Pêşîn, ez ji bo rêzgirtina pêşiyên xwe lêborînê ji birêz Dursun Ali Küçük , Seyîdxan Kurij  û xwandevanên rêzdar dixwazim ew  destûrê bidine min, ku ez bikaribim di dewsa peyva nifirê de tenê  tîpa -Ş- bidi me xwanêkirin!
Bêguman, ez naxwazim li ser tevaya pirsên ku  birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ji min ra şandine rawestim. Ezê bi taybetî jî wan çend pirs û bersiven ku min, birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij  ji hevûdinê ra bi naman şandine, di vir de ji we hêjayan ra bidime xwanê kirin.
Vêca, uslub û çend pirsên ku birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij di nama xwe 1, ya 26.02.10 16:07:57 de, ji min ra şandine û ez zêde bi wan êşiyame wehan in:

„merhaba,
Kurdistan-aktuel.org olarak din ve inançları ele alıyoruz. Bu konuda çeşitli şahsiyetlerle röportajlar yapıyoruz. Ezidilik ve Ezidileri röportajlarla işlemek istiyoruz. Umarız sorularımıza cevap verip bu konuda katkılarınızı sunarsınız.
Dursun Ali Küçük – Seyîdxan Kurij, Saygılarımızla!

Sorularımız :
..
2-Ortadoğu’nun tek tanrılı dinleri; Zerdüştlük(son Zerdüşt ve Zend-Avasta’sı), Hristiyanlık, Müslümanlık vb leri Ezidileri dışladılar, düşman ilan ettiler. Melek-e Tavus’u,( tek tanrılı dinlerdeki kötülüğün simgesi olarak kabul edilen) ş-a özdeşleştirip bir nevi düşman ilan ettiler.
Ezidiler diğer dinler tarafından ifade edildiği gibi, Ş-i bir dinmidir? Değilse neden diğer dinlerin mensupları tarafından böyle değerlendirilip ve bu gerekçeyle katliama tabi tutuldular açıklarmısınız.”
….
6-Medya kralları mavi giysi giyer. Medya ve sanırım Perslerde giyilen taç sarıdır. Güneş fer’i yada aydınlığı, ışığı ifade ediyor. Çok eskilerden Kürtlerin bir bölümüne Marlar deniliyor. Laleş’te siyah yılan(ejderha) şekli-figürü var. Yılan eski Ortadoğu dinlerinde kutsal bir semboldür, sevimlidir. Sonraki dinler yılanı ş-a özdeşleştirdi, neden?
……… v.s…..
Dursun Ali Küçük -Seyîdxan Kurij“

Nama spasî û lava min ji bo birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ra di  28 Feb 2010 14:02:15 +0100 şandî : 1

Roj baş birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij, gelek sipas ji bo vê derfeta ku we daye min. Lê mixabin, ez naxwazim bi vê uslubê û bi zimanê tirkî bersiva van pirsên ku we hêjayan ji min kirine bidim.
…û hwd…
Silav u  hurmet  – Kemal Tolan

Bersiva ku birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij di   March 08, 2010 1:41 de ji min ra şandî jî weha ye:

„ roj bas,  tu bixwazi tu dikarî bersîvên xwe bi kurdî binivisî. Ez ji bo te bi kurdî  pirsan disinim.
Li gel slavan – Seyîdxan Kurij

Wergera name û çend pirsên bi Kurdî hatine nivîsandin û di pêvekê de ji min ra hatine jî weha ne:
Name:
Em wek Kurdîstan „Kurdistan-aktuel.org“ li ser ol û bawerîyan disekinin. Li ser ew babetan hevpeyvînan diweşinîn. Em dixwazin Êzidîyê ji bi hevpeyvînan bidin nasandin. Em hêvîdarin hûn pirsên me bibersivînîn. Li gel slavan
Dursun Ali Küçük -Seyîdxan Kurij
 
Çend pirs
…..
2 – Olên semavî (yek olî) yên Rojhelatanaverast, Zerduştî ( Zerduştê dawî û pirtuka wî ya Zend – Avesta), Xaçperestî û bisilmanî ezidî qebul nekirin, têkilî bi wan va nekirin. Ewana Melek- e Tavus wek ş- dan nasandin û wek duşmin xuya kirin.
6 – Qralên Medan kincên şîn xwe dikirin, tacên qralên Medya û Farisan zer bûn. Tîrejên an ji ronahîya Rojê, ronî îfade dike. Berê ji bo beşekê Kurdan Maran dihat gotin. Li Laleşê de wenê – fîgurê marê reş(Ejderha) heye. Mar di olên kevnar yên Rojhelatanaverast de sembolekê pîroz e. Piştra olan Mar bi ş- va kirin yek, çima?
Ji bo Êzidîyan mehna rengan û fîgura mar çi yê?
…û hwd…“

Dilxweşî û hesasiyetên min ji bo birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ra, di 12. 03. 2010 19:31 de şandî : II

Roj bas, birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij !
Ez geleki dilxwes bum ku we hêjayan pirsên xwe li ser pêsniyariya min, bi zimanê me yê sêrîn nivîsandin û ji min ra şandin.
Keremkin hun ji li bersiva min, ya ku niha di pêvekê de ye binêrin!
Silav û rez – Kemal Tolan
Berisva min ya ku di pêvekê de bû jî ev e:

Roj baş, birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij!
Ez gelekî dilxweş bûm ku we hêjayan pirsên xwe li ser pêşniyariya min, bi zimanê me yê şêrîn nivîsandin û ji min ra şandin.
Lê mixabin, wekî ku min di nama xweye yekemîn de jî gotibû, ez ji ber hinek hesasiyetên me Êzdiyan na xwazim bi vê usluba ku we hêjayan ji min pirs kirine, bersivên we bidim.
Belê, bi destûra we rêzdaran be ! 
Ezê niha sedem û nimûneykê ku ez çima bersivên pirsên we hêjayan jî nadim, bibêjim.
Li goriya bîr û baweriya min,  gelek pirsgirêkên ku xwefiroş û dagirkerên Kurdistanê bi hemd û bi zilma asîmlekirna xwe xistine nav çande, perwerde, raman, nêrîn û bawriya me Kurdan hene. Û piraniya van pirsgirêkan hîna ji aliyê rewşenbîr, rojnameger, nivîskar û niştîmanparêzên Kurdistanê û me Êzdiyan ve baş ne hatine gengeşekirin û zelal ne bûne. Û ji ber van egeran jî gelek agehdariyên ku „zane“ û „dîroknivîsên“ xerîban li ser Êzdîtî û jiyan  me Êzdiyan gotine anajî hêjî beladikin şaşin.
Nimûne: 
Bi dîtina min, bikaranîn û şîrova wê gotina “xebera xirab” ku bawerî û azadiya me Kurdên resen( Êzdiyan) înkar dike û ji Xweda yê bê şirîk ra hevalbend anjî dijberan çêdike, gelekî şaşe.

Bila çewt neyê fahmkirin, em Êzdî  ji ber hesasiyetên xwe nikarin qedexê deynînine ser tu bîr û baweriyan. Daxwaza min eve, yanî çewa ez mîna Êzdiyekî rêzê li hemû dîtin û bawriyên li ser Cîhanê hene re digrim û di nav hemû duha- lavên xwe yên ji bo Xwedê ne de heroj dibêjim, ya Rebî tu rahma xwe bidî ser 72 miletan û me jî. Her weha, ez  ji wan kesên ku  ne ji nijad û ola min in jî hêvîdikim, ku ew  jî mafê bawerî û azadiya min ji min ra bihêlin.

Vêca li min bibuhurin, ji ber gelek egerên weha, ne hedê min e ku ez bikaribim bersiva vaqas pirsên ji bo we girîngin, di nava 10 rojan de şîrove û bibersiv bikim.

Dîsan jî dibêjim, mala we her ava be û gelek sipas ji bo vê derfeta ku we daye min.
Silav û rez -Kemal Tolan

Weke ku hûn dibînin û min di nav van namên xwe yên li jorê de jî daye xwanêkirin, baş dizanim çi gava lêkolîner û rewşenbîrên Êzdî-Kurdîtiyê bala xwe baş bidine ser wateya vê nifira ku bi tîpa Ş- destpêdike, ewê jî fahm bikin ku dagirkerên welatê me, ev pirsgirêka gotina xirab bi darê zorê û ji bo berjivendiyên kesayetî û desthilatdariya xwe xistine nava bîr-baweriyên me Kurdistaniyan.  Wê ji wan ra jî baş zelal bive ku pêşiyên me Kurdên resen, tûcarî ev nasname, berjivendiyên kesayetî û desthilatdariya dagirkeran bi reza-devê xwe ne pejirandine. Heta ji pêşiyên me hatiye, ewan nehîştine ku tu kes vê nifira ku bi tîpa -Ş- destpêdike li ba wan anjî di çapemenî, mediya Kurdî(bi taybetî yên ku di gihîştine nava herêmên civaka me Êzîdiyan) de bikarbînen û nasnama wan ya xwezayî înkar bikin.
Ez bi vê biryar û baweriya bav-kalê xwe serbilind im. Û ji bo wan jî  lavan ji birêz Dursun Ali Küçük, Seyîdxan Kurij, hemû niştîmanparêzên Kurdistanê  û bi taybetî jî ji „nivîskar“, „oldar“, „rêber“û „lêkolînerên“ Êzdî dikim, ku hûn jî mîna gelek „zane“ û „dîroknivîsên“ xerîb û xêrnexwazên Kurdî, vê nifira ku mafê serxwebûna ola mine Ezdahî û azadiya Kurdîtiya min  înkar dike, li ba min nebêjin anjî di nav nivîsên xwe de ji min ra neşînin.

Hêvîdarim ku em êdî rastiya xwezayiya xwe,   giringiya peywendiyên hemû netewan û bi taybetî jî yên di nav ol û civakên Kurdî (çi Zerdeştî, Xirîstiyan,  Misilman, Êzdî, Elevî,  Şebekî, û hwd.)de baş nasbikin, em li xwe mikur bên û em êdî rê nedine leystik û çewtîtiyên dîrokî.  Bi dîtina min, tu nirxandinên  bê kêmasî bin tûnene, “emî di kêmin Xwedê Têmame”! 

Ezê çavnêriyê nirxandinên we bim!

09.06.10

F
E
E
D

B
A
C
K