..
– Pirtûkxaneya kurdî hatiye danîn û bi xêra wê dor 20 pirtûkan ji weşanxaneya Hawarê hatine çap kirin.
– Zimanê Kurdî ji folklor û kilasîkê ber bi nivîsandina edebiyata nûjen ve çûye û folklor hatiye danhev.
– Ekola HAWARê bûye pirekê di nav edebiyata kurdî û cîhanî de.
 Dawî dibêjim: Bi xêra ‘Hawarê’, xwşka wê ‘Ronahiyê’ û xwşkên wan ‘Stêr’ û ‘Roja Nû’, nivîskar û helbestvanên bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar…hwd. Hem jî bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kirin.
  Eger ji berî 78 salan ve HAWAR hatibe hawara me, gelo, roja îro  em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna Hawarê bi herdû şêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi weşînin û di nav kurdan de bibelav kirin bidin..! Mîr Celadet Bedirxan bi tena xwe, herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin û nivîskarên wê îro stêrin geşin di asmanê welatê me de…
   Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin û ev yek bi tena xwe xweş didevane ji dilsozî û wefadariya wan re. Û ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de binivîsînin.

Ji gotinên Mîr Celadet Bedirxan:

   Hawar hîmê zimanê me daniye. Divêt bête zanîn ko ziman ji hîmê heyîna me ye û bê zimanê xwe em nikarin bijîn û di nav koma miletan de wek miletekî serxwe bimînin û paydar bibin. Nemaze ji bona me û ji bona wan miletên ko ketine rikanê miletekî hevol.
   Ji ber ko miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 20/1033, Şam
   Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
   Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
Mîr Celadet Bedirxan, Hawar, hejmar, 40/1942, Şam

Konê Reş
Cizîra Botan, 15/05/2010

F
E
E
D

B
A
C
K