Berî ku ez dest bi danasîna xebata Derwêş M. Ferho bikim, dixwazim hinek dîtinên xwe, wek rojnamenivîskarekî -li ser hêza helbestê bînime zimên. Xebatên min li ser edebiyatê hene. Lê ez ne helbestvan im. Ez, ji helbestan hez dikim. Bi wan re dijîm. Ez xwendevanek baş im. Hayê min ji xebatên nivîskî yên bi kurdî hene. Di çarçewê de dê qala bilinbûna helbestê bikim.                                             Ev__na_Reben___D.M.F._467188230.jpg                                


Ji min re Helbest e dostê herî nêz. Di dema valahiya rûhî de. Ku ji asmên ve tême xwar. Di nava ewrên reş û tarî. Winda dibim,. Li hevalekê digerînim çavên xwe. Ji dîtina steyrikekê jî mahkûm im. Bi ser dev ve dikevim erdê. Ecêp gerandî dibim….

Kût-kûta li ser dilêmin xurttir dibe. Azayên laşê min li hevûdu nakin. Dil û mêjî ne yek ziman in. Dil dibe deh dil. Di her dilekî de bi hezaran pirsê bêbersiv. Ji her bersivekî deh rêyên koregirtî. Girêkên kor in ku mêjiyê min dixiliqînin. Gêj dibim, ji mêjî difûrim, dixan di guhên min de, û hilma dojehê di firnikên min de dihavêje…

Ez tenê me. Li cîhanê bi tenê. Tayê bi tenê. Wek kûlîlkek e kêmnijad. Ku li ser bedenek e nazik û zirav şîn hatî. Li benda destê wê. Destên parastinê, yê hezkirinê. Ku bi min dakevin. Min av bidin. Da ku şax vedim. Zêde bibim. Lê ez mahkûm im. Dîliyê tenêbûnê. Ne dê, ne bav, ne xwedî, car û cînar. Di gel dostên nêz ve pişta xwe dane min. Hêstirên ji bêhêvîbûnê ji ser hinarkan diherikin xwarê. Bi bedena westiyayî, di şevên reş û tarî de destê xwe ber bi jor ve vedikim. Xocayê minî Xizir in helbest. Dibê dostên herî nêz. Di tengahiyê de dighêjin min. Dibin çirûskên ronahiyê. Şeva min, cîhana minî tarî ronî dikin…

Helbest dibe şeraba min. Bi kafiye. An jî serbest. Xweşiya meyê zêdetir dikin. Her peyvek dibe qurtek. Her rêzek, peşkek hênik. Ku agirê cerg û dilê min dicemidîne. Her malikek qehweya tal. Ku hişê min lê vedigerîne. Ez naxwazim bêm e ser hişê xwe. Bela mirina min ji meyê be. Bila di nav qurtan de ez winda bibim. Herim ser heqiyê. Bibim cîranê “Bavê Felekê“.

Bi rêzên kin û kur de bi heyecan dibim. Heyecana nêrîna pêşî. Dinasim evîndariyê. Çav li hemberî çav. Hîsên tevlûhev. Peyv têr nakin ku hîsên min bînin zimên. Pênûs naxwaze bibe tercûman. Tenê çav in didin awirên bi wate. Ew in ku dibin tîr, dil birîndar dikin. Bila ez birîndarê awiran bim, lê ne jiyana bê te.

Bes e ey helbest ewqas bilind nebe. Bilindahî ji Yezdan re baş e, serî raneke. Di dema evînê de rêka şer veneke. Min neke şervan çeka li milên min ke. Min neke destan di nava xelkê belav neke.

Te ez kirim çîrok, derxistim ser nîgargehê. Di her perdeyekê de dixûm şimaqa felekê. Di nav xeyalan de diçim di dîmenên ewil. Dibim şahidê hovîtiyê û gundên kavil. Dîmena dûwê de xwedî xeyal im. Dibistan û pêşerojek ronî dixwazim. Li min hatin hev ji her çar alî. Ne dibistan ma ne jî dildarî. Di perda dawî de rêwî me. Lê welatê xerîbiyê bê hêvî me.

Tu mishefê bi min şêrîn dikî. Geh dike cihû, geh dike mesîhî. Lê dizanim rengên xwe ji Zerdeşt distînî. Berê min li Laliş e, rihê min Êzîdî. Dibim melekê evîndariyê li cîhan. Belavdikim biratiyê bi baqê çîçekan.

Tu bilind kirin di dema grekê. Carna li Rom, geh li Stenbol û li Kurdistanê. Tu bûyî gûl, bêhn daye cîhanê.
                                                                  ***
Piştî dîtina xwe ya li ser helbestê, dixwazim dest bi danasîna Helbestvanê hêja Derwêş M. Ferho bikim. Paşê jî li ser xebatên wî kur bibim.

Derwêş M. Ferho kî ye
Ji Tora Evdînê ye. Torê dikeve jêra Botanê. “Tor Evdîn“ tê wateya “Çiyayên Evdên Xwedê“. An ku cîh û warên ku hez ji Yezdan dikin. Li wir, berê keşeyên rûhanî li dêran, yê seydayên hêja jî li mizgaftan e û duayên xêrê dikin. Xwedayê bêşirîk jî, rehm û bereketa xwe li Torê barandî ye. Çiyayên Evdên Xwedê, bi darên fêkî û şinayiyên cewaz; bi çem, bîr û kaniyên avhênik û şêrîn; bi heywanên kedî û berrî û pirceleb; bi dewlemendbûna sererd û binerd; bi reng, çand, tore û zimanên cewaz xemilandiye. Ji dilê xwe re bi xetên hûr û rengîn neqişandiye û diyarî gelê li wir kiriye.
Derwêş M. Ferho li cihek e wisan, li Torê, li gundê Mizîzexê hatiye dinyê. Gund ji awira çand û olên cewaz dewlend e. Mesîhî, bi qasî kurdan rêzê dibînin. Di dema fermanê de Mesîhiyên Mizîzexê hatine parastin, û ji gund bar nekirine. Lewmaye ku Mizîzexî di dîrokê de xwedî pelekî spî ne, hêja ne. Derwêş di sala 1977 de derketiye derveyî welêt. Niha li Belçîkayê dijî. Gelek nivîs û wergerên wî belav bûne. Berhemên wî yê nasdar “Dengê Roja Dîl“ û “Ferhengoka kurdî-hollandî-hollandî-kurdî “ ye. Di birêvebiriya Enstîtuya Kurdî ya Brûkselê de cî digire.

Evîna Reben
Dema min helbestên Ferho yên di dengê Roja Dîl û Evîna reben da ber hevûdu carna kêfxweş dibûm. Carna jî bêkêf.

Erênî: Helbest, ji wêneyan pêk tên. Wêneyên zelal. Bi hosteyî hatine kêşandin. Bi sebrê cîhê dîmenan hatine peydekirin. Peyv hatine bicîhkirin. Rêzên sade û têra xwe bi wate. Bi hunerek e hur û kur hatine neqişandin. Mirov didin e hizirkirin. Dibin e cîhaneke din.

Neyênî: Helbestên Dengê Roja Dîl xurttir xuyanî dikin. Hilma sebrê ji wan bêhtir difûre. Hurtir û kurtir hatine neqişandin.

Çend gotin: Ez bawer im ku helbest bi sebrê û îlhamên bilind têne holê. Pêwîstiya wan bi wergêrê tune. Mîna çîçekan li holê ne. Li ser koka xwe şîn bûne. Koka wan, hêzên xwe pêdaketinê distînin. Yên çiyan, daristanan û malan. Bêhn û rengên wan ne yek in. Lê tev jî çîçek in. Şêrîn in.

Evîna Reben pir reng e. Hejmarek helbestên bilind hemêz dike. Helbesta Gul şîn dibin, Ez û bilbil, Tor, û Evîna me, vê bilindiyê bi watetir dikin. Bilbilo bi serê xwe stiranek klasîk e, hilma Meyrem Xanê, Arifê Cizîrî jê tê. Berhemek sînemayî ye ku her rêzekî wê wêneyek e:

“Min berê xwe da xerîbiyê
bi çiyan ketim mîna ferat
li çol û newelan geriyam
bi çûk û teyran re şêwirîm
bi pezkoviyan re gazin û gilî kir
min xwe berda nav gund û bajaran
li welatê biyanî bûm hejar û parsek
ji bo bejn û bala gula delal
lê çavbelek, gerdengaz hunda ye
nabînim, ev çi bela ye, çi derd e
bi min ketiye ev kula evînê
xelkîno, hewara min bi we ye
bibînin çarekê ji min rebenê xwedê re…“

Helbesta Gul şîn dibin şiroveke zêde naxwaze. Rêzên helbestê, xwe şirove dike:

“Gul şîn dibin
li ser lûleyên mahûzeran
bi xwîn, ji axa rebeniyê
di nav pelên sor de
eşq, evînî û kîn
tev dikelin, difûrin
sitranan dibêjin…“

Tebîniye: Gelek caran mirov dixwaze here Midyadê û li wir bigere. Cihên dîrokî bibîne. Gerek wisan di nava bîranînê xwe bi cî bike. Ku mecalên we tunebin ji bo çûnê. Qet xema nexwin. Bi Evîna Reben re derkevin rê. Bi Strina Midyadê herin nava bajêr. Bibin mêvanê mitirban. Ya mala Sivûk, anjî dengê hêja Miradko. Li kemança wan guhdarbikin. Paşê li dêra bigerin. Bibînin avakirina wan, ji wan kevirên şehkirî. Ber êvarkî vexwûn çayek betlanê, li çayxana sê rê. Bibin mêvanê Hiseynê Ferho, ew e aqilmendê Torê.

Helbestên ku di Evîna Reben de hatine belavkirin, li ser evînê, êşa li zindanan, Helepçe, Komara Mehebadê, têkçûna 75ê, şehîdên welêt, hezkirina xwezayê ne. Devoka Torê derdikeve pêş. Hebûna ferhengokek biçûk dikarûbû dewlemendbûna devoka vê herêmê derxista berepêş. Xebata Ferho, ji 80 rûpelî pêk tê. Di sala 1996 de li Stockholmê ji aliyê Weşanxaneya Nûdemê ve hatiye çapkirin. Ji aliyê teknîkî têra xwe bi rêk û pêk e. Xebatek hêja ye (Z news)

F
E
E
D

B
A
C
K