Wê rojê li Taxa Qijlê** kurtepistek belav bibû: Îro eskar dê têkeve nava bajêr, û ketûber wê her malê saxtî bike!

Pistî ku ev xeber li taxê belav bû û ji devê cîranan gihist gûhê pîra min, pîrê weke sivanê ku bixwaze miyê ji ber devê gur birevîne, li yek tûsê berê xwe da dêya min:

– "Keçê, Wesîla…ew kitêba ku Mihemed Nezîr carinan dixwîne, û pasê ji te re dibêje wesêre, li kû ye?" 

Dêya min a ku destê wê di nava hevîr de, bêyî ku bibêje çima, bo çi, mîna ku wê jî pêjna xeterê kiribe, got,

– "Di kulînê de di ber guhkê balgihê  me de ye, jinapê!"

Jinapê, hê gotina Wesîla di dev de, yekser berê xwe da kulînê. Pistî du sê carên destpelandinê, pîrê bi ser tista ku lê digeriya vebû û mîna ku bixwaze bê çiye, qulipand bi wî alî û bi wî alî de. Pîra ku bi nerînê tistek ji kitêba di dest de bi dest nexist, hat hat, di ser serê sobeyê re mîna cendirmeyekî tirk, çik sekinî.

Agirê sobeya êzingên ji siharê de vêketî ne har bû; ne jî sik î sar…Dîsa jî bo ku destê wê nesewite, pîrê bi derdawa kirasê xwe qelpaxa sobeyê ji ser dev da alî, û kitêba di destê xwe de, kitêba mîna cawê riziyayî bo ku ji hev veçire li mahneyekê, kir du sê perçe û avêt nava sobeyê.
Agirê li ber sarbûnê bi dîtina pelên ziwa û zerîrî yê pirtûkê re mîna pisîkê li ber misk veqelizî, zimanê xwe dirêjî rûpelkên pirtûka reben kir… û bi gurrpîna ewil re pirtûk da ber zimanê xwe yê agirîn, yê ku qurmê darberûyan di kêlîkekê de dikir komir û rijî.
Pîra di ser serê sobeyê re çik rawestiyayî, mîna dujminê ku dujminê xwe avêtibe nava agirê dojehê, heta çirkîna çiruska dawî jî li agirê bi bedena kitêbê ketî, nêrî. Pistî ku dît tev bû qijik û piçek resî li sûnê ma, devê sobeya ku bîhna kizûriya kaxetê li hûndir belav kiribû, girt; bi bîhnferehî hilma xwe stend û berda, destê xwe yê rastê dirêjî derdawên kirasê xwe kir, û ji ber sobeyê weke ku bi hêla bûka xwe de bifitile berê xwe dagerand û got,

– "Wesîla…ji Mihemed Nezîr re bibêje, dêya te kitêb avet sobeyê!"

Bûka ku hêjî destê xwe di avê dadikir û hevîrê di testê de distira, mîna ku bibêje , "ma ne te kiriye, tu bibêje"; serê xwe kil kir, tibabekî wisa sekinî û bêdeng ma. Pistî ku bi devzendika xwe ya hildayî di ser bêvila xwe re birûanî, dîsa ket ser ruhê hevirê ku hê sitiran diviya…

Pistî banga esir, esker weke garana ku li nava gund biqelibe, li nava taxê bela bibû; ji malekê derdiketin diketin mala din.
Dema ku li deriyê hewsê dan û bêdestûr ketin hundirê hewsê, xirepis û sildim-bildima wan digiha heta Taxa Tirkan.***
Bas bû ku muxtarê mihelê Cemîlê Qetfo bi wan re bû.
Ez ê ku diçûm polê çaran û min bi tirkî zanibû; hatina esker ricfek di hinavên min de peyda kiribû û wê bêhnikê kiribû ku ez li tevî tirkî zimanê xwe jî ji bîr bikim.
Axir; pistî sildim-bildimeke dûdirêj û erêkirina muxtar, serlesker têgihist ku zilam li mal nîn in. Lê pîrka min a ku li tevî serê Elîk**** bibû her serê kêlîkekê berê xwe dida muxtêr û yê serlesker, û digot,

– " yoxxx yox!".

Lê kesekî guh nedida gotinên pîrê: Eskerên di hewsê de, bi serpozkên potînên xwe û qezetoreyên tivingan loda qirsikên li ber dîwar û kaya di kîsan de li bin siferneyê li ser hev, yek bi yek didan ber devê qezetoreyan.

 Pistî ku lesker ji hewsê wekisiyan û berê xwe dan malên din, dêya min a ku destekî wê li ser dilê wê, mîna ku sewitandina kitêbê nû nû ketibe bîrê, bi dengekî heyirî got,

– "Te dit, jinapê? Nehatin hûndir jî…Te kitêbka reben avêt nava agir?"

Pîrê, qet guh neda gotinên bûka xwe.
Mîna ku bixwaze xwe ji gunehê sewitandina kitêbê dawesîne, li bûkê nerî û bi keser got,

– "Erê qîza min…xuya ye te ji bîr kiriye, bê li gund çi anîn serê me…."

Li ser van gotinên pîrê, dêya min di ber xwe de weha biland,

– "Herûwer kitêbek bû… Mihemed Nezîr digot ya Mûsa Anter e!"

*Navê Pirtuka Mûsa Anter
**Navê taxeke Nisêbînê
***Taxeke din ya heman navçeyê
****Elîkê Betê

Çavkanî: Kowara W

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K