Meha nîsanê dema bîranîna sehîdên Kurdên Feylî ye. Di eslê xwe de, rojên meha nîsanê tev ji bo bîranîna sehîdên Kurdên Feylî giring e. Serê nîsanê destpêka sirgonkirin, bikaranîna Kurdên Feylî ji bo çêkirin û pêsxistina çekên kîmyewî û winda kirina bi hezaran Kurdên Feylî li Iraqê ye .

Berî niha di nîsana 2010 de, li Stockholmê ji bo xwîsk û birayên me, Sehîdên Kurdên Feylî roja bîranînê hat pêkanîn. Di roja bîranîna li ”Kista Träff”ê hejmarek bilind Kurd, ji gelek aliyên Kurdistanê amade bûbûn.

CHAK, hejmarek dezgeh û nûnerên partiyên siyasî yê Kurd û Ereb dîtinên xwe li ser jenosîd kirin û windakirina bi hezaran Kurdên Feylî anîne zimên. Wê rojê, ji Federayona Demokrat ya Kurdên Feylî / Netverka Jinan, Lana Jafar axaftinek bi wate kir.

Axaftina Lana çend rûpel ji dîroka me, anku ji dîroka xwîsk û birayên me yê Feylî ronî dikir. Em wan rûpelên bi kûl, keser û êsê barkirî, di gel xewn û xeyalên wan, bi we re pay dikin.

 Wergêr &Wêne: Gabar Çiyan

 

Roja bîranîna sehîdan:
Kurdên Feylî yên Iraqê û tevkûjiya nijadî

Em bi xêr hatina we tevan ji dil û can dikin.

Em jibo bîranîna bi hezaran ciwanên Kurdên Feylî ku winda bûn û qet sopa wan nehate dîtin, li vir kom bûne. Em, ji bo bîranîna bi sedan kesên pîr, yên nexwes, seqetmayî, jinên hemîle û zarokên ku bi zorê ji Iraqê hatine sirgonkirin û di rêya ajotina ber bi Îranê de, di mercên pir dijwar de canên xwe ji dest dane, li vir civîya ne. Em wan dayikan bi bîr dihênin ku hesreta wan nasîna goristana zarokên xwe bûn.

Me, berî bi demeke kin qûrbanên li Enfal û Helebceyê bibîr anî. Serokên Kurda, weke misal Serokomarê Iraqê Celal Talebanî bi sêweyekî fermî anî zimên ku, di rastiya xwe de Enfal, di sala 1980 de, bi sirgonkirin û jiholêrakirina nijadî ya Kurdên Feylî dest pê kiriye û hetanî salên 90 berdewam kiriye.

Siyasetvanên Kurda dibêjin, çekên kîmyewî ku li Helebce û deverên din hatine bikaranîn, pêsî bi sêweyê “tecrûbekirina çekan” li dijî Kurdên Feylî yên sirgonkirî hatine bikaranîn.

Lewma hejmarek bilind ji Kurdên feylî winda bûn û çi caran sopa wan nehatiye dîtin. Li Iraqê bi qasî 300 goristanên tevkûjiyê hatin dîtin. Lê goristanên Kurdên Feylî yên windabûyî û cendekên wan qet nehatin dîtin. Çi kes nizane bê çi bi sere 20 hezar Kurdên Feylî hat.

Kurdên Feylî kî ne?
Kurdên Feylî besek ji Netewa Kurd e ku li Rojhilatanavîn bi cî bûne. Bi dîroka xwe, yek ji wan kevintirîn xelkê li Iraqê ne. Sînorê cihê wan, ji rojavayê ava Dîcleyê û Kerkûkê dest pê dike hetanî bakurê Basra, Bexdayê û derûdora wê dirêj dibe. Li gorî dîrokzanan, di 1623-29 an de ev dever ji aliyê Kurdên Feylî dihatin îdarekirin. Bi gotinek e din ku mirov bêje, hejmara Kurdên Feylî “berî sirgonkirina 500 hezar kesan di navbêra salên 1969-1972 û 1980-1990 de”, çend milyon kes bû.
Hetanî 1980, Kurdên Feylî di industriyê de bazirganên mezin bûn. Di nav wan de siyasetvanên nasdar, teknokrat, helbestvan, muzîsyen, sporvan û hiqûqnas hebûn. Weke mîsal, Sekreterê Partiya PDKI, Rêvebirê Xwendevanê Kurdistanê, Serokê Federasyona Jinên Kurdistanê û ji 4 kesên avakirên YNK ê 2 sexsiyet ji Kurdên Feylî bûn. Dadgêr û hiquqnasa jin ya pêsî li Rojhilata navîn Zekiya Haqî Kurda Feylî bû. Gitarîstê di nav ereban de nasdar Nesir Shamma jî Kurdê Feylî ye.

Em weke Kurd, û xelkê kevnare yê Iraqê bi vê xebata xwe ya dijwar lê serkevtî, serbilind in.

4 nîsanê 1980 roja res
Roja 4 nîsana 1980, anku berî bi 30 salan rêvebiriya odeya tîcaretê ya Baxdayê, bazirganên nasdar yê Feylî ji bo pirsa ”pîvana kirîna mal ji derve” vexwendin civînekî. Kurdên Feylî li wir ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve hatin girtin û ew li navendên ewlekariya polîsan kom kirin. Dest danîn ser saet, gûstîlk, nasname û tevayê tistên li ser wan, û ew sirgonî Îranê kirin. Hayê malbata wan û yê çi kesan ji wan tune bû. Bi çi alî ve çûbûn, tu kesî nizanî bû. Sedema girtin û ajotina wan çi bû, kesî nikarîbû bersiva pirsê bide. Lê pasê hate fêmkirin ku, destpêka plana sirgonkirina Kurdên Feylî ji Iraqê bû.

Ew qonax destpêka tevsirgonkirina Kurdên Feylî bû û sirgonkirina wan bê westan hetanî 19 gulana 1990 berdewam kir. Kurdên Feylî bi darê zorê ji mal, dibistan, zanîngeh, cihên kar û meqamên xwe û ji kolanan hatin girtin û berê wan dane navendên ewlakariya polîsan. Dest danîn ser pere, xelek û nirxên li ser wan. Li wir hate fêmkirin ku, hevwaltiya wan ya Iraqê jî destê wan hatiye girtin. Ew bi hev re li timobîlên sergirtî û îzolekirî siwar kirin û berê wan dane sînorê Îranê. Li ser sînor ji wan hate xwestin ku, derbasî aliyê Îranê bibin. Tev di bin tehdîdê de bûn. Cezayê nêrîna li aliyê Iraqê bi kûstinê hatibû diyarkirin.

Erdê li ser sînorê Iraq û Îranê bi mayînan hatibûn çandin. Kurdên Feylî mecbûr kirin ku bi mesê, peya derbasî aliyê Îranê bibin. Gelek caran bi sev nîvê sevê berê wan didane aliyê Îranê. Kal, nexwes, jinên hemîle û zarok nesîbê xwe ji sirgona bêwijdan girtin. Bi rojan mesa wan, bê xwarin û av domiya. Gelek kesên kal, nexwes û zarok di rê de mirin û hejmarek kes bi teqîna mayînan canê xwe ji dest dan. Û namûsa jin û keçên Kurdan, weke hercar kete ber êrîsa neyarên bêwijdan, lesker û polîsên hov.
Zarokên 12-17 salî hatin zîndanîkirin û windakirin. Heta niha tu kes nizane bi çi hate serê wan.

Ji ber zextên giran û rewsa nexwes bi 10 hezaran Kurdên Feylî mecbûr man ku, Îranê bi cî bihêlin û berê xwe bidin welatê xerîbiyê, Ewropa, Emerîka û Awusturalyayê. Bi hezaran Kurdên Feylî li Swêdê bi cî bûn û Swêd bû welatê wan yê duwem.

Pasê, Serokomarê Iraqê Nuri el Maliki di axaftina xwe ji bo Kurdê feylî eskere kir ku, hejmare Kurdên Feylî yên winda zêdeyî 20 hezar kesan e.

Biryara 666 ya rejîma Iraqê
Konseya Soresa Iraqê (Revolution Command Council) di 7 gulana 1980 de biryarek girt. Biryara 666, benda hemwelatîbûna Iraqê ji nû ve formule dikir. Li gorî biryarê kesên ne ereb, ku bi xaka welatî re ne rast in, li dijî pêsketina welatî ji awira neteweperestî û civakî xebatê dikin, dê hemwelatîbûna wan bi dawî were û bêne sirgonkirin, ji welat bêne derxistin. Biryar ji aliyê “dîktatorê Iraqê Sadam Hisêyn ve hatibû îmzekirin û di rojnameya fermî El-Waqae al-Iraqie, hejmara 2776, 1980-05-26” de hatibû belavkirin.
Di eslê xwe de, tevayê qanûn û biryaran pistî ku di rojnameyê de belav dibin, têne bikaranîn. Lê pir ecêb e ku, berî ku qanûn di rojnameyê de belav bû bi 2 mehan, girtin û talan dest pê kiribû. Rejîma Sadam û partiya Baas mafê  hemwelatiyê ji Kurdên Feylî girtibûn, belgeya nasnameyên wan bê nirx kiribûn, dest danîbûn ser mal, milk û pereyên wan.

Ev tevcezekirin, ji holêrakirina nijadî û tevkûjiya li dijî Kurdên Feylî pêk hat sucek mezin e û li dijî însanetiyê ye. Her wisa li dijî peymanên Yekîtiya Miletan-UN ê ye û mafê mirovan yê bingehîn binpê dike. 

Di ser têkçûna rejîma Sadam Hisêynî re 7 sal derbas bû. Pistî çûna wî, rêvebirên hikumeta Iraqê yên sereke ji bo pasdedayîna mafê Kurdên Feylî gelek tistên erênî gotin û soz dan. Weke;

– Zaniyariya li ser 20 hezar kesên winda
– Pasdedayîna hemwelatiya Iraqê, nasname û malê û milkên hatibû talankirin.

Lê hetanî niha çi tistek nehatiye kirin. Rêvebirên dewletê pirsê çareser nakin û ji bo pirsgirêkên ji me re giring, giran tevdigerin. Tenê di dema hilbijartinan de soz û peymana didine me. Lê pistî hilbijartin bi dawî tê, derdikeve holê ku tistên hatine gotin, ji rastiyê dûr in. Hilbijartina dawiyê eskere kir ku, pirs nehatine çareserkirin. Di dema hilbijartinê de hemwelatiya me ya Iraqê bû cihê pirsê. Bi hezaran Kurdên Feylî nikarîbûn dengê xwe bikar bihênin û bi sedan rayên me ji aliyê daîreya hilbijartinê, weke deng nehatin pejirandin.

7 sal in em rawestiyan da ku sasîtiya hatiye kirin bê rastkirin, û mafê me yên bingehîn bi pas de bê dayîn. Anku hemwelatiya me ya Iraqê, nasname, mal û milkên me, pas de li me vegerînin û zaniyariyê li ser kesên winda bidine me.

Divê çiqasî din em li benda bidestxistina mafê xwe rawestin û îskencê biksînin? Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo bidestxistina mafê me çi dike? Hêzên li raqê ji bo dermankirina vê birînê çi dikin? Partiyên polîtîk yên Swêdê çawa dikarin ji bo çareserkirina pirsê bibin alîkar? Anjî em in ew Kurdên ji ber destê rejîma xwînrêj hatine ajotin û jibîrkirin dê qet alîkariya me neyê kirin?

Em hêvîdarin ku, bersivên rast bê dayîn ku bersiva pirsên bêbersiv bide. Pêwîstiya me bi pistgiriyê heye û spas ji bo pistgiriya we.

Federasyona Demokrat ya Kurdên Feylî / Netverka Jinan

Navenda Dokumentasyonê ya CHAK ê & kurdocidewatch.net

F
E
E
D

B
A
C
K