Bruksel, 27.11.2008
Ev bû demeke ku tehdîdên gelekî dijwar li rêzdar Dogan Ozguden tên kirin. Ev tehdîd hem ji aliyê dewleta Turk û hem ji aliyê nokerên wê, çapemeniya Turk ya bê rû, dibe. Rayedarên dewleta Turk, di serî de ambasadorê nîjadparêz, Fuat Tanlay, êrîsheke mezin li ser Dogan Ozguden dike. Sedema vê êrîsha giran; bi rûmetbûna rojnamevan û nivîskarê hêja, Dogan Ozguden e. Ji ber ku vî merivê demokrat di hemû jiyana xwe de bi mêjiyekî demokratîk, bi namûs û bi exlaqê rojnamegeriyê karê xwe domandiye. Wî tu car xwe ne firote sîstema dewleta Turk. Wî her timInfo_Turk_4_786204886.jpg rastî got û nivîsî. Wî her tim li ser pirsa Kurdan, Ermeniyan, Asûrî û Kildaniyan, gelên din û mafên merovan bi durustû kar kiriye. Wî her tim ji bo pêkhatina mafê bîr û baweriya azad li Turkiyê têkoshîn kiriye. Loma jî dewleta Turk her tim ew mina dijminekî mezin ji xwe re kiriye hedef. Wek tê zanîn, ji bo dewleta Turk mafê jiyanê ji bo merivên weha bi namûs û rûmet nine! Gerek e her ronakbîr, rojnamevan û nivîskar, her xwendevan bibe bêrûmetek ji bo berjewendiyên dewleta mêjî kevnare.

Berê pênc-shesh mehan Dogan Ozguden xelata Cemiyeta Rojnamevanên Turk (TGC) stend. Ev xelat ji bo xebata wî ya 50 sal rojnamegeriya bi rûmet hate dayin.
Ji sedema vê xebata xwe ya bi rûmet jî ev bû 40 sal ku nikare vegere Turkiyê. Di hember wî de zêdetir ji 50 da’we hatine vekirin û berdewam in. Eger ew vegere Turkiyê "polîsê Turk bi guhê wî digre û diavêje zîndanê".

Weke tê zanîn, berê çend heftiyan Vecdî Gonul, wezîrê Turk û ambasadorê Turk, Fuat Tanlay, li Bruksel, di dema civînekê ji bo minasebeta bîranîna mirina Mustafa Kemal Ataturk, pesnê siyaseta dewletê kiribûn. Di axaftina xwe de, her du nîjadparêzan, pesna jenosîd û ji welêt derxistina gelên berê li Turkiyê kiribûn. Dogan Ozguden raya gishtî ji vê nîjadparêziyê agahdar kir. Li ser wî mêjiyê lewitî gelek nivîsî.

Pash demekê Konferansa Dersîmê, jenosîda 37-38 amade bû û Info Turk ku Dogan Ozguden xwedî û berpirsiyarê wê ye û sê rêxistinên din, Enstituya Kurdî ya Brukselê, Yekîtiya Ermeniyên Demokrat li Beljîka û Yekîtiya Asûriyan li Beljîka, belavokek belav krin. Di wira de jenosîda li ser Kurdan, Ermeniyan, Asûrî-Kildaniyan Yewnanî û gelên din raya gishtî hate agahdar kirin. Banga Ewropiyan hate kirin ku bêjin "ji Turkiya îro re, êdî bes e". 

Hem li Turkiyê û hem li vira çapemeniya Turk, ku ji nave çapemeniyê re bêbextî û bêrûmetiyeke,  li Brukselê kampanyake dijwar dane meshandin. Ji wan re pirr xerîb e ku merivekî mina Dogan Ozguden xelatê ji Cemiyeta Rojnamevanên Turk bistîne! Ji bo wan Dogan Ozguden, ji bo dewleta Turk merivekî xeter e. Sedem jî zelal e; xebat û parastina bidestxistina mafê bîr û raya azad, ramana demokratîk, demokrasî ji bo hemû gelên li Turkiyê!

Ev çapemeniya bêbext mînakan ji dîrokê didin û dibêjin: di sala 1922 fîlan rojnamevan ji sedema krîtîkên hember Ataturk li nav kuçê hate lînçkirin, hate kushtin! Ango, Dogan Ozguden hedef didin nîshan! 
Rast e, wî mêjiyê bînpêketî gelek rojnamevan, ronakbîr û nivîskar kushtin. Gelek siyasetmedarên ku ji bo demokrasiyê xebat kirin avêtin zîndanan, êshkence kirin û kushtin. Heta niha jî ev barbariya wan ji wan re maye. Lê gelo heta kengî? Heta kengî ev qatil û mêjî qirêj ewê bikaribin van kirêtiyên xwe bidin domandin?

Me, sê saziyên jêr, ji rayedarên Beljîka re, xemgîniyên xwe nivîskî dane zanîn. Daxuyaniya me jî îro hate belavkirin. Daxwaza me ew e ku rayedarên dewleta Beljîka berpirsiyariya xwe bidin ber çav û li ser vê pirsê bi tundî rawestin. Ma heta kengî çavê xwe li êrîsh û talanên Turkên nîjadparêz bigrin? Êdî bes e!

Enstituya Kurdî ya Brukselê
Yekîtiya Ermeniyên Demokrat li Beljîka
Yekîtiya Asûriyên li Beljîka

F
E
E
D

B
A
C
K