Wek tê zanîn demeke gelê me li Kurdistana başûr xwe amade dikê ji bona hilbijartina endamên nu yê perlemana Herêma Kurdistana Fedral a başur. Ev hilbijartin rê li ber nîqaşên kûr û fireh vekirye, ev nîqaş nişana pêşvecuna gelê Kurd didê nîşandan kû ev gel xweziyarê pêşketin û gav avêtinên nûye. Di her alî de çi siyasî çi aburî û çi ji civakî be, ev tişt bi rêbazên demokratîk pêk tê yek ji wa rêbazên demokratîk ji ewe hilbijartinin.

Divê demê de ku pirbûna listan ji bo hilbijartinê, di pêşbirkeyekî demokratîk de nîşana pêşveçun û têgihiştinekiye bû. Lê di eynî demêde qedexekirina hîn lista ji bona tevlîbuna wê nîşana ne edaletî û lawaz bûne di têgihiştina demokrasiyê de. Ji bona we qedexekirin Lista Hîwa divê qonaxêde xizmeta piroja demokrasiya kurda nakê.

Lewma em vê biryara qedexekirinê adîl nabînin û bi zeîvkirna demokrasiyê û ne hiqûqî dizanin.

Pêwîste her kes bi rihê netewî tev bigerê ji bona gihiştian armanca gelê kurd ji bona avakirina yekîtiyekî netewî. Qedexekirin demokrasiyê pêş naxê û rê li ber pilanên xelet vedike. Ihtiyaca kurda a herî mezin demokrasî û yekîtiye.

Em hêvîdarin ew biryara şaş bê sererastkirin û demokrasî bi serkeve.

Gerek em bizanin ku derdorê ku naxwazin kurd bi serkevin gelekin. Hemû hewldan û daxwaziya dijmin ewe kû kurd tu gava pêşde neavêjin û dixwezin her alîde destê xwe têxin nav karê wan de û deskeftiyê wan têk bibîn. Ev yek roj bi roj ji bo gelê kurd zelal û aşkere dibê. Ji bo wê gerek em kurd di her alî de hişyar bin, her dem demkorasî û rêbazê yekîtiya netewî derxin pêş. Anceq bi demokrasiyê û tehemûlkirina hevdû kurd dikarin serbikevin.

F
E
E
D

B
A
C
K