Gelê me yê Rojava mehek berê otonomiya xwe, xweseriya xwe îlan kir û gavek dîrokî û pêwîst avêt, sê kanton pêkanî. Hemû rengên Kurdistanê, çi Kurd, Ereb, Sûryan û Ermen, çi Misilman, Xiristîyan û Êzidî di nav rêvaberiya kantonan de cih girt.
Tova Suriyeyek nû, Suriyeyek demokratîk û sekûler li Kurdistanê hat avêtin. Ma li Basûrê Kurdistanê jî ne ûsa bû? Li wê jî Kurd tova Iraq a demokratîk û desentral neavêtin?
Li wê jî Kurd yek alî gav avêtin, hilbijartin pêkanîn û hikûmetek damezrandin. Li wê jî Seddam li ser hikim bû, opozîsyona Iraqê jî gelek sist û bêhêz bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî heman tist pêk tên. Her çiqas Esad li ser hikim be jî, gavên yek alî li Kurdistanê tên avêtin, xweseri û otonomî tên îlankirin û wê sibê jî hilbijartin pêk werin û Rojavayê Kurdistanê bibe dergûs û hêlîna Suriyeyek desentral û demokratîk.
Lê hinek alî ji gavên ku îro li Rojavayê Kurdistanê tên avêtin ne razî ne; dibên çima xweserî, çima sê kanton? Dibên, Esad hên desthilatdar e û li Samê rûnistiye. Çawa dibe?
Ev ditînek e, ramanek e, baweriyek e. Pêwist e em jî rêzê lê bigrin. Lê dema ku ev ditîn, raman û bawerî ne nîsana dilsoziyê be, pêwîst e em jî bêjin NUQTE û BES!
Ev bistûsê (23) sal in ku Basûrê Kurdistanê rizgar e; Kurd serwer û desthilatdar in. Lê hên jî pistî 23 salan basûrê welatê me di nav xwe de du bes e, du kanton û du eyalet in.
Her çiqes li Hewlêrê hikûmet û parlamentoyek hevbes û navendî hebe jî, di pratikê de, di fîîliyetê de, de facto 2 heremên cûda –Hewlêr û Silêmanî- pistî 23 salan hên jî rastiyek tirs e.
Li ser hilbijartinên dawî li Basûrê Kurdistanê pênc (5) meh derbas bûn. Bo çi heya niha hikûmetek nû nehat binavkirin û hilbijartin? Çi karê Îranê li Silêmaniyê û çi îsê rêveber û desthilatdarên Hewlêrê li Enqere û Istanbolê heye?
Yên ku wan rastiyên Basûrê Kurdistanê pistî 23 salan naxwazin bibînin, an çavkor in, an jî zikres û dilres in, bi standart û pîvanên cûda li meseleyan dinêrin û dinirxînin.
Bi raya min, bila Kurd li ser welatê xwe serwer û desthilatdar bin, bila ne sê (3) kanton, pênc (5) kantonên me hebin. Kîjan bastir e? Welatek di bin nîrê koledar û neyaran de, an jî di bin çend kanton, an jî eyaletên Kurdan de?
Lê mijara vê nivîsê ne ev e. Mijar, em Kurdên Ewropayê ne. Li Ewropayê ji 1,5 milyon zêdetir Kurd dijîn û çalak û jîr in. Her roj, her hefte li gelek welatan çalakî û aksiyon pêktên, sev tên amadekirin, mes û mîtîng tên lidarxistin. Ev bas û pêwist in. Lê li aliyê din de em tistekî gelek giring îhmal dikin, jibîrdikin. Ev jî kar û xebata lobî û têgihistina raya gistî ya Ewropayê ye.
Ger em dixwazin ku gelê me yê Rojava nefes bigre û stilê azadiyê neçilmise, pêwîst e em dost û hevalan peyda bikin. Ev xebat jî bi lobiyek xurt dibe, ne bi gotin û gazindan. Em dikarin li her welatê Ewropayê kampanyayên bo peydakirina lobiyê, bo alikarî û dostaniyê dest pê bikin. Em dikarin li her welatekî Ewropayê bi zimanên wan welatan raya gistî, hikûmet, partî, parlamento, sazî û dezgehên sivîl, demokratîk û asitîxwaz li ser bûyer û deskevtî û pêsvaçûnên Kurdistanê agahdar bikin.
Em dikarin heyet û delegasyonan ji parlamenter, rojnamevan û nûwenerên civata sîvîl pêkbînin û bisînin Kurdistanê. Em dikarin bi sazî û dezgehên her welatî kampanyayên alikarî bidin destpêkirin. Em dikarin tesîr û zext li ser hikûmetên Ewropî bikin. Ne tenê ev, gelek tistên din jî em dikarin bikin. Lê em nakin û di sev û sahiyan de govendê diksînin, bes! Ev jî hewce ye. Em govendê jî biksînin, dîlanê jî bigerînin. Lê ya herî giring jî jibîrnekin.
Dûweroj û dahatûya Rojavayê Kurdistanê hewceyê du tistan e. Yek, pistgiriya gelê Kurd û kêmnetewên Kurdistanê, ya dudiyan jî alikarî û pistgiriya navneteweyî ye. Konferansa Cenevre ya dudiyan jî nîsan da ku, wê hên gelek konferans û civînên navdewletî pêk bên. Pêwîst e ku em ji niha de amadekariyên xwe bikin û gelê xwe yê Rojava li ber gûr û çeqalan tenê nehêlin.
Bona vê jî, em dikarin li her welatekî Ewropayê bi sazî û rêxistinên demokratîk û asitîxwaz, bi dostên gelê Kurd, kampanyayên lobî û pistgiriyê bidin destpêkirin. Me li Almanya dest bi vî karî kir. Di rojên 21 û 22 yê vê mehê konferansa salane ya tevgera asitî ya Almanya pêk hat. Rojavayê Kurdistanê bû mijar û ket rojeva konferansê. Niha hewlên komkirina aliyariya aborî û kampayayek bo pistivaniya Rojavayê Kurdistan di rojevê de ne. Pêwîst e di van kampanyayan de ne tenê hêzên çep, her ûsa hêzên xiristiyandemokrat, sosyaldemokrat, liberal û sazî û rêxistinên civaka sivîl û ya tevgera asitîxwaz jî cih bigrin.
Sîar û slogana me jî divê ev be: Ger ne îro, kîngê? Ger ne em, kî?

F
E
E
D

B
A
C
K