Lê ez bawer nakim ku,  tu civak anjî netew bêkaribe mîna bawerî û çanda me Êzdî(Kurd-Ezdahî) an peyeyva Xwedê di nav zargotina xwe de bikarbînen.

Ji bona mînakan, ezê niha dîsa li goriya derfetên kesayetiya xwe hinek hevok(cûmley)ên ku peyeyva Xwedê têde tên anjî hatine bikaranîn ji we rêzdaran ra birêzbikim. 

Belê, ji bo fahmkirin û xwandinê divê hûn jî di dewsa nuxtan(….) de piro(sûn)navekî bikarbînin. Her weha her kes li goriya bikaranîna xwe, divê di dawiya hevokê de jî nîsana rêzgirtin(!), ferman, pirsê ûhwd. deyne.

Mînak: ……ji Xwedê  ne ditirsiya … =  Ez ji Xwedê  ne ditirsiya ma !

.. .. ji Xwedê ne tirsiya …
.. berxê Xwedê ye
… bela xwe ji Xwedê bivînî
… bi wî Xweda yê bêsirîk kim
… ji Xwedayê dilovan dixwazim
… xwe ji Xwedayê xwe naki..
… Xwedê ditirsim
…. bi qedrê Xwedê bik…
…ê çewa here huzûra Xwedê
Baweriya …. bi Xwedê hebe
Bê qeweta Xwedê
Bêy hukumê Xwedê pel jî li ser darê naheje
Bi destûra Xwedê
Bi helaliya Xwedê
Bi îzna Xwedê
Bi navê Xwedê
Bi navê Xwedê sûnd bixwi..
Bi saya Xwedê
Bi xatirê Xwedê k..
Bi Xwedê
Bide xatirê Xwedê
Bidin  xatirê navê Xwedê
Bila nura Xwedê li ser —-be
Bila Xwedê rahma xwe bavêje dilê …..
Dahin û standina Xwedê xwese
Derewîn dijminê Xwedê ne
Destê xwe ji Xwedê nekin
Dewlet serê Xwedê û serê ….
Di rêya Xwedê de b….
Dilovaniya Xwedê
Dinya ji pêxemberên Xwedê re nema ye
Divê Xwedê li hev bîne
Dîwana Xwedê
Dua bo Xwedê
Eger Xwedê yar be, bela sûr dar be
Emî kêmin Xwedê yî temame
Emrê Xwedê xwes e
Emrê Xwedê ye
Evdê-a Xwedê
Ez Rastiya Xwedê me
Êzdî bi Xwedê ra bi kurdî dipeyiven
Êzdî jî navekî Xwedê ye
Êzdî Xwedê pererestin
Fermanê Xwedê
Gazî Xwedê bi…..
Gazina ji Xwedê nek…
Gaziya xwe bigîne Xwedê
Hawara Xwedê
Hebandina Xwedê
Heq navê Xwedê ye
Her ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin
Her tenê Xwedê heye
Her tim Xwedê li bîra xwe bînin
Her tist ji Xwedê ve eyan e
Her Xwedê tenê zane
Hey Xwedê ….. hîsto
Hey Xwedê ….. kusto
Hey Xwedê malik avakir..
Hey Xwedê malik xeravkir….
Heyiya Xwedê
Hezar û yek navên Xwedê hene
Ji bo meznaya Xwedê
Ji bo navê Xwedê
Ji evda tê vesartin, lê ji Xwedê nayê vesartin
Ji vir û heta ba mala Xwedê
ji Xwedê dilovan hêvî dikim
Ji Xwedê natirs…
Ji Xwedê teala bitirs..
Kî bo Xwedê be, Xwedê jî bo wan e
Kîjan xêr be bila Xwedê wê bike
Ku  Xwedê bejê erê
Kula Xwedê bikeve nav mala pasveruya
Li jor Xwedê heye
Li rêya Xwedê nebin xerfê
Mala Xwedê ava ,
Meriv gereke ya Xwedê bêje
Mêvan mêvanên Xwedê ne
Milyaket ferwara Xwedê bi  ch tînin
Milyaket ji nûra Xwedê hatine efrandin
Miradê xwe ji Xwedê bixwaze
Muhbeta Xwedê gelekî sirîn e
Na bi Xwedê ez ……..
Nûra Xwedê li we bibar e
Pepûka Xwedê
Pesnê Xwedê bidin
Qencî û xiravî herdû jî ji dergê Xwedê ten
Qenciya Xwedê înkar neke
Qewlê Xwedê
Qirar qirara Xwedê ye
Rahma Xwedê li dê û bavê …. be
Rastî mala Xwedê ye
Rebenê Xwedê
Rebenê Xwedê ….
Rizqê …… li Xwedê ye
Roj nûra Xwedê ye
Roja Xwedê dayîna … pîroz be
Rojên Xwedê gelekin
Sikir ji Xwedê ra
Sikir ji Xwedê re em Êzdî ne
Sikriya xwe ji Xwedê bike
Silava Xwedê li … be
Standina Xwedê ye
Stara Xwedê li ser ….. be
Tawisî-Melek emînê Xwedê ye
Teslîmî Xwedê dib…..
Tîra Xwedê lê ket…..
Tistê Xwedê kiriye betal nabe
Topa Xwedê li ….. keve
Tû bi xatirê Xwedê kî
Tu evdî Xwedê nedîtîye
Tu kes nikare ji qirara Xwedê bireve
Wê Xwedê çêke
Weleh navê Xwedê ye
Wey Xwedê ruhê ….. bistîne
Wey Xwedê yo
Xas û Qelenderên bo Xwedê
Xasên Xwedê gelekin
Xêra Xwedê li ….. be
Xezeva Xwedê li …. Be
Xweda dizane
Xweda yê xwe nasnakin
Xwedayê dilovan
Xwedê  Xwedanê sev û rojê ye
Xwedê … bê aqilê …. Neke
Xwedê … rûsipî bike
Xwedê …. bihêle
Xwedê …. biparêze
Xwedê …. bistrîne
Xwedê …. sas neke
Xwedê …… xweyîke
Xwedê bê sirîk û heval e
Xwedê bela xwe bide ….
Xwedê bext bide …..
Xwedê bi …. re ye
Xwedê bi oxira ….. ra be
Xwedê bi tenê dikare
Xwedê bihebînî
Xwedê bike tu gelekî sax bî
Xwedê bike tu hazar salî bî
Xwedê birayê …. bihêle
Xwedê çavên ….. xweyîke
Xwedê çêtir dizane
Xwedê cîhan sêwirand
Xwedê da û stand
Xwedê daye te …..
Xwedê deriyekî digre, hezarî vedike
Xwedê emrê …. dirêj bike
Xwedê emrê …. dirêj neke
Xwedê heqê ……. ji ….. nehêle
Xwedê hezkirina me zêde bike
Xwedê hîstê
Xwedê hîsto
Xwedê hurmetê bide …
Xwedê îmanê bide ….
Xwedê îmanê ji …. bistîne
Xwedê îsê …. rast bike
Xwedê ji …. razî be
Xwedê ji …. standiye
Xwedê ji ….. na tirse
Xwedê ji ….. xwesbe
Xwedê ji kesî nestî ne
Xwedê ji neheqan ra ne hêle
Xwedê kerem e
Xwedê kurekî bide …
Xwedê li … bixe
Xwedê li …. sefa bike
Xwedê li …. were rahmê
Xwedê li bîra xwe bîne..
Xwedê li heftêûdû mileta bêye rahme û me jî
Xwedê li hev anî
Xwedê li hev ne anî
Xwedê li pista …. Ye
Xwedê li raserî …ye
Xwedê mala … xirab nekiro
Xwedê mala …. ava bike
Xwedê mala bavê …. ava bike
Xwedê mala bavê …. xira bike
Xwedê mala nezana xira ke
Xwedê merazê… bike
Xwedê meriv ji bela û tesqelan bistirîne
Xwedê mezin e
Xwedê miradê …. bike
Xwedê mizgîna xêrê bide …..
Xwedê mizgîniyê bide ….
Xwedê nasîna me Êzdiyan ji qedîm heta îro heye
Xwedê ne hîstê
Xwedê ne hîsto
Xwedê ne nas…
Xwedê neke gidî
Xwedê nekî
Xwedê nur e
Xwedê pesnê xwe na de
Xwedê qahra xwe li ….. bike
Xwedê qebûl nake
Xwedê qebûl neke
Xwedê rehetiyê bide …. e
Xwedê rehma xwe li …. bike
Xwedê roja … reske
Xwedê ruha dide û distîne
Xwedê rûyê …. spî bike
Xwedê sade ye
Xwedê sade ye
Xwedê serê … nexîne belayê
Xwedê sikriyê bi de ….
Xwedê temenê …. dirêj bike
Xwedê tenê pê dizane
Xwedê tû bidî xatirê navê xwe
Xwedê tu derdan nede ….
Xwedê tu êsê nede ….
Xwedê tu ruhê ….. bistînî
Xwedê warê …. korbike
Xwedê weke dilê …. bike
Xwedê xêra …. binivsîne
Xwedê xêra …. qebûlbike
Xwedê xêrabike
Xwedê xêrê bide …..
Xwedê xêrke
Xwedê xirab bike destengiya dinya yê
Xwedê xizmeta …. qebul bike
Xwedê xweda ye!
Xwedê xwedanê ins û cins e
Xwedê xwediyên xêran bê par nahêle
Xwedê yek e
Xwedê yeke û li seranserî hemû xwedana ye
Xwedê yekî cebar e
Xwedê zanî be
Xwedê zarokên …. bihêle
Xwedê zêde bike
Xwedêo
Xwezla xêra mala Xwedê ra
Ya Xwedê
Ya Xwedê bêjin
Ya Xwedê her tû yî û her tû yê hey û her dê hebî
Ya Xwedê riya te rastî ye
Ya Xwedê tû derê xêra veke, derê era wergerîn
 

Bi dîtina min, di van hevokan de jî xwanê dibe ku olperestiya me ya xwezayî û dilpaqij qet cûdetiyê naxe nava tu civak, nijad û olnên li ser ruyê cîhanê hene û li ser vê bingehê ye vêga hêjî di sebeqeyeke qewl me de tê gotin ku,

„Siltan Êzî bi xwe Pedsa ye,
Hezar û yek nav li xwe dana ye,
Navê mezin her Xweda ye”(*2)

Êdî, ez hew dizanim ka ev peyeyva Xwedê hê di kuderin din de û bi kîjan rengî tê bikaranîn.

Hêvîdarim ku qewlbêj, koçek, micêwir, bav, kal, ilîmdar, rewsenbîr, zane, berpirsyarên tv, rojnaman, kovaran, dezgeh, înstîtut, malper û rêxistinên Kurdî/Êzdiyatiyê jî bikaribin yên li cem xwe hene jî bi ser vê xizna  ferhenga Kurdî ve zêdebikin. Em tevde hêjî gelekî zahmet bidine xwe van sedemên nakokî, kêmasî, nezanî, belangazî û pirsgirêkên ku di nava civak û olên Kurdî de hene,  ji me hemwelatî û nistîmanperwerên Kurdistanê ra zelal bikin. Her weha her yekê ji me li goriya derfetên xwe ji van kêmasiyên ku xwefiros û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe, xistine nav civak, çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan re xwedî derkevin.

Kemal Tolan
16.04.10

Çavkanî :

*1 Kemal Tolan  – http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/baweriya-ezdiyan-bi-xweda.html
*2 Kemal Tolan -Nasandina Kevnesopên Êzdiyatiyê, Wesanên Perî- Çileyêpêsîn 2006 Stenbol, rûpel :15-38.

F
E
E
D

B
A
C
K